22 Ocak 2017 Pazar

Meletî, Kurdewarî û Kurdnişîna li dû mayî

Di van demên paşin de min di derbara Meletî û derdora wê de, du kîtabên girîng ên ku qala du sedsalên dawîn dikin xwendin. Yek bo wergerrandina wê ya ji Elmanî ya bo Kurdî, kîtaba Helmuth von Moltke ya "Nameyên di derbara Şertûmercên li Tirkiyê yên ji sala1835an heta 1839an" bû, yek jî kîtaba  Evrim Alataşê ya "Her Dağın Gölgesi Deniz'e Düşer"ê bû. Ya Moltke qala sedsala 19'an, kîtaba Evrîm Alataşê qala sedsala 20'an dike. Helmuth von Moltke wek şêwirmendekî leşkerî tê dewleta Osmaniyan, demeka dirêj li Meletî û derdora wê diborrîne û di derbara şert û mercên wê demê de agahiyên gelek girîng digihîne me.. Kîteba Evrim Alataşê jî bi vegotina ku Gölpınarê(gundê li ber Sûltansûyûyê, gundê Arxayê(Akçadağ)) ji xwe re dike mijara navendî re, di derbara sedsala 20'an de agahiyên girîng dide me...

Von Moltke nêzî saleke, li Meletiyê dimîne, li Îzolî, li Sûltansûyû, li ser çiyayên spî, bi pirranî bo sebebên leşkerî, digerre.. Lê ew li kû digerre, di derbara wir de agahiyên erdnîgarî û civakî jî dide.. û meriv ji van agahiyan dizane ku Meletî wê demê têra xwe Kurdewar û Kurdnişîn bû..

Evrim Alataş çîroka xwe ji 1920'an dide dest pê kirin, lê di dest pê ke re em dizanin ku Gölpınar, gundên Kûrecikê[Kürecik], Sultan Suyu, Meletî û derdora xwe bipirranî Kurdnişîn, bi jiyana xwe ya rojane bi temamî Kurdewar bûne.. Lê vegotin û qalkirina çîroka Evrim Alataşê re meriv dibîne ku çito(çawa) pê de, pê de siftê Kurdewarî, paşê jî Kurdnişînî li wan deran bar bûye. Meletî ji roja pêşin de yek ji navendên polîtikayê yên dewletê bû û encamên vê navendiyê jî em bi rabûn(oto-asîmilasyon) û bi jinavbirina(asîmilasyon) Kurdewarî û Kurdnişînê ve dibînin. Bi Enstitûyên Gundan(Köy Enstitüsü), Öğretmen Okulu û gelek dibistan û tiştên din ve polîtîkayên dewletê li ser xelkê tên sepandin û di ber re jî, li hêleke bayê çepgirî û enternasyonalîzmê, li hêla din jî bayê rastgiriyê yê bi nijadperestiya Tirkan ve tevlihev, xwe li ser Kurdewariya rojane dipiçikînin û radikin diavêjin pişt çiyayan.. Axirî Kurdewarî neçar mala xwe li wan derdoran bar dike. Jiyana rojane, nihêrîna dinyeyî, dîtinên cihanî vediguhere Tirkî... û di dawiyê de koçberiya ku Kurdnişîniyê jî ji wir dide bar kirin dest pê dike.. Pirraniya gundên Kurd ji wir bara Stenbol û Ewropayê dikin..

Werhasil, cih û warên ku sedsaleke berê tê de ji xeynî Kurdî tu sewt û deng nedihatin bihîstin, hema bêje bitemamî berevajî bûne...Ew guherrîna, ne guherrîneka tenê şiklî ye jî, bi hest û bîrewariyê jî bûye. Loma, xuya ye rewşeka bêveger e jî...    

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder