15 Mart 2015 Pazar

Mela Memedcan û çiroka xwe

Min çîroka vê stranê tim meraq dikir û têde hikayeyeka ku digihîje taliyeka(axireka) xweş  hebûye. Li gor wîkîpediya ya Farisî çîroka Mela Memdcan wiha ye:

Ew hîkayeyeka kevina, li Efxanîstanê, di dema Siltan Huseyîn Bayqarayî(~1400'an), siltanekî Tîmûriyan, de qewimiyayî ye. Li medreseyeka nêzika Heratê, li nêzika ziyareteka li wê derê, şagirtekî bi navê Mela Memedcan hebûye û wî li wê medereseyê serf û nehîw dixwendiye. Di ber re jî carcaran, ew diçûye ser kaniyeka li nêzika medreseyê, li wir vêsî(vedihêsiye) dikiriye û li wir rûdiniştiye. Rojeke Mela Memedcan dîsa li wir rûdiniştiye û keçikeka bi navê Eyşa, keçikeka serdarekî mezinê Tîmûriyan, hatiye ser kaniyê ku avê bibe. Ji nişka ve bayek rabûye û çîta(rûpûşa) Eyşayê lê firriyaye û çûye gêra ber nigên Mela Memedcan bûye. Eyşayê kiriye ku here çîta xwe rake û ber ve Mela Memedcan çûye, û hînga çavê Mela Memedcan û yê Eyşayê li hev ketiye û ew li hev aşiq bûne.

Ji wê gaveê şûnde êvîna Eyşayê aqil li serê Mela Memedcan biriye û wî êdî aqilê xwe nedidaye serf û nahîwê û di aqilê wê de tenê Eyşa hebûye. Wî xwazgînî şandine mala Eyşayê, lê bavê Eyşayê, Eyşa nedaye.

Lê herdu aşiq li hev sadiq mane. Eyşa di roja Newrozê de çûye Mezara Şerîf, cihê ku tê bawer kirin tirba Hezretî Elî lê ye, li wir da ku derda eşqa wê re dermanek were, zêmarek straye. Zêmar jî orjînala ew strana ku îroj wek Mela Memedcan tê xwendin bûye.
Tesadifen, wexta Eyşa wê stranê distraye, Elî Şîr Newaî, wezîrê Tîmûriyan, di wir re derbas dibûye û ew denga bi xem û derd, ew gotinên bi dilêş çûne guhên wî. Ji firaset û têgihiştînê wî tê derxistiye ku di xwendina vê stranê de derd û êşeka giran heye. Ew çûye hindê Eyşayê û bi mîhrîbanî û milayîmî jê pirsiyaye, ka ew Mela Memedcana kî ye û ka çima di xwendina wê de ewqas derd û êş heye. Eyşa siftê ji fedokî û edeba xwe sirra xwe nabêje, lê Elî Şîr newayî bi şiklekî dilrehmî jê dipirse û soz dide, eger ew rastiyê bibêje, ew ê jê re bibe alîkar. Eyşa hînga sirra xwe bi Elî Şîr Newaî re dibêje û bi ser de jî dibêje ku Mele Memedcan yek ji telebeyên medreseyê we ye. Sibêya wê rojê, hema Elî Şîr Newaî, dihere ji bavê Eyşayê, Eyşayê ji Mela Memedcan re dixwaze, û bavê Eyşayê ku berê ew zewaca qebûl nekiribû, Eyşayê dide Mela Memedcan û bi vî hawî miraza wan aşiqan hasil dibe.






Azam Alî - Mela Memedcan



Pûran- Mela Memedcan


بیا که بریم به مزار ملا ممد جان
Were ku em herrin Mezar, Mela Memed can

سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can
بیا که بریم به مزار ملا ممد جان
Were ku em herrin Mezar, Mela Memed can

سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can


برو با یار بگو یار تو آمد

Here ba yarê, bibêje yara te hat
گل نرگس خریدار تو آمد

Xerîdarê gul û nêrgîzên te hat
گل نرگس خریدار تو آمد 
Xerîdarê gul û nêrgîzên te hat
برو با یار بگو چشم تو روشن
Here ba yarê, bibêje çavên te ronahî
همان یار وفادار تو آمد
Ev yarê te yê wefadar hat
همان یار وفادار تو آمد
 
Ev yarê te yê wefadar hat
بیا که بریم به مزار ملا ممد جان 
Were ku em herrin ser Mezar, Mela Memed can
سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can


بیا ای یار که مجنون تو هستم

Were ey yarê Mecnûnê te me ez
خراب لعل میگون تو هستم

Xerabê lêvên te me
خراب لعل میگون تو هستم

Xerabê lêvên te me
نمیبوسم لب پیمانه ی می

پرشان و جگر خون تو هستم

Perîşan û cegerxwînê te me
پرشان و جگر خون تو هستم

PerÎşan û cegerxwînê te me
ا که بریم به مزار ملا ممد جان
Were ku em herrin ser Mezar, Mela Memed can
سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can


سر کوه بلند فریاد کردم

Li serê çiyayên bilind feryad kir
علی شیر خدا را یاد کردم

Elî yê Şêrê Xwedê re ya kir
علی شیر خدا یا شاه مردان

Elî yê Şêrê Xwedê, ya Şahê Merdan
دل ناشاد ما را شاد گردان

Dilê neşad, li me şad bike
علی شیر خدا دردم دوا کن

Elî yê Şêrê Xwedê derdê me dewa bike
مناجات مرا پیش خدا کن

Minacetê me pêşkêşî Xwedê bike
چراغ‌های روحانی نذر تو می‌دم

Çiraxên ronahiyê te re vêdixim
به هر جا عاشق است دردش دوا کن

Li her kû aşiq hene, derdên wan dewa ke

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder