22 Ocak 2017 Pazar

Helmuth Von Moltke - Sefernameyek Di navbera Ferat û Dîcleyê de, Li Çiyayên Kurdistanê..

Ez îtîraf bikim ku heta ku haya min ji nameyên Helmuth von Moltke yên ku wî di navbera salên 1835-1840'î de ji Tirkiyê û Kurdistanê ji hevrê, hempa û hevalên xwe re nivîsandine nebûye, min ew tenê wek merivekî leşker û teorisyenekî şerr û şerrzaniyê dizanî. Lê gava ku haya min jê bû û me bi Weşanxaneya Avestayê ve niyet kir ku em wê wergerrînin Kurdî û min hinekî çav li wan nameyan gerrand, min nekarî rê li ber hewes û dilxwaziya ku ez hema tavilê hewl bidim ku wan wergerrînim bigirim. Li berî gişê, ew wek seyahetnameyeke bû û seyahetname jî, bi taybetî yên dîrokî, ji berê paşê de gelek bala min dikişînin û xwendina wan û bi xêra lehengên wan, bi çavekî serdemeka din li dinyayê, li ezmên, li derûdoran mêz kirin gelek li xweşiyan min tê. Ji ber wê ye ku min Sefernameya Hezar û Yek Fersengî nivîsand. Li hêla din, von Moltke ne tenê pisporekî leşkerî û teorisyenekî şerrzaniyê ye, lê ew ji hêla zanîna xwe ya dîrokî û erdnigariyê jî têrtitjî zane ye. Lê von Moltke di nameyên xwe de, di geşt û gerrên xwe de, di qalkirinên xwe yên şerrrê de wek leşkerekî ne tenê qala tiştên mekanîk û rûxsar dike, lêbelê ew geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike, geh wek dîrokzanekî dûr û kûr qala dîroka bajar û gundên wan deran dike, geh wek civaknasekî têr û tijî qala edet, rêûrismên civakên di nav de  dike, û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşe yên Rojhilata Navîn û çareyên wan dike.

Li hindê van, ew li dû meraqa xwe ya îlm û zanînê, macereperestek e jî. Ew di derbara cih û warên ku digerre de xwedî zanîn û agahiyên kûr ên dîrok û erdnîgariyê ye. Bi xêra van agahiyan him xwendevanan bi agahî û salixên hêja dide hesandin, him jî di wexta xwe re, bi xêra ruhê xwe yê macereperst, dide dû kifş û vedîtînên encax merivekî wek wî biwêre derkevê. Ew xwe digihîne çavkaniyên çemê Dîcleyên rê û dirb pê nakeve, berê xwe dide çiyayên Mûnzûrê yên ku heta wê demê tu pisporên erdnigariyê xwe negihandiye, di ser Feratê ku di nav newalên kûr û çiyayên bilind re çiv û fetlên teng û hişkave dide xwe re derdikeve geştên seraviyên bi talûke yên ku heta wê demê newêriye bide pêş çavên xwe -herwiha di ser Dîcleyê re jî-, hespê xwe diajo nav sehrayên bi tîna rojê û kelekela germê re diqewirin, xwe li çiyayên Torosê yên wê demê bi talûkeya sergerde û dijminên Misiriyan ve tijî bûn dixe û hwd. Ango von Moltke herçiqas li welatekî xerîb digerre jî, wek macereperstekî nedîtî van talûkeyan gişan dide pêş çavên xwe... û di ber re jî meriv ji zanîna xwe ya dîrokî û erdnîgariya di derbara wan cihan de bêpar nahêle.





û Helbet agahiyên wî yên bêhempa yên li sedsala 19'an a li ser rewşa Kurdan, Kurdistanê, erdnigariya Kurdistanê û xelkên din û rewşa siyasî ya wê demê li Kurdistanê hikum dikir. Ew wek civaknasekî di derbara Kurdan de agahî û salixan dide, wek weqenivîsekî, ango bûyernivîsekî qewimînên wê demê ji hevalên xwe re, pê re jî ji me re, neql dike, dinivîse, xeber dide.. Meriv ji nameyên wî agahdar dibe ku Kurdistan wê demê jî bi talan, virtûvalakirinên , hovitiyên ewqas re rû bi rû dibû ku von Moltke bixwe hewl dide ku rê li ber wan bigire. Ew hîn di wê demê de bona çareserkirina rewşa Kurdistanê, destnîşana çareseriyeka siyasî dike. Gava ew tê MeyaFarqînê dibêje : "Lê li nav bajêr zêdetir, xopan û nîşanên teze yên şerrên xirabker ên di van demên paşin de ku pê ve Kurd hatibûn xistin bin desthilata Tirkan, bala meriv dikişîne. Ew dagirkirina ne tenê bûye sebeba jiyana bi hezaran çekdaran, lêbelê bûye sebeba mirina, jin û zarrên bêparastin, bi hezaran cih û war hatine virtûvala kirin û hewl û xîreta bi salan hatiye tune kirin. Ew tiştekî xembar e ku tê bîra meriv ku ew ê, mîna gelekcarên din ên berî vê, ger birêvebiriyeka Kurdan a baştir a azad şûnê negire, dîsa tenê miweqet be."

An jî ew gava tê Cizîrê wiha dibêje : "Bajar bi sûrrên ji kevirê bazaltê ve dorpêç kiriye. Reşîd Paşa bi mehan êrîşa bajêr kiriye. Ji dû bidestxistinê re bajar bi hovî hatiye talan kirin, hema bêje hemû mêr hatine kuştin, jin û zarr wek xulam hatine birin, ji ber ku ew Êzîdî an jî perestkarê Şeytên bûn. Bajar bixwe lodeka xirbeyan e, û li ziqaqên xewle meriv bi çetinî çend xaniyên meriv lê dijîn dibîne. Ew dîmena belengaziyê, wehşet û talankariyê, bi dewlemendiya bi coş a xwezayê re çi dijberiyeka ecêb pêk tîne."

An jî em bi xêra agahî û zanînên ku ew digihîne me re dizanine ku Meletî û derdora xwe, Sûltan Sûyû, Îzolî(Kale) du sedsal berê têra xwe Kurdewar û Kurdnişîn bû... Lê miaxibîn îro rewş berevajî bûye..






Hiç yorum yok:

Yorum Gönder