25 Eylül 2017 Pazartesi

Qalibeka Kurdî di Mesnewî de: Çi..

Ez îro di Mesnewî ya Rûmî de, di çîroka Daqûqî de,  rast li qalibeka Kurdî ya xweş hatim. "Çi ... bû.. heta.."

باز هر یک مرد شد شکل درخت
Paşê her yek meriv kete şiklê darekê
چشمم از سبزی ایشان نیکبخت
Çav ji keskiya wan xweşbext
زانبهی برگ پیدا نیست شاخ
Ji qerebalixa pelçan şax xwiya nebûn
برگ هم گم گشته از میوهٔ فراخ
Pelç ji mêweyên pirr re kêm hatin
هر درختی شاخ بر سدره زده
Her darê şaxê xwe gihandin Sidre yê                    *Sidre: Sidret-ûl Mûnteha, dara li ezman heftan
سدره چه بود از خلا بیرون شده
Sîdre çi bû ew ji valahiyê raborîn
بیخ هر یک رفته در قعر زمین
Kokê her yekê gihîşte zemînê erdê
زیرتر از گاو و ماهی بد یقین
Bêguman ew ji Ga û Masî raborîn                        * Birc ên stêran
بیخشان از شاخ خندان‌روی‌تر
Kokên wan ji şaxên wan rûkentir bûn
عقل از آن اشکالشان زیر و زبر
Aqil ji ber şiklê wan serebinî dibû

5 Eylül 2017 Salı

Demnameyek ji Serêbendê


Demnameyek (Timeline) ji Serêbendê, Duh,Îro, Sibê;


Cokên avê yên kî zane ka çend salan berê, ka di mideta çend salan de di zinaran de hatine kolan, di zinaran de hatine qewartin. Di zarokiya me de jî êdî nedihatin bi kar anîn, nedihatin şixulandin. Cih bi cih hilweşiyabûn, cih bi cih kevirên dor jê gêr bûbûn. Ne bona derbaskirina avê, lêbelê bona derbaskirina ser avê re, wek rêyek dihat bi kar anîn.

Hema li jêra wê kaniya Umer Bega ku niha xewle û xalî maye. Wextekê çiqas şên û qerebalix bû. Pirrcaran meriv ax biavite nedigihîşte erdê, lê niha êdî ew jî bêkes û xewle maye. Ji ber ku avil heyata ku ji kaniyên wê dihate der çikiyaye, kanî lê miçiqîne wiha xalî bûye. Niha têde ne ava zelala wek avil heyatê, lê tenê ava şêliya ji jor de, di çêm re tê di ber re dibore. Ew gî li duh man...




Gola Hêşina ku ji ber sersî yên li ser û kûrbûna ava xwe rengekî xwe yî hêşin hebû ew nava lê hatibû danîn niha ketiye vî halî û hatiye vî rengî. Li piş wexteke baxçeyekî mişmişan, li dor golê jî xort û zarrên nayên hêncartin hebûn. Meriv xwe di ber hev re dikir ku xwe çeke avê, li şûneke digerriya ku di nav avê de vêsa xwe bide xwe. Di ser re zergozên li ser golê siyê dikin, ji ser wan de xortan xwe çedikirine nav avê hebûn. Niha dor û ber virt û vala bûne û gola hêşin bûye gola şêlî, bûye gola herîreng. Ew îro di vî halî de ye...

Resmê ku di demnameya me de, me digihîne îro. Li hêla rastê, pirêzeyeka hîn çend mehan berê hatiye çandin, qeneleka(cokekî) avê ya ku dewama cokê di zinaran de hatiye qelaştin, lê berevajiya ya di zinêr de hîn îro jî tê şixulandin. Lê gelo, ew me bi sibêyeka çito ve dibe??