"Mecnûn û Leyla du hezkiriyên hev bûn û li vê dinyayê
mirazê wan ê gihîştina hevdu hasil nebû û ew
ji mirinê şûnde bûne du stêrkên li ezmên. Ew ji wê û pê ve li ezmên li mirazên xwe digerin. Ew di dema gerra xwe
ya li ezmên de geh nêzikî
hev dibin, geh ji hev dûr dikevin.
Dema ku bi şevan li
ezmên in, pey roçûnê re ew berî stêrkan gîşan xuya dibin û bi rojhelat re jî ew li pey gîşan wenda dibin. Carcaran ew digihêjin hev û ser hev re jî derbas dibin. Di nava xelkê de tê gotin ku, kengê mirov bibîne ku
mirazê wan hasil dibe,
ew digihêjin hev û di
ser hev re derbas dibin, mirov ji Xwedayê xwe çi mirazî bixwaze ew ê hasil bibe. Kesên ku bi ilmê stêrknasiyê re eleqedar in, kesên ku hesabên gerrên wan dikin,
ne tiştekî dûr e ku bizanibin bê ka ew ê kengê bigihêjin hev. Lê kesekî hay ji van tiştan tunebe nizane û ji ber ku nizane jî bi rasthatinê nebîne, nikare derbasbûna wan a ji ser hev re bibîne.
Ew salê çend caran nêzî hev dibin, lê derbasbûna wan a di ser hev re tiştekî pirr
tewrende ye”
Ji Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, r. 53
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder