29 Temmuz 2015 Çarşamba

Fêrikê Ûsiv


Helbest û berhemên Fêrikê Ûsiv, helbestvanê Kurdên me yên Qefqasê encax îsal, bi xêra kulfeta xwe Firîda Hecî Cewarî, Kawa Nemir û Weşanxaneya Lîsê, gihîşte ber destên gelek kesan. Min jî hersê kîtabên wî yên ji helbestên wî pêk tê çend mehan berê bi dest xwe xistin û cilda wan a yekem çend hefteyan berê dest xwe kir ku bixwînim. Heyf ku ez ewqas sal ji helbestên wî bêpar mame. Ji Kurmanciya wî ya şêrîn a ku li min gelek nas û sade [diha, orta, yêr, qêmîş bûn, daximîş bûn, dûşmîş bûn û hwd.], ya ku qet hewl nedaye ku "xwerû", pê re jî girantir, bike. Hele helbestvanek di helbestên xwe de qala stêrkan, çerxa felekê dike jî ew, wek xwînerekî helbestan, li ber çavên min dibe stêrkekî/a helbestan.

Gava wan demên han Kawa Nemir gotibû "Fêrik helbestvanekî ji Cegerxwîn mezintir e", ji min re, dîsa wek xwînerekî helbestan, him qiyaseka bêmehne, him jî giran hatibû. Ji ber ku, mîna gelek kesan, ji min re jî Cegerxwîn li asteka gelekî bilind û bêhempa tê [Ez di ber re, hîn ku mijar hatiye ser bibêjim, ne wek helbestvan, lê wek helbest lûtkeya helbesta Kurdî "Bilbilê Dilşadî" ya Seydayê Tîrêj e]. Lê ji dû qedandina cîlda yekema Fêrikê Ûsiv re, ez dikarim bibêjim ku ew ne zêdegotinek e. Qiyaseka wiha meriv bi dilrihetî dikare bike. Belê ez hîn jî nehatime ser fikra ku Fêrik wek helbestvan ji Cegerxwîn mezintir e, lê ger yek bibêje jî heqê xwe heye. 

Herwiha bi xwendina helbestên wî re ez pê hesiyam ku stranên Nîzamettîn Ariç ên albûma xwe ya dawîn (Azadi) bi pirranî ji Fêrikê Ûsiv hatine helgirtin.

Ji nav helbestên Fêrik ên cîlda xwe ya yekem zêdetir "Zembilfiroş" û "Xewna Mîrmih" li xweşiya min çûn. Helbet yên ku Nizamettin Ariç şîrove kirine jî xweş in, lê Zembilfiroş yek ji helbestên xweşiktirîn ên ku min heta niha xwendin e.



"Benî Xanim ji jorê dibîne
Hizingekê radihêle
Serê Nazik dadihêle
Mîna şirdanê karîbarê
Cotê guliyan têne xwarê
Beden wekî nûr nederê
Çawa ku rojê ji pişt çiyê derê"

"Xanim rewşa te ji nûr e
Bejn û bal bê qisûr e
Bi wî kim xaliqê xefûr e
Ya min û te ji hev dûr e"

"Tu metirse bi pêş de were,
Li min tê bêhna misk û ember e"

"Xanim te sîng nûr neder e
Ava avilheyatê li ser e
Ez bi wî bikim, ela ekber e
Ji nefsa min re wekî jehr e"

"Kuro, lê were metelê
Wekî tu nebêjî, belê
Ez ê te biavêjim kelê
Tu bikşînî pirr xederê"

"Got bibêjin qewazêd li derî
Bila bigirin vî nemêrî
Bavêjin zindana jêrîn
Belkî fehm bike şer û xêrî"






Xewna Mîrmih jî helbestekî felsefîk û li dû şopa "nemirî"yê ye. Lê ma kî ji mirinê reviyaye û xwe gihandiye avilheyatê:


"Got: Ho xorto, tu bi xêrî
Biter bûyî li vî yêrî
Got: bi xêr im, ne bi şer im
Feqet li xêra tam digerrim"

"Xwedê bi keremî, 
Dinya wiha torat kiriye,
Yek daye, êk dewsê biriye
Tebiyet kiriye hezar terz e
Kevin dimire, bo teze
Gulek belgan diweşîne
Li dewsê dertê yeka şîn e
Çemek diçe ser behran e
Yek jî dertê li cî û dêran e
Çiyayek dixure li binê erdê
Di rex de yekî din dertê
Stêrkek tê dîhar e,
Diqulibe yek tê xwar e
Mirin Mîrmih erhede ye
Bi emir re perwede ye
Li kû ruh û nefes heye
Mirin jixwe li wir jî ese ye"


11 Temmuz 2015 Cumartesi

Çend Gotinên Mezinan - F


* Faydeya gavanan, sîwarbûna kera ye
* Fikir çi be zikir jî ev e
* Filankes çîçeke bervero ye
* Filankes dûvê qantirê ye ne dirêj dibe ne qut dibe
* Filankes golikê henî-beş e
* Filankes kera(kêça, kûçika) dixwesîn
* Filankes kerrika dicû
* Filankes kevirê bin bîrê ye
* Filankes kora difetisîne
* Filankes kûçika nal dike
* Filankes mirîşka gêj e ( mirîşka ser serjêkirî ye)
* Filankesî neynûk tune ku xwe bixwirîne
* Filankes teniya bi don e
* Filankesî bi pera bikirî û bi keviran bikujî
* Filankes bûye gurê devbixwîn
* Filankes çav li roja reş e
* Filankesî mêş jê naêşê
* Filankes pirr tê difirrîne
* Filankes ne ji defê re ne ji zurnê re dibe
* Firra mirîşka ta enîşka (ta kadînê)
* Fis di nav sisiya de wenda dibe
* Fis kir gû derket


Çend Gotinên Mezinan - A

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

Çend Gotinên Mezinan - E

4 Temmuz 2015 Cumartesi

مجنون نبودوم مجنونم کردی - Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn



"Stêrên li ezmên nexşa zemînê ne"
مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yarê

کدوم کوه و کمر بوی تو داره یار
Li kîjan çiya û cihî heye bîhna te, yarê
کدوم ماه جلوه روی تو داره
Li kîjan hîvê cîlweya rûyê te heye
همون ماهی که از قبله زند فریاد
Li ew meha ku ji qibleyê feryad dike
نشون از طاق ابروی تو داره
Nîşana qewsên birûyên te heye


مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yarê

الا دختر که موهای تو بوره یار
Ey keçê ku porrê te zer e
به حموم میروی راه تو دوره
Tu diherî hemamê, rêya te dûr e
به حموم میروی زودی بیایی یار
Tu diherî hemamê, tu zû werî yarê
که اتیش بر دلوم مثل تنوره
Ku arê ber dilê min mîna tenûrê ye


مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yar

ستاره در هوا نقش زمین یار
Stêrên li ezmên nexşê zemînê ne, yar
خودوم انگشتروم یاروم نگین
Ez bixwe gûstilk û yara min cewhera ser
خداوندا نگهدار نگینش باش
Xweda cewhera wê biparêze
که یار اولو اخر همینه
Ku yar him ewel û him axir e

مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yar

1 Temmuz 2015 Çarşamba

Leyl û Mecnûn

Leyl(a) û Mecnûn, yanê Mişterî û Zuhre, yanê Jupiter û Venûs, yanê Berçîs û Gelawêj dîsa li ezmanê, di şevên havînê yên tijî stêrk de, berê xwe dane hev, li hev nêzik bûne ku miraza xwe ya ku li rûyê dinyayê hasil nebûye, li rûyê ezmên hasil bikin û bigihîjin hevdu.
"Mecnûn û Leyla du hezkiriyên hev bûn û li vê dinyayê mirazê wan ê gihîştina hevdu hasil nebû û ew ji mirinê şûnde bûne du stêrkên li ezmên. Ew ji wê û pê ve li ezmên li mirazên xwe digerin. Ew di dema gerra xwe ya li ezmên de geh nêzikî hev dibin, geh ji hev dûr dikevin. Dema ku bi şevan li ezmên in, pey roçûnê re ew berî stêrkan gîşan xuya dibin û bi rojhelat re jî ew li pey gîşan wenda dibin. Carcaran ew digihêjin hev û ser hev re jî derbas dibin. Di nava xelkê de tê gotin ku, kengê mirov bibîne ku mirazê wan hasil dibe, ew digihêjin hev û di ser hev re derbas dibin, mirov ji Xwedayê xwe çi mirazî bixwaze ew ê hasil bibe. Kesên ku bi ilmê stêrknasiyê re eleqedar in, kesên ku hesabên gerrên wan dikin, ne tiştekî dûr e ku bizanibin ka ew ê kengê bigihêjin hev. Lê kesekî hay ji van tiştan tunebe nizane û ji ber ku nizane jî bi rasthatinê nebîne, nikare derbasbûna wan a ji ser hev re bibîne. Ew salê çend caran nêzî hev dibin, lê derbasbûna wan a di ser hev re tiştekî pirr tewrende ye” 

Ji Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, r. 53