25 Ekim 2015 Pazar

Versiyoneka nû bo WQFerhengê

Ew demeke min WQFerheng nû nekiribû. Cara paşin, saleke berê, di 1'ê Mijdarê de hatibû nû kirin. Ji ber ku êdî navrû û bername stabîl bûbû û şaşî têde pirr kêm bûbûn, min ew êdî nû nedikir. Lê di ber re helbet zehmetkêşên Wîkîferhengê li wê dixebitîn û peyv, biwêj û gotin li wê zêde dikirin, kêmasiyan wan temam dikirin. Gava cara paşin WQFerheng hatibû nû kirin, bi versiyona 3.8'ê re, têde nêzî 315 hezaran peyv û gotin hebûn. Bi vê nûkirinê re ew gihÎşt 332 hezaran. Vê carê jî, giraniya zêdebûna peyvan di Kurdî de ye(~10.000). Dû re Almanî(1.500) û Farisî (~ 500) têne. Ferqa hejmara sernavan a di navbera versiyona berê û ya niha de li resmên jêr jî dikare bê dîtin.
V3.8
V3.9














Ji xeynî hejmara sernavên di Wîkîferhengê de, di naverokên sernavan de jî gelek guherîn hatin kirin. Wek mînak, carekî din li beşa wergerran zêdekirin hatin kirin û peyv li hatin wergerrandin. Êdî wergerra nêzî 44.000 peyvan a Tirkî, nêzî 27.000 peyvan a Îngîlîzî, nêzî 17 hezar peyvan a Almanî, nêzî 14 hezar peyvan a Farisî dikare di beşa wergerrê de bê dîtin. Ferqa hejmarkî, çendanî ya di navbera versiyona berê û ya niha de li jêr dikare bê dîtin.
V3.9
V3.8














Jixwe hin cudatiyên dinên li WQFerhengê hatine kirin û meriv wan ne çendanî(hejamarkî), lê çawanî bihesibîne jî hene. Bêguman bikarhênerên ferhengê jî ê bi wan bihesin.

Di serdema ku hertişt li hev tê parvekirin, parvekirin êdî bûye hewcedariyeka jiyanê, bûye nan û av de, me got bila WQFerheng jî ji vê bêpar nemîne û bo parvekirina peyva hilbijartî menûya parvekirina peyvan li Ferhengê hat zêdekirin. Bi tîkandina vê menûyê re meriv dikare lînka peyvê ya di Wîkîferhengê de ji kesên mebest dibe re bişîne.
Menûya Bişîne













Şaşiya ku di hin versiyonên Androidê de rû dida û lîsteya dadileqe bi nivîsê ve bi eynî rengî dibû û ji ber wê meriv nedikarî sernavan bixwîne hat sererastkirin.












Di vê navberê de, ji versiyona dawîn û vir de ve, daxistinên WQFerhengê yên li ser Google Playê ji 100.000 raborî û gihîşte qonaxeka nû. Herwiha nirxandin û pûanên ku bikarhênerên wê didin WQFerhengê jî ji 1.600 raborîn. Dîsa carekî din û hezarcarî spas bo kedkar û zehmetkêşên Wîkîferhengê ku naverokeka ewqas mezin û dewlemend bexşandin me Kurdîhezan!!.

Wek berê, bi van baştirkirinan re jî WQFerheng li ser Google Playê li ber dest e.