12 Ekim 2017 Perşembe

Lihevanîna biwêj û gotinan û cinên Siltan Silêman

Gava min dest bi programsaziyê kir, tiştê ku hema xwe bera dilê min dabû ew bû ku ez bi xêra programan, bi xêra kompîtûran bikaribim bi peyvan bilîzim, bikaribim hêza wan ji bo tiştên zehmet bişuxilînim. Mîna siltan Silêmanê ku bi cinan perestgeh û qesr didan çêkirin, tiştên ji hêz û qoweta merivan der bi hêz û qoweta cinan, a li gor ya merivan bêsînor, dida kirin. Jixwe ez ne siltan, ne Silêman im, karê ku ez dikim jî ne çêkirina qesr û qonaxan, ne jî çêkirina perestgehan e. Lêbelê hin kar û xebatên ku bo Kurdî bên kirin, hewceyî zehmet û xebateka mezin in, birastî jî hêz û taqeta merivekî jî ferseng(fersah) bi ferseng li der in. Loma min hewce dît ku ez wan bi cinan, bi programên kompîtûrê bidim kirin. Jixwe Cyrsubot bo Wîkîferhengê karên pirr hêja kiribûn û niha hîn jî dike. Lê vêcarê min ew bo lihevanîna biwêjan bi kar anî. Di Wîkîferhengê de ji deh hezaran zêdetir biwêjên Kurdî hene. Di bin wan biwêjan de jî gelek biwêjên ku mebesta xwe eynî tişt in, lê tê de tenê çend herf û peyv ferq dikin hene. Wek mînak, "quleke ku tiliya (yekî) tê de tune be nîn e" û "qula ku, tiliya (yekî) tê de tune be nîn e", an jî, "sero tu bi qurbana lingan bî" û "seriyo tu bi qurbana lingan bî". 

Herwiha, gelek biwêjên Tirkî yên ku di bin de mehneya xwe bi biwêjên Kurdî hatine dan, lê ji ber ferqeka biçûk bi biwêjên Kurdî yên ku di Wîkîferhengê de hene ve li hev nanihêrin hebûn. Wek mînak, bo biwêja Tirkî ya "dimyata pirince giderken evdeki bulgurdan olmak" biwêja Kurdî "li heyfa bavê geriya dê li ser dan" hatiye dan û ew di Wîkîferhengê de tunebû. Lê di Wîkîferhengê de biwêja "çû heyfa bavê, qûna dê jî da ser" hebû û miraz û mebesta xwe jî bi ya kubo Tirkî hatiye dan ve eynî ye û di navberê de tenê çend peyvan ferq dikir. An jî bo biwêja Tirkî ya "alemin ağzı torba değil ki büzesin" biwêja Kurdî ya "devê xelkê ne doxîna diya me ye ku em girê bidin" hatibû dan û miraz û mebesta wê jî bi "devê xelkê ne doxîna diya min e ku girê bidim" ve eynî bû lê di navberê de tenê çend herf an jî peyv ferq hebûn. 

Di Wîkîferhengê de gelek biwêj, gotin, gotinên pêşiyan ên ku bi vî hawî miraz û mebesta xwe eynî, lê di navberê de tenê çend tîp an jî peyv ferq hebûn hebûn. Bo lihevanînan wan jixwe karekî pirr dirêj û bi zehmet hebû. Lazim e ku meriv yek bi yek li serenavan bigere, biwêj û gotinan di bîra xwe de bigire û bona li hevanîna wan dîsa li wan bigerre. Lê şikur ku cinên me hebûn :)). Bona li hev anîna wan biwêj û gotinan min çend algorîtme saz kirin. Wek mînak peyv û biwêjên ku jimara peyvên xwe nêzikî hev (dibe ku biwêj eynî bin, li çend peyvên yekê ji ya din kêmtir bin), peyv û biwêjên ku tê de çend peyvên mînahev hene, peyv û biwêjên ku herçiqas ne eynî bin jî, bi ferqa tîpeke eynî mebestê didin (mîna ku li biwêja jor (girê bidim û girê bidin)... Bi van algorîtmayan min bi hezaran biwêj û gotin lihevanîn û ew anîn beramberî hev. Paşê jî min yekeyek çav li wan gerrand û şaşiyên ku dema lihevanîna wan hatine kirin, yên şaş li hev hatine anîn sererast kirin.  Jixwe ew jî ne zehmeteka hindik bû, lê di navbera ya ku bitemamî destan were kirin ve çiya hebûn. Ew lihevanîna bona wergerrandinan jî bingeheka pirr hêja pêk tîne ku bi vî hawî biwêj bi hêsanî dikarin li hev bên wergerrandin. Wekî ku di biwêja "devê xelkê ne doxîna diya min e ku girê bidim" de jî tê dîtin, wergerrên biwêjan jî hêdî hêdî, lê helbet dîsa bi cinan bên wergerrandin.

 Jixwe min gelek tiştên dinên ku xebat û zehmeteka mezin dixwaze bi cinan dan kirin ku ez ê paşê qala wan jî bikim.