16 Ağustos 2017 Çarşamba

Erebî di Wîkîferhengê de

Dosyên Ferhenga Erebî-Kurdî
Wîkîferheng ji dema xwe ya destpêkê, ji sala 2004'an vir ve roj bi roj mezintir dibe û bi gihîştina rêza 13'emîn a di nav hemû ferhengên Wîkî'yê de ji xwe re rêzeka gelek girîng dîtiye. Ew cih ji bo Wîkîferhengê cihekî gelek girîng e, ji ber ku ew ketiye pêş gelek zimanên ku bi sedsalan e enstîtûyên xwe hene, pê li dibistanan perwerdehiyên fermî bûye/dibe (heta ew zimanan li ser Kurdan hatine ferz kirin jî). Wîkîferheng ne tenê bi hejmaran, bi naveroka xwe jî, jixwe bi ked û emega zehmetkêşên xwe, gihîştiye qonaxeka ji texmînan dûrtir. Ew bi her şiklî, çi profesyonel, çi destpêkî di xizmeta Kurdîhezan de ye û meriv dikare bo her armancî serî li wê bide.


Beşa Erebî heta duh sêwî bû
Lê di Wîkîferhengê de hîn jî gelek kêmasiyên girîngên ku hema tavilê bala meriv dikişînin hene û ew kêmasiyan ji meriv re dibin kul û derd. Yek ji wan kêmasiyan, kêmbûna hejmara gotaran a di çend zimanan de ye. Yek ji wan zimanan, zimanê Erebî bû (ên din Frensî, zaraveyên Kurdî yên wek Soranî Zazakî û hwd.) û zimanê Erebî di Wîkîferhengê de heta duh sêwî mabû. Heta çend rojan berê, di Wîkîferhengê de tenê nêzî 2.000'an peyvên Erebî hebûn. Jixwe ew kêmasiyeka mezin bû û gelek kesên ku vê kêmasiyê (bi pirranî bikarhênerên Wîkîferhengê û WQFerhengê) bala wan dikişand jî ji min re qala vê kêmasiyê dikirin. Lê gelek caran histûyê me li ber van gilî gazincan xwar dima û zêde tişt ji dest nedihatin.

Herfa Elîfê
Lê demek berê Jeremy Fowlerê Brîtanî xwe gihande hawara me û bû wesîle ku peyvên Erebî bigihîjin hejmareka ji 40.000'î zêdetir. Ez ê li vir qala çîroka zêdekirina hejmara peyvên Erebî bikim. Çend mehan berê Kek Jeremy Fowler, bi tewsiye ya Kek Husein Muhammed re xwe gihande min ku ez ferhenga Erebî-Kurdî, bi robotan, ango bi bernameyên kompîterê yên ku min bo Wîkîferhengê saz kirin, li ser Wîkîferhengê zêde bikim. Jixwe Cyrusbot (min berê di vê lînkê de qalê kiribû ), robotê ku min bo Wîkîferhengê çêkiribû, xizmetên gelek mezin bo Wîkîferhengê pêk anîbûn, di vî warîde gelek serkeftî bû û ger çavkaniyên wihanî bi dest bikevin, xwe qet êgle nedikir û av li wan venedixwar ku li Wîkîferhengê zêde bike:)). [Nimûneyeka dawîn a di demeka nêzik de: Têxistina peyvên Îngîlîzî, ]


Xwendina pelgên Wordê
Kek Fowler axirî ew ferheng ji min re şand. Ewil, mixabin ew ne li gor formateka ku bernameyên min bi hêsanî bikarin bixwînin bûn. Lêbelê, xweşbextane, şukir ku wî paşê ferheng bi formateka ku bernameyên min bi hêsanî bikarin bixwînin, bi formata Wordê, ji min re şand. Ferhenga ku şandibû, ferhenga Mihemed Emîn Doskî ya ku ji hêla Weşanxaneya Spîrêzê hatibû weşandin bû. Min tavilê dest bi karê xwe kir. Ji ber ku min berê jî gelek ferhengên Wordê(Wek ya Ferhenga Kamêran, Ferhenga Biwêjan) bi bernameya xwe ya kompîtûrê dabûn xwendin, dabûn formatkirin, dabûn sererastkirin, ji min re çetin nebû ku ez vê ferhengê jî bixwînim. Di vê merhaleyê de tiştê çetin jihevveqetandina peyv û mehneyan e. Gerek him peyv bi formeteka dirist ji hev hatibin veqetandin, him jî peyv û mehne di nav xwe de bi diristî ji hev hatibin veqetandin. Şukir ku formata rûpelan a ferhengê ji vî alî ve ne xerab bû. Ez pê re zêde newestîm û bêyî hewceya zehmeteka zêde, min peyv, peyv û mehne ji hev cida kirin û ew wek .xml li pelgên cuda qeyd kirin. Êdî ew hatin formateka(.xml) ku him ez, him jî bernameyên min bikaribin li ser bixebitim.

pirt-e-kod ji veguhêrînera elfabeyê

Lê ji vê gavê şûnde mişkûleyeka din li ber min disekinî. Wîkîferheng heta niha bi herfên Latînî dihat çêkirin. Herçiqas sernavên gotaran bi alfabeya zimanê resen(ên Rûsî bi elfabeya Rûsî, ên Erebî bi elfabeya Erebî, ên Tirkî bi elfabeya Tirkî) dihate çêkirin jî mehneyên wan ên bi Kurdî tenê bi alfabeya Kurdî-Latînî dihatin çêkirin. Lê ew ferhenga han a li ber min bi alfebeya Erebî-Kurdî hatibû çêkirin û têxistina bi vî halî ê nakokiyek bi formata heta niha
ve pêk bianiya. Loma min biryar da ku ez teksta mehneyên wan peyvan veguherrînim alfebeya Kurdî-Latînî jî û herduyan bi hev re di bin gotaran de nîşan bidim. Him bi vî hawî ew dikarî ji bikarhênerên Wîkîferhengê re bibe alîkariyek ku meriv herdu alfabeyan li hev berawird(qiyas) bike û bikaribe bi vê berawirdkirinê li ya din bielime. Ango Wîkiferheng bi vî hawî ve jî, dikarî ji Kurdan re bibe payandeyek ku ew pê ve sînor û diwarên ku nav wan de  bilind dibin (ma ne ku yek ji wan jî alfabe ye) derbas bikin.


Belê ew kara jî berê min û bernameyên min pêk anîbû :)). Min berê him bo Nûçexaneyê (mixabin ew app'a hinekî out-of-date bûye), him jî bona veguherrandina alfabeya hin metnên din bernameyeka kompîterê çêkiribû. Wê bi pirranî metnên Erebî-Kurdî veguherrandin ser alfabeya Kurdî-Latînî. Lê têde hinek kêmasî hebûn û bi xêr û wesîleya vê xebatê ez hinekî din li ser sekinîm. Min neh-deh caran alfabeya ferhengê ji Erebî-Kurdî veguhêrrande Kurdî-Latînî, bi çavlêgerrandinê kêmasî û şaşiyên di peyvan de dîtin, ew şaşî û kêmasiyan bi "debug-kirinê" sererastkirin û veguhêrrandin dîsa da destpêkirin. Paşê dîsa çavlêgerrandinek, dîsa debug-kirinek, dîsa veguherrandinek, dîsa... 
Robot dixebite
Axirî min metnê ferhengê veguherrandin alfabeya Kurdî-Latînî û şablona her peyvê li gor formata Wîkîferhengê çêkir û pelga .xml'a bo têxistina Wîkîferhengê hazir kir. Êdî format bo robotê hazir bû û wî dikarî dest bi karê xwe bikira. Jixwe ew ji bo vî karî hatibû çêkirin (born to create :))). Karê ku ji berê de hilûgê(hînê) bûbû. Ew du şevan bêrawestan, bi berdewamî xebitî û gotarên di Wîkîferhengê de gihandin nêzî 40.000'an. Axir û aqubet li ser kêmasiyên dinên Wîkîferhengê be. Bi spas û minetdariyên li zehmetkêşên Wîkîferhengê..
Encam aqûbet li ser kêmasiyên din ên Wîkîferhengê be