Li jêra rêsim Sirius ango Qurix |
Ji berê de helhatina Qurix li hêla xelkê ve hatiye teqîb kirin û helhatina wê wek nîşana pirr tiştan hatiye dîtin.
Li nav Kurdên Êzîdî cejna(eydiya) Çileya Havînê heye. Li gor vê çavkaniyê barzanî 3 cejnên êzidiyan kirin betlane ew ji 31'ê Tîrmehê de heta 2'ê Gelawêjê ye ku rasthatina bi helhatina Qurixê re, ez bawerim, ne tesadifî ye.. Jixwe benda Qurixê di 48'ê havînê de heltê ku ew jî dibe ku nîşana destpêka Cejna Çileyê havînê be
Tiştekî dinî ecîb î bi Qurix ve eleqedar ev e. Qurix di nav koma Stêran a "Kûçikê Mezin" de ye û ji demên Antîk virve ew rojên germên havînê wek "Germên Kûçikan" dihatine zanîn. Herwiha li nav Misiriyan de jî wek nîşana rabûna çemê Nîlê dihatiye zanîn..
Qurix di Sefernameya Hezar û Yek Fersengî de |
Qurix di lîteratûra Kurdî ya ku min li ser înternetê peyda kirin;
"Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal,
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e."
Cegerxwîn
"Qurix Di meha havînî ya ewil de Komik û di ya duyem de jî Mêzîn hiltê. Qurix jî di 8’ê Tebaxê de hiltê. “Wek nêrîyê ku çavê wî li Qurixê be.” “Heta Qurix hilnê zebeş çênabin.”"
"Êvaran Stêra Qurix tê der. Hênkayî belav dibe. Piştî biharê dîsa gul vedibin. Hezker dîsa ji xwer bi van gula şa dibin."
"ji kefa zimanê ku diperpite liber niga bi sira bayên stêra qurux re li ser dev û lêvên esmeriya min bireşêne"
"Kî pê dizane! $ev gihî$tiye nîvî, heye ko jê qulipiye jî. Lê ti$tekî heye; stêrkên Kerwankuj û Qurux hê neçûne ava, ji pencerê, hê roniya wan dixuye. Û ezana destê sibê hê dest pê nekiriye."
"Panzdê Têbaxê bi paşketibû, Stêrka Qurixê hilatibû, guvu-guva bayê kur zêde bûbû, êdî dinya sar bû, ne şipxapînk, ne kund, ne kewhêşink û delûce, teyr û tulur, hemû çûkan koç kiribûn, kêm bûbûn, buhuk û kêzik hilatibûn, mar û marîjok vekşiyabûn. Berazan xwe berjêr berdabûn, germiyana"
"Aliyê berê xwe li gorî stêrkan rast dikir. Aliyê stêrka wî tenê ne Sterka Qurixê bû, gelek stêrk alî pêş wî dikirin. Di pirsgirêka alîdîtinê de stêrk di deryayan de çawan pêwîst e di çolan de jî"
"Di xavika qurixê de, karwanê kadizan, di keskesorê de xemilîne, li ser sêpla hêviyên tar û mar dihêwişin, ew navê te yê ku di dara beriwê de kolaye, qebqeba kewê ribat, li hêla nêçîrê...""
"Mîr Miho! hêvare xewa çavê min nayê, pêr û terazû li ézmana bilind bûn qurix hat û pala xo dayê,heyfa min tête wê heyfê, êt wekî Denûn il misrî, Hisên il Hisnî,Mîr Birahîmê Adema,"
" Hîn bi dilqê çiyayan nizanibû. Şepalên no, peranên guran û qumriyên
evîndar nedinasiya. Ser lûtkeyan hilatina qorixê
jî nedîbû. Dema rapelikî giyaran nola biçe bûyan di nava berbûyan de
çavên xwe li qîzika herî delal bigerîne li dorhêlê digerand."