27 Aralık 2016 Salı

Welatê Çirto û Virto

Van rojan, nizanim çima!, bêyî hemdê min helbestê Cegerxwîn li zimanê min digerre û ji bîra min nare...

WELATÊ ÇIRTO Û VIRTO


 Şêrê sorê ser mezin
Pir bi saw bû weke cin
Rokê rasthat li rovî
Dî ku di dev de hirmî
Go : Rovîko, ev çi ye ?
Rovî go : hirmî ye
Li kû hene ev hirmî,
Li çi şûnê, li çi cî ?
Rovî bi fen gote şêr :
Divê ko dakevim jêr
Tev daketin bin darê
Çendek dîtin li xwarê
Rovî civandin wek mêr
Danîn li ber devê şêr
Şêr go : Rovî, çi xweş in
Lê ka çawa diweşin ?
Rovî go : paşayê min
Dûvê xwe em lê didin
Yek û du û sê û çar
Ji banî ve têne xwar
Şêr jî dûvê xwe lê da
Lê xêr nedî di wê da
Go : Rovî, ka naweşî ?
Rovî çû, hat û meşî
Go : paşayê hov û sirt
Pişta we ya gelek xurt
Şêr pişta xwe da dar
Hirmî nehatin xwar
Rovî go : ka rawest e,
Renge pişta te sist e
Ezê niha herim, bêm
Bicivênim heçî kêm
Rovî çû mirarek dî
Zû rêvîya wî anî
Şêr pişta xwe da darê
Rovî dest kir bi çarê
Rêvî lê pêçaye tev
Ji neynûkê, heta dêv
Divê hinek rawestî
Belkî jî pir biwestî
Germ e xurt e wek agir
Rêvî kire wek çekur
Dema parsû gihan hev
Şêr go : rovî, fen e ev !
Rovî go : rast e we ye
Ev der welatê me ye
Ev ne cihê şêra ye
Cihê qelsemêra ye
 Welatê rovî û gur
Şêr nikarin bêne vir
Mişkê bixunçavê te
Şêr go : çiye navê te ?
Navê min çirto axa
Xwedyê van şax û baxa
Rovî ji cem daye rê
Weke gernasên berê
Dûv lê bûye wek sing
Çav li serî bûn pereng
Şêr çend rojan wilo ma
Ji birçîna, ji germa
Serî bi ser de hat xwar
Ne eman û ne hawar
Dî ku mişkek hate wir
Wî jî terî bilind kir
Go : ha, şêrê ser kundir !
Kî bû wilo li te kir ?
Kesî diye li cihan
Ku şêr bêne girêdan
Ezê niha te berdim
Da zanibî çi merd im
Çiqas em we xelas kin
Win qencîyê nas nakin
Mişkê terî bilind mêr
Dewêl birî li jêr
Li dor darê çû û hat
Bi tevger û kêferat
Şêrê birçî û xewar
Bi ser dev de hate xwar
Mişko pesnê xwe da,
Go : Li min binêre yaho !
Ez gernas û çeleng im
Mêrê rojên pir teng im
Li şêr sist bûye terî
Bi awiran lê nerî
 Şêr go : bêje birazî
Ka çi ji min dixwazî ?
Go : ez kolê derê te
Dewlet xwedê, serê te
Ez mişkê van dera me
Ne dilbijê pera me
Divêm ey şahê mezin
Tacê bidî serê min
Navê m ijî bikî şêr
Bibim şahê ser bi zêr
Şêr go : navê te çiye ?
Xuya ye qeşmerçî ye
Dibêjine min virto
Navê bavê min zirto
Lê şêr di ber xwe de go :
Ber bi ava diçî ro
Sed tif li vî welatî
Vî pîsî,bê xelatî
Rovîyên nav şikêra
Çawa girêdên şêra ?
Mişkê qulan me berdin,
Li ber şêran xeberdin !
Di van çax û van dema
Rûmet ji bo me nema
Bi şêrî û axatî
Nema bêm vî welatî
Şêr revî û nema hat
Bê şêr maye ev welat
Şêx û mela bûn çirto
Beg û axa bûn virto
Mil û zîl û Kîk û Zaz
Bûne pisîk, tev beraz
Ji ber derdan ranazim
Ez şêrekî dixwazim
Em tev li dor bibin kom
Da bişkênin Firs û Rom
Li ser çiyan weke şêr
Welat bigrin tevlî zêr
Bostek nehêlin vala
Hevsar bidin dest pala
Rista me bî wekhevî
Herkes li bin vekevî
Çirto, virto, nemênin
Jin û mêr tev bixwênin
Min dil ji xem bûye mişt
Meger dilê we min hişt
Ava rû, win merêjin
Ji bo we em dibêjin :
Şer ketîye hindûrîn
Li vir bûme Cigerxwîn

15 Aralık 2016 Perşembe

Serdaneka li Helebê ya li berî Tofanê

Cara ewil ez di 2008'a de çûbûm Sûrî. Lê wê demê em bi grûbeke ve çûbûn û em zêdetir li Şamê û li bajarrên din gerriyabûn û em li Helebê zêde negerriyabûn. Di 2009'a de ez carekî din  û vêcarê bitenê çûm Sûrî. Ez şeveke li Helebê mam û paşê jî di ser Reqayê re çûme Qamişloyê û ez li Qamişloyê jî şeveke mam[Min berê li vir qala wê serdanê kiribû]. Di van rojên ku wêneyên Heleba xilûxirabe bi ber çavên min dikevin, ew serdana mina berî vê tofanê tê bîra min. Min got ez çend wêneyên wê serdanê li vir biweşînim..


Li piş keleya Helebê




















Mizgefta Emewî, bi şev.. niha xilûxirabe y

















Bajar ji ser Keleyê





Bajar ji ser Keleyê

Li ber derî û derbasgeha Keleyê


Mexzenên Keleyê
Li hewşa Mizgefta Emewî

20 Kasım 2016 Pazar

WQFerheng 4.0

Ew sala çaran e ku min bi xêra dane û çavkaniyên Wîkîferhengê aplîkasyona WQFerhengê bo Androidê [dû re bo Wîndowsê] çêkiriye. Û her sal, gava havîn koça xwe radike û bar dike, payîz jî bi serma û barana xwe ve xwe dide ber deriyên me, wexta weşandina versiyoneka nû ya WQFerhengê, wexta berpêşkirina ber û berhemên saleke ya li ber Kurdîhezan tê. Îsal jî WQFerheng bi versiyona xwe ya nû, versiyona 4.0'ê, ve li ber destên Kurdîhezan e. Wek bûye edet ez bi qiyaskirina hejmarên bingehîn ên versiyona berê û ya nû bikim. Bi vê versiyonê re jî çavkaniyên WQFerhengê, bi Wîkîferhengê ve hatin wekhevkirin û hejmara gotaran gihîşt nêzî 342. 000'an.

WQFerheng 3.9
WQFerheng 4.0
* Zêdebûna gotaran ên berbiçav di Kurdî (nêzî 2.000), Almanî (nêzî 1. 500) de ne. Peyvên Almanî bi pirranî yên ku di dema wergerrê de min bi xwe berhevkirine û têxistine nav Wîkîferhengê ne. Herwiha peyvên Kurdî jî bi pirranî min bixwe bi bernameyan ji nav hev derxistin û bi xêra Cyrsubotê têxistin Wîkîferhengê. Herwiha yên Almanî jî bi Cyrsubotê hatin têxistin Wîkîferhengê.







WQFerheng 3.9
WQFerheng 4.0
* Herwiha Peyvên Wergerrandî, ango peyvên ku tê de beşa wergerrê heye û ji Kurdî tên wergerrandin zimanên din jî, zêdebûn. Herwiha ew jî, ji hêla min ve, bi bernameyan ji nav hev hatin derxistin û paşê bi Cyrsubotê hatin têxistin Wîkîferhengê. Peyvên Tirkî, Almanî, Îngîlîzî û Farisî yên ku di Wîkîferhengê de hene bi beramberên wan ên Kurdî yên di Wîkîferhengê de hene ve hatin li hev anîn û bi vî hawî wergerrên her yekê li van çar zimanan nêzî 2. 000 hatin zêde kirin ku hejmarên wan ên nû û yên berê li çep û rastê dikare bên dîtin.



Peyvên bi deng

* Bi vê nûkirinê re taybetiyeka nû li WQFerhengê hat zêdekirin ku pê re meriv dikare peyvên ku dengên xwe li ser Wîkîmedyayê(ango li ser Înternetê) li ber dest in guhdar bike. Bi vî hawî meriv dikare bilêvkirina rasttirîna peyvan hu bike. Nêzî 10.000 Peyvên Îngîlîzî, nê zî 6.000 peyvên Almanî û gelek peyvên Erebî û Farisî xwedî lînkên dengan in ku gava ew peyvan tên dîtin, bona lêxistina dengan li navrûya aplîkasyonê pişkojên denglêxistinê xuya dibin. Bi tîkandina ser van pişkojan ve meriv dikare li wan dengan guhdariyê bike. Herwiha li jêra navrûya WQFerhengê pişkoja ragerrînê jî tê dîtin ku bi tîkandina ser wê pişkojê re meriv dikare peyva tê dîtin li ser Wîkîferhengê bibîne. Li ser Wîkîferhengê, ger meriv bixwaze, dikare guhertin û sererastkirinan bike ku ew sererastkirinan bi nûkirineka din re ê li WQFerhengê jî bikarin bên dîtin. Jixwe him lêxistina dengan, him jî ragerrîna li ser Wîkîferhengê hewceya girêdana Înternetê ye.


Lêgerrîna bi tîpên taybet

* Li hindê van guherînên çendaniyê, gelek guherîn û nûtiyên çawaniya ferhengê baştir dikin jî hatin kirin. Wek mînak lêgerrîna bêyî herfên taybet hat mimkûn kirin. Ango meriv êdî dikare li şûna herfên taybet û bi dîakrîtîk (wek ç, ş, û, ü, ê, ğ), versiyonên wê herfê yên cuda cuda bi kar bîne û ferhengê dîsa jî bikare encamên bi versiyonên van herfan ên cuda cuda bîne lîsteya dadileqe an jî lîsteya lêgerrînê. Wekî ku li mînakên rast û çep tên dîtin, lêgerrîna "kurdistan" an "kûrdîştân" an jî "kürdıstän" ê eynî encaman bînin. 
Di dema lêgerrîn an jî lîstekirina peyvan de, peyvên ku dengên wan hene dikarin bi resmê "deng"ê re bên seh kirin û ew bona mêzkirin û guhdarkirina wan bên hilbijartin.

Helbet ji xeynî van guherrînên ku li vir hatin qal kirin, gelek guherrînên din ji hêla zehmetkêşên Wîkîferhengê ve bi berdewamî hatin kirin û ew jî bi nûkirinê re hatine WQFerhengê. De êdî hûn û WQFerheng Kurdîhezno... Kerem bikin..


Di derbara versiyonên berê de:
WQFerheng 3.9
WQFerheng 3.8
WQFerheng 3.7
WQFerheng 3.5
WQFerheng 3.3
WQFerheng

27 Ağustos 2016 Cumartesi

Nivîsek di Bîrnebûnê de

Hejmara 65'a Bîrnebûnê bi heycaneka cuda kete destên min. Nivîsa mina ku min berê li ser bloga xwe weşandibû, wek nivîs di vê hejmarê de cihê xwe girtibû. Nivîs di derbara serdaneka biçûk û kurt a li ser Kurdên Anatolyayê û çend cih û warên wan de bû. Kurdên Anatoliyayê, Kurmanciya wan, çîrok û serpêhatiyên wan, û jixwe Bîrnebûn a ku ji wan re dibû nênik(eynik)..

9 Temmuz 2016 Cumartesi

Kolonîya Tawanê

Kolonîya Tawanê yan jî Koloniya Cezayê (In der Strafkolonie) dawiya dawîn ji Weşanxaneya Lîsê çap bû. Ew berhema Kafka ya duyemîna ku wergerra wan bo Kurdî hatiye kirin e. Di 2010 de, dîsa ji Weşanxaneya Lîsê Veguherîn (Die Verwandlung) derketibû.

Kolonîya Tawanê ji kurteçîrrokan pêk tê ku jixwe ya tewrî balkêş, ya ku navê xwe jî daye kîtabê, Koloniya Tawanê bixwe ye. Ew qala seyahekî ku diherre koloniyeka tawanê û li wir rast li makîneyeka şkenceyê tê dike. Jixwe ew him bi vegotina xwe û him jî bi mesajên ku tê de çi bi hawiyekî aşkere, çi bi hawiyekî nehên tên dan ve yek ji çîrrokên Kafka yên balkêştirîn e.

Wek di berga paşin a kîtêbê jî tê gotin, çîroka Çeqel û Ereb, çîrrokeka bi kelecanê heta paşiyê bêhnê li meriv diçikîne û meriv di meraqan de dihêle ye. Kafka hosteyê vegotina çîrokên fablan ên di navbera merivan û heywanan de diherrin û tên e û meriv ne dikare bêje ku ew qala heywanan dike, ne jî dikare bêje ku qala merivan dike. Wek di pêşgotinê de hatiye gotin jî Walter Benjamin di derheqa Kafka û çîrrokên wî de dibêje: 'Du rêyên ku di nirxandina Kafka de meriv bigihînin armanceka şaş hene, yek nirxandina wan a bi vegotina wan a asayî, jirêzê, ya din jî nirxandina vegotina wan a mucizewî, derîedet e'. Gerek meriv çîrrok û qalkirinên wî ne rasterast, bi qest û mehneya rûbarî fehm bike, ne jî li çîrrokên wî mehne û şîfreyên mucîzewî bigerre...
Jixwe, her bi çi hawî be jî, bêguman gerek meriv wan bixwîne..


25 Haziran 2016 Cumartesi

Kaseteka Êma Sazbend

Kaseteka Êma Xecê ya ku çel salî berê tijî kiriye, çend mehan berê ji Xalê Casim re şandibû. Tê de hin kilamên ku gotine hene. Di paşiya hêla A ya kasetê de qala şandinda kasetê ya Xalî Casim re dike:  

"Ez di vê derê de, bûka minê Êmê, yawrim
Li axayî Kurmanciyê mês ke, dilberî pêşiyê govenda
Xelkî tercimanî, çîçekî cimata
Niha jî dilî min dêr e
Î berê kul î mîna biroşeka ser êr e
Ezî yarelî kul im, te ji min xêr e
Niha jî xelkî paqilî terciman, derdekî yaremez lê rabûye
Dibê min ji dostan veşêre
îşte ez di vê derê de, banda minê berê, sewta minê berê,
çel sal e ku min ew banda li ser Apê te yî Husîn gotiye,
Hûn ê ji xwe re vê dînlemîş kin, bi teybekî rind lê xin, bi teybekî pîs lê mexin
Hûn ê bi teybê xerab lêxin, sewtê der naxe, hûn ê bên te rind negotiye
Ez ter çûme, ne ya berê me, heşê min li serî min tune,
a di vê derê de, ez bême çi, encax tu guh bi ser dî ku, wê sewtê, wê ewê..
Min ji ewê re go, kirîvî me, omikî me, omê re, Omî Fatê çikê dên? ji Behriyê, meriyê mê...
Hûn jî ji xwe re dînlemiş kin, di înternetê kin..
banda mina berê ku min çel salî berê li ser Apê te yî Husîn gotiye"





"Lê lê lê bar e, bar e, mêyrik bar e
Serî rind e, bi tac û bi şar e
Bi çar qûrşina birin dar e
..
Lê lê Meyrik bejna rind e, tayê rihanê
Nade hevdu baxçeyî nîşanê"

10 Nisan 2016 Pazar

Du performansên Nuwaze yên Erebî-Farisî

Tê de hertişt ji Rojhilatê, ji Morgenlandê(çi navekî xweş lê daniye Almanan) heye. Mîna çîrokên Hezar û yek Şevan. Helbestên Umer Xeyam, Rûmî (Mewlana), Kurdên du parçeyan(de were vê bextreşiyê ku dîsa bênav in) Sohrab Pûrnazerî û Husên Elîzade, Elîriza Qurbaniyê Faris, Dorsaf Hemdanî ya Tûnisî. Ew du kesên din, ger ne şaş bim yek ji wan birayê Sohrab e, lê yê din nizanim. Ew teqrîben du-sê sal in min ew kifş kiriye û ez demdemî lê vedigerrim û bi mûzika esmanî derdikevim geşt û gerra ji dem û diyaran radibore..
 



Ew jî dîsa straneka Erebî-Farisî, ya ku  Beşar el Ezawî û Sepîde Wahîdî bi hevkariya orkestreya Morgenlandê, ya ku performansên gelek xweş pêşkêşî me kiriye, ye. Min çend rojan berê ew kifş kir. Lê di vê de jî gerdûnîbûna mûzikê heye. De guh bidinê..

1 Nisan 2016 Cuma

Ji Wîkîferhengê Ferhengên 44 Zimanan

Di seriyê sala 2014'a de, nêzî duh salan berê, min ji Wîkîferhengê li gor zimanan Ferheng derxistibûn. Min zimanên ku di Wîkîferhengê hejmara peyvên xwe ji 100 peyvî zêdetir wek ".pdf" hazir kiribûn û pêşkêşî Kurdîhezan kiribû. Ji wê demê vir ve di Wîkîferhengê de guherînên gelek mezin bûbûn û niha jî, her roj bi berdewamî dibin. Lê ez him ne piştrast bûm ka gelo ew kêrî tu kesî tên an na, him jî min -herçiqas ew bi bernameyeka ku min hazir kiriye bi şiklekî otomatîk tê kirin jî- bi xwe re nedidît ku wan dîsa bidim çêkirin. Çend rojan berê bi daxwazeka hêja Hisên Mihemed re min dîsa dest li xwe helmalan ku wan dîsa bidim çêkirin. Bi rastî jî, guherîn û pêşketinên Wîkîferhengê yên di van du sal- du sal û nîvan de hîn berbiçavtir bûn. Wek mînak, hejmara peyvan a Ferhenga Kurdî-Kurdî du qat zêde bûye û gihîştiye 95.000 peyvan. Hejmera peyvên Almanî 3 qat zêde bûye, yên  Îngîlîzî 4-5 qat zêde bûne, yên Farisî 2-3 qat zêdebûne. Helbet guherîn ne tenê çendekî (hejmarî), çawanî (naverokî) ne jî. Gelek şaşî hatin sererastkirin kirin, gelek lêzêdekirin hatin kirin. Bi kurtî kurmancî 44 ferhengên bi Kurdî tên şîrovekirin, li jêr li ber destên we ne. De kerem bikin


Ferhenga Kurdî - Kurdî:95393 peyv


Ferhenga Înglîzî - Kurdî:63145 peyv


Ferhenga Tirkî - Kurdî:61605 peyv


Ferhenga Farisî - Kurdî:19813 peyv


Ferhenga Almanî - Kurdî:18726 peyv



Ferhenga Kurdî (Soranî) - Kurmancî:7269 peyv


Ferhenga Kurdî (Zazakî) - Kurmancî:3123 peyv


Ferhenga Erebî - Kurdî:2226 peyv


Ferhenga Fînlandî - Kurdî:1013 peyv


Ferhenga Frensî - Kurdî:958 peyv


Ferhenga Holendî - Kurdî:747 peyv


Ferhenga Rûsî - Kurdî:648 peyv


Ferhenga Latînî - Kurdî:608 peyv


Ferhenga Spanyolî - Kurdî:603 peyv


Ferhenga Koreyî - Kurdî:561 peyv


Ferhenga Swêdî - Kurdî:510 peyv


Ferhenga Portûgalî - Kurdî:462 peyv


Ferhenga Îtalyayî - Kurdî:460 peyv


Ferhenga Japonî - Kurdî:351 peyv


Ferhenga Esperanto - Kurdî:324 peyv


Ferhenga Kurdî (Şêxibizinî) - Kurmancî:295 peyv


Ferhenga Tacîkî - Kurdî:267 peyv


Ferhenga Danîmarkî - Kurdî:251 peyv


Ferhenga Belûcî - Kurdî:245 peyv


Ferhenga Katalanî - Kurdî:234 peyv


Ferhenga Polonyayî - Kurdî:229 peyv


Ferhenga Çînî - Kurdî:228 peyv


Ferhenga Hûngarî - Kurdî:207 peyv


Ferhenga Azerbaycanî - Kurdî:205 peyv


Ferhenga Yewnanî - Kurdî:199 peyv


Ferhenga Romanî - Kurdî:191 peyv


Ferhenga Afrîkanî - Kurdî:176 peyv


Ferhenga Kurdî (Kirmaşanî) - Kurmancî:167 peyv


Ferhenga Faroeî - Kurdî:161 peyv


Ferhenga Papyamentoyî - Kurdî:159 peyv


Ferhenga Îbranî - Kurdî:159 peyv


Ferhenga Çekî - Kurdî:157 peyv


Ferhenga Frîzyanî ya Roava - Kurdî:141 peyv


Ferhenga Malagazî - Kurdî:141 peyv


Ferhenga Talişî - Kurdî:139 peyv


Ferhenga Norwecî - Kurdî:135 peyv


Ferhenga Îndonezî - Kurdî:109 peyv


Ferhenga Elbanî - Kurdî:105 peyv


Ferhenga Îzlandî - Kurdî:102 peyv


Ferhenga Bûlgarî - Kurdî:102 peyv

28 Mart 2016 Pazartesi

Çend Gotinên Mezinan - H

* Ha dikim dê dimire, ha dikim bav dimire
* Ha ker hatiye ber barê, ha bar hatiye ber kerê
* Ha kir hûr, ha te kir tûr
* Hasi giha Mûsilê
* Hatin ji çol û çolistana, bûn xwediyê dar û daristana
* Havîn kirasê xiznan e
* Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne
* Heft soberiya kerê hene, dikeve avê hemûyan ji bîr dike
* Heger te girt bermede, heger te berda bi dû mekeve
* Hêkerûn nebû, bila bi cilbir be
* Karê gavanan siwariya keran e
* Hîn ku av dûr e, xwe helnemale
* Henek dibin genek
* Her bizinek li karê xwe dibane
* Her çavbelekek li dÛ çavreşekê ye
* Her çûkek bi refî xwe re difirre
* Her kevirek li ciyê xwe giran e
* Her mange tê dotin, lê her şorr nayê gotin
* Her rojeke padîşahekî xwe heye
* Her teyrek bi baskên xwe difirre
* Her tişt di wextê xwe de xweş e
* Hesp dibeze siwar xwe dipesîne
* Hesp sîwarê xwe dizane
* Hespî çê zengÎyê nagihîne xwe
* Heta em bûn çavnas, dinya li me bû xelas
* Heta ku tu aş î, ez qeraş im
* Heta ku jîr bûm, pîr bûm
* Heyfa bizina kol, ji ya bi qoç re namîne
* Hezar carî bipîve, careke bibirre
* Hin dikin, hin dixwin
* Hîn nebûye kundir seriyê xwe xwar dike
* Hirç li kû govend li kû
* Hûr biajo, kûr biajo û ga jî meêşîne
* Hûrik hûrik, dagirt tûrik


Çend Gotinên Mezinan - A

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

Çend Gotinên Mezinan - E

Çend Gotinên Mezinan - F

Çend Gotinên Mezinan - G

Xebateka Etîmolojîk bo Kurdî

Ew demeka ez li ser klasîkên Kurdî dixebitime, da ku metnên wan bo xebateka etîmolojîk bi kar bînim. Nizanim berê xebateka wiha hatibe kirin, an na. Lê ez bawer im, ê nehatibe kirin. Ji ber ku gelek klasîkên me encax di demeka nêzik de berdestî me bûn û li ser wan jî karekî pirr berfireh  lazim e. Lê ez ê bi xêra programçêkeriya xwe vî karî ji xwe re hinekî hêsantir bikim. Niha ez klasîkên ku nisheyên wan ên elektronîk peyda dibin, bi rêya bernameyeka ku min çêkiriye dixwînime, metnên wan analîz dikime û peyvan li gor ku bo ferhengê bên bi kar anîn ji hev derdixime. Ji dû ku ez ji wan metnan yek bi yek konteksa peyvan derxim, ez ê dest bi analîzkirina  wê ya bo biwêj û gotinên hevdudanî bikim. Bi vî hawî ez dixwazim bikaranîna niviskî ya cara ewil, bo peyv û gotinan derxim. Di dawiyê de encamên ku bi dest ketin jî, ez ê li ser Wîkîferhengê zêde bikim..


10 Mart 2016 Perşembe

Koz - Cemre

Koz mizginiya biharê ne. Gava koz yek bi yek dikevine hewayê, avê û erdê bi xwe re wan hêmanan jî germ dikin û şert û mercan ji biharê re hazir dikin. Siftê koz dikeve hewayê. Çileyê Paşin 40 roj in. Di 18'ê çileyê paşin(20'ê Şibatê) de de koz dikeve hewayê, qirr, saram û seqema zivistanê dişkê û hewa hêdî hêdî germ dibe. Paşê 25'ê çileyê Paşin (27'ê Şibatê) de zivistanê de koz dikeve avê û av hêdî hêdî germ dibe. Dû re, di 34'ê çileya Paşin(5'ê Adarê) de koz dikeve erdê û erd germ dibe. Lê ew giş hêdî hêdî dibin û gerek meriv hay ji xwe û hewayê hebe û bi wê germbûnê nexape. Li ser vê çîrokeka pîrekê û bizinên wê heye ku min heta niha du versiyonên wê bihîstine. Di yekê de li cem me wiha qal dibe; 
Pîrekê çel bizinên xwe hebûne. Gava koza paşin dikeve erdê û dinya germ dibe, ew dibêje êdî hewa germ bûye û bihar nêzik e. Hîn ku ji biharê re, ji 1'ê adarê re, 3 roj bimînin ew bizinên xwe dibirre (mûyên wan diqusîne), lê roja ku ew diqusîne û bizinên xwe derdixe çêreyê, hewa ji nişkê ve dicemide sermayek radibe û çel bizinên xwe giş dimirin. Hînga ew li ser giyayê rûdine û dibêje "gotê bixwe, otê"

Versiyana wê ya din a ku min xwendî jî wiha ye:

Dibêjin di wextên berê de, wexta ku koz ketine erdê pîrek dibêje êdî hewa germ bûye ez herrim ber çêm ji xwe re kinc-mincên xwe bişom. Biroşa xwe diavêje pişta xwe, du gîskên xwe dide ber xwe û diherre ber çêm ku xwe bişo. Pîr serê xwe dişo, kinc-mincên xwe dişo û radixe ber ro û xwe dide bendiyê ku ew zizha bibin. Lê hînga dibîne ku dûredûr ewrên reş rabûne û taviyeka baranê tê ye. Pîr hema xwe dide hev, kincên xwe dike nav hev, biroşê diavêje sîrtê xwe û gîskên xwe dide ber xwe û berê xwe dide mal. Lê bi car de bi reqeguma ewran, şîqeşîqa birûskan baran dide ser pîrê. Geh ba û baran, geh berf û bûk, dibe lehî û gîskeka pîrê bi ber lehiyê dikeve û diherre. Ew gîskê dike bin biroşê, biroşê dernexûnî ser gîskê dike û bi vî hawî gîskê din ji lê diparêze.
Hefteyekî din pîr dîsa gîskê xwe dide ber xwe û diherre ser zinarê kêleka çêm. Lê dîsa dibe baran û bagerr, lêhiyek radibe, xwe digihîne kû derê tişt gişê dide ber xwe û dibe. Nigê pîrê jî dişemite, ew gêra nav şîpê lehiyê dibe û di nav de difetise û dimire. Lê roj êdî ketiye birca gîskê, gîsk dimîne saleke din û dibe bizin.

Birca Karikê/Gîskê

4 Mart 2016 Cuma

Bilbilê Dilşadî

Bila ne Xanî, ne Feqiyê Teyran, ne Meleyê Cizirî, ne Cegerxîn, ne jî Fêrikê Ûsiw li min bigire, lê bi min lûtkeya, zîrweya helbesta Kurdî, helbesta Seydayê Tîrêj Bilbilê Dilşadî ye. Ji ber wê hezkirinê ye ku teqrîben ew 15 salên min ên ku ez li ser înternetê, li ser fezaya mecazî diborînim de, her carê rêzikeka vî şî'rî dibe serlewha û sernivîsa jiyana min. Geh rêzikeka xwe dibe nîşane û elameta hêvî û omîda min, geh jî rêzikek an jî rêzikinên xwe dibin nîşaneya xulqtengî û diltengiya min. Di van demên paşin ên ku jiyan rûpelên xwe yên reş bi bayê bezê li ber me vedike û diqulibîne de, dîsa ew du rêzikên xwe wek sernivîs û epîgraf di nav hişên min de û li ser zimanê min digerrin...

Qet çare û umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

.
.
.

Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

Çar hawîr me diz û keleş in, tev bûne dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin

Qet çare û umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Piştî wê stêrê berbanga sibê ye??
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşenbîrî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e

Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.

 

24 Şubat 2016 Çarşamba

Hejmara Bîrnebûnê ya 63'a

Kovar Bîrnebûnê dema ku min dest bi xwendina Kurdî kiribû yek ji mamosteyên min bû. Nivîsên bi Kurmanciyeka hêsan hatibû nivîsandin, ên ku bîranînên min, biwêjên me, peyvên dianîn bîra min, bi min pirr xweş dixwendin. Loma min ji serî de dest bi xwendina hejmarên wê yên berê kir û ez heta hejamara 30'yî hatim, lê demeka ez zêde nikarime bixwînim. Ew ji saleke zêdetir e ku ez bûme aboneya wê û hejmarên wê ji min re tên şandin. Çend roj berê jî hejmara wê ya 63'ya gihîşte ber destên min.

20 Şubat 2016 Cumartesi

Google Translate a bi Kurdî bi xêr be

Çend rojan berê Google'ê beşa wergerrê ya Kurdî (Kurmancî) vekir. Jixwe ew bo Google'ê gaveka biçûk, lê bo Kurdî gav û pêşketineka pirr mezin e. Di roja me ya îro ya ku wexta me hema bêje nîvenîv li ser înternet û teknolojiyên nû de dibore de, naverokên bi Kurdî bo Kurdî mîna nanû xwê ne. Ew ji bo Kurdî ya ku di dinya ya rastîn de hîn jî di bin zext û zorê de ye, di nav tengasiya ew dinyaya bi zext û zorê de ye re dibin cihên bêhnvedanê, pencereyên firsend û îmkanên nû. Projeyên navnetewî yên li ser dinyaya farazî[Projeyên Wîkî, Facebook, Google Translate û hwd.], dibin firsend ku Kurdî xwe bigihîne asteka hevpar, wekhev, mînahev a zimanên serdest. Loma ew gaveka mezin e.

Gava  ku, teqrîben salek berê, ew hat aşkere kirin ku Google'ê dil heye ku bo Kurdî beşeke veke, min bawer nedikir ku ew ê di demeka viqas nêzik de beşa Kurmancî veke. Lê bi xêra Kurdîhezan, bi xêra ked û zehmetkêşiyên wan ên jidil ew di demeka zû de hat vekirin. Jixwe kêmasî pirr in, lê ew ê roj bi roj kêm bibin. 

De êdî bila aqûbet li serê Twitter'ê be ku ew me ji kul û derd a ku Kurdî wek Çînî, Slovakî, Romenî û nizanim kîjan zimanî din dibîne xelas bike.

16 Şubat 2016 Salı

Çend Gotinên Mezinan - G


* Ga bide gamirî ya, jina bide jinmirî yan
* Ga dikeve kêr pirr dibin
* Ga mir, gagore pirr dibin
* Gayê henî beş e, bi kû de herre nav li dû dixuşe
* Gayê zexel e, timî li mexel e
* Ger dî ez im, ger nedî diz im
* Ger ne fen e, ew çi ben e
* Ger tu nizanîbî, ji yekî zane bipirse
* Gêrik per didin, mirina wan tê
* Geriya li dinê, xelas nebûm ji mirinê
* Gîsinî bi kar nayê, zengar digire
* Giyayî hewşê tehl e
* Giya di bin keviran de namîne
* Giya li ser koka xwe şîn de
* Go seriye tu ji ber çi diêşî, Go : Ji ber zimên
* Golikek navî naxireke pîs dike
* Golkî malê ji gayî malê natirse
* Go kerengo, malê te li kû ye, Go ba dizane
* Gotin koro bi te çi divê, go çavek
* Gotina rast sondan naxwaze
* Gotinê êvaran, dikevin qulên dîwaran
* Guhekî xwe bêjin ke, yekî xwe serrad ke
* Gur girtin şîret kirin, got zû bin, pêşiya keriyê ji dest çû
* Gur ji baranê bitirsiya ê ji xwe re kulav çê kira



Çend Gotinên Mezinan - A

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

Çend Gotinên Mezinan - E

Çend Gotinên Mezinan - F