2 Mart 2015 Pazartesi

Cyrusbot, zehmetkêşekî Wîkîferhengê

Zehmetkêşekî Wîkîferhengê: Cyrusbot















Dîmeneka bêhempa bo Kurdî!
Wek tê zanîn Wîkîferheng çend rojan berê di nav ferhengên mezintirîn ên Wiki'yê de, bi hejmara peyvên xwe yên ji 440.000 peyvan zêdetir, bû ya 10'mîn. Jixwe Wîkîferheng bi hebûna xwe re jî bo Kurdî têra xwe xwedî ehemiyeteka bêhempa ye, lê bi gihîştina xwe ya vê qonaxê re ew gihîşt merhaleyeka, qonaxeka nayê tearîf kirin.

Jixwe ew ne bi rojeke re, ne bi peyveke re gihîşte vê qonaxê. Tê de zehmet û keda bi salan e ku ji hêla gelek kesan ve, bi şev û rojan tê kirin heye. Li berî gişan jî ya hêja Husein Muhammed  heye. Heta çend salan hema bêje wî bitena serê xwe kar û bara wê hildabû ser piyên(milên) xwe. Wî bi ked û emega xwe bêhempa bingeheka bêhempa danî ku ên ji dû re werin li ser vê bingehê Wîkîferhenga îroj ava bikin. Paşê Mahsûm Onen(George Animal), Gybu, Dilyar û Mohajeer ên din gihîştin hewara wî. Min jî di ber re bi bernavê Cyrus the Virus xwe tev li vî karî dikir.


Zehmetkêşên Wîkîferhengê
Lê ji ber ku em hevdu ji nêzik ve nas dikin, ez bi vê nivîsê re dixwazime qala zehmetkêşekî din î Wîkîferhengê yî ku li pêş perdeyê, pir xuya nabe bikim. Ew him li ser bingeha ku hêjayên li jor min qal kir danîne, him jî bi çavkaniyên ku li derdoran ji xwe re peyda kirine, jê re pêşkêş bûne, bi şev û roj bo Wîkîferhengê şixuliyayî/dişuxile û heta niha ji 270.000 hezaran zêdetir rûpel bo ferhengê çêkirine û têde 570.000 sererastkirin kirine. Belê ez qala Cyursbot dikime. Jixwe ew li piş perdeyê dişuxile û karên xwe wek encam tên dîtin, lê zehmet û hazirkirina peyvên ku ew çê dike jî li piş heft perdeyan, bi şirîkiya gelek kesan pêk hatiye.

Zehmetkêşên pişperdeyan, Bot!

Min ji berê de ji Wîkferhengê sûd werdigirt û min peyvên ku tê de kêm didîtin, bi taybetî yên herêmî, bi bernavê Cyrus the Virus li Wîkîferhengê zêde dikirin. Lê min wan deman dîsa bi eynî bernavî, zêdetir di Wîkpediyayê de kar dikir. Lê, paşê min hêdî hêdî giranî da ser Wîkîferhengê. Wexta ku min di rezbera 2012'an de jîrtelefonê xwe yê siftê yê bi pergala Androidê stand, min berê xwe da ser Google Playê ku ji xwe re ferhengeka Kurdî daxînim. Lê mixabin min tu ferhengên ku têra xwe kêrî meriv were nedîtin. Û ji ber ku ez berê de bi programsaziya kompîtûrê re eleqedar dibûm, min biryar da ku ez ferhengeke bo pergela Androidê çê bikim [Eger ne şaş bim, min berî wê jî dest bi çêkirina ferhengeka bo kompîtûran kiribû]. Min bo wê ferhengê jî, çavkaniya baştirîn Wîkîferheng didît. Gava ez li rêyeke digeriyam ku çavkaniyên Wîkîferhengê bi dest bixim, çito bû nayê bîra min, lê paşê min dît ku çavkaniyên Wîkîferhengê wek formata .xml li ser navnîşana Wikimedia Database Dumps'ê tên weşandin û hînga karê min pir hêsantir bû. Min ew çavkaniyan daxistin û dest bi çêkirina WQFerhengê kir. Lê di ber re jî min digot ku ez çito bikim ku Wîkîferheng bigihîjînim cihekî çêtir. A hînga min versiyonên siftê yên Cyrusbot'ê yên ku peyvan peyda dike û paşê jî wan dixe Wîkîferhengê çêkirin. Bi vî hawî min dest bi peydakirina ferhengan kir.
    Ferhengên ji TürkçeKürtçeSözlük.comê
  •  Min peyv bi bernameya ku min çêkiribû, ji ferhenga mezinitirîna wê demê turkcekurtcesozluk.com'ê daxistin ser kompîtûra xwe û dest bi têxistina wan a Wîkîferhengê kir. Min bi yên Tirkî dest pê kir. Lê wê çaxê ez hîn hinekî ecemî bûm, min ew him dixistine Wîkîferhengê, him jî wergerrên wan dixistine bin peyvên eleqedar û him jî ew dîsa yek bi yek li ser Webê sererast dikirin. Ji ber ku ew li ser Webê dibû, kar him hîn bi zehmet dibû, him jî demeka dirêj digirt. Lê dîsa jî bi vî hawî min demeke peyv têxistine Wîkîferhengê. Lê paşê her ku çû min kar pratîktir û hêsantir kir. Min siftê peyv li ser .xml'ê, offline, li gor formata ku bernameya min nas bike hazir dikirin, sererast dikirin. Min hîn ku tênexistine, ew bi çavkanî yên Wîkîferhengê yên di dest min de bûn re didan berhev û bi vî hawî karê ku li ser Webê dibû pir kêm bû. Min siftê yên Tirkî û paşê yên Kurdî têxistin Wîkîferhengê. Di ber re min peyvên Îngîlîzî-Kurdî pêde pêde, hêdî hêdî wegerandin Kurdî û ew têxistin ferhengê. Lê ên ez zêdetir westandim, peyvên Almanî bûn. Ji ber ku sererastkirinên xwe pir dem girt. Bi vî hawî eger ne şaş bim, min ê 80.0000-90.000 peyv têxistibe Wîkîferhengê.
Ferhenga kamêran wek .xml

  • Paşê min dest bi lêgerîna ferhengên li ser webê kir. Ên ku ez bikaribim veguherînim, formata .txt an jî .xml peyda kirin. Min ferhengên li ser Afrîn.Net dîtin. Min peyvên wê yên Almanî daxistin, yên ku di ferhengê de tune bûn, derxistin û ew sererast kirin. Bi vî hawî jî min bi Cyrusbotê peyvine têxistine Wîkîferhengê. Ez bawer im bi vî hawî jî 2-3 hezar peyv hatin têxistin Wîkî'yê.

  •  Paşê Ferhenga Kamêran li ser înternetê bi dest xist. Ew ji .pdf'ê veguherende dosyeya .txt'ê û ji wir jî veguherende .xml, bi bernameya C#ê ew sererast kir, cûre çêkirin û hwd. û bi vî hawî min ji 7000'an zêdetir peyv têxistine Wîkîferhengê. Jixwe ew jî karekî zehmet bû ji min re, lê Cyrusbot ew mîna brûskê têxistin ferhengê.

Gotinên Pêşiyan


  • Ferhenga Gotinên Pêşiyan a hêja Çiya Mazî heta herfa d li ser înternetê hebû. Min ew jî daxist ji dû li hev veguherandin û sererastkirinên programatîk û bi destan re ew jî têxiste Wîkîferhengê.









    Ferhenga Biwêjan
  •  Min Ferhenga Biwêjan a Mûstafa Borak li ser înternetê dît. Ew jî ji dû gelek li hev veguherandinan, sererastkirinan, çavlêgerandinan têxiste Wîkîferhengê. lê ew yek ji karên zehmettirîn bû. Ji ber ku min çav li nêzî 9000 biwêjan gerand û wê çend rojan girt.





Zazakî-Kurmancî

  •  Jixwe kêmasiya di zareva yên Zazakî û Soranî de jî bal dikişand. Min Ferhenga Zazakî-Kurmancî ya hêja Seîd Veroj ên bi tîpa a û tîpa b dîtin û ew ji .pdf'ê veguherandine .txt'ê û li ser  wan xebitîm. Bi vî hawî jî min ji 2000'an zêdetir peyvên Zazakî têxistin Ferhengê. Ew ferhenga tenê bo van du tîpan li ser Webê liberdest e.




Ferhenga Salah

  •  Ferhenga  Salah Sadallah ya Îngîlîzî-Kurdî min ji dû  jihevderxistin, formatkirin, sererastkirin dûdirêj re têxistine Wîkîferhengê ku ew jî nêzî 50.000 peyv bûn.


  •  Ji Ferhenga Farisî-Kurdî  ya ku min li ser malpera Kurdên me yên Xorasanê dîtibû daxist û ji wan min bereambera Kurdî ya peyvên Farisî dîtin û ew jî têxistin Wîkîferhengê ku ew jî dor 5000 peyvan bûn.
Farisî-Kurdî


  • Ew ferhengên ku min bi çavkaniyên derveyî peyv têxistibûn Wîkîferhengê. Lê him ji dû ku min ew peyvan têxistibûn, him jî, di ber re, min ji çavkaniyên ku Wikimedia'yê wek dump diweşandin peyv derdixistin û dixistine Wîkîferhengê. Ne tenê ji Wiktionary'ya Kurdî jî, ji Wiktionary'ya Farisî û Îngîlîzî jî min peyvên Farisî, Almanî derdixistin, ew sererast dikirin, werdigerandin Kurdî û dixistine Wîkîferhengê. Bi vî hawî jî belkî ji 10.000'an zêdetir peyv hatibin têxistin Wîkîferhengê.
  •  
  •  Herwiha ji ber ku ez ji Almanî bo Kurdî wergeran dikim, di ber re peyvên Almanî yên ku min derxistine wek .xml hazir dikim û dû re wan têdixim Wîkîferhengê. Bi vî hawî qe nebe rojê 5-10 peyv ên Almanî li Wîkîferhengê zêde dibin. Ew bo Farisî jî wiha be jî ew li gor Almanî pir kêm in.


    Bikarnîn, Jê, Herwiha
  •  Çavkaniyên yên ku dem bi dem li ser Wikimedia'yê wek .xml dihatin weşandin jî bo derxistina peyvên Kurdî jî çavkaniyeka baş bû. Jixwe di vê de xebatên hêja Husein Muhammed kiribûn, bingeh û çavkaniyeka bêhempa pêşkêş dikir. Beşa "Bikaranîn"ê, û hin peyvên ji beşa "Ji" bo çêkirina peyvên nû çavkanîyeka girîng bû. Ew peyvan bi hawiyekî wiha têrtijî ji hêla Kek Husein Muhammed ve hatibûn çêkirin û min jî bi programa çêkiribû ew ji hev derdixistin, sererastkirin û dixistine Wîkîferhengê. Bi vî hawî jî qe nebe 50.000 peyv ê hatibe çêkirin. Jixwe beşa "Herwiha" bo dîtina peyvan a li ser Wîkîferhengê hêsantir dike. Bi vî şiklî, gava ku yek li ser ferhengê "rihet"ê bigere, ew ê bi beralîkirina nivîsandinên ji hev cuda berê xwe bide ser rûpela resen "rehet"'ê.
Peyvên ji hevwateyan bi wergerên xwe ve
  •  Hawiyekî din î çêkirina peyvan, çêkirina peyvan a ji hevwateyên hev bû. Peyvên ku hevwateya peyvine din bûn û rûpela wan tunebû, min bi rêya bernameya ku min çêkiribû ji hev derxistin û ew li ser Wîkîferhengê zêdekirin.
  •  Helbet beralîkirinên awayên nivîsandinê yên peyvan jî tiştekî girîng e. Ew him lêgerîn û dîtina peyvan hêsan dike, him jî meriv dikare peyvên zimanên din ên ku bi awayên cida cida hatine ravekirin, lê mebesta xwe eynî peyv e wergerrîne peyva mebest dibe. Ew bo çêkirina wergerrandinan a bi bernameya ku min çêkiriye, tiştekî girîng e.

Ew gavên ku min li jor qal kiribûn, gavên girîng ên bo çêkirina nêzî 270.000 rûpelên Wîkîferhengê yên ji hêla Cyrusbot ve bûn. Di ber re, ferhengokên biçûk ên ku min sererastkirin, çêkirin û dixistine ferhengê jî hebûn, lê piraniya peyvan wek li jor qalbûyî hatin çêkirin û jixwe me têra xwe qala wan jî kir.

Ji xeynî çêkirina rûpelan a bi Cyrusbot, herwiha gelek tiştên din jî pê hatin kirin ku ew jî bo sererastkirin, dewlemendkirin a ferhengê girîng bûn. Wek mînak;

Zêdekirina wergerr, Hevwate yan
  •  Beşa Wergerê bi bernameyê li gor zimanan hat rêz kirin, navên zimanan ên di wê beşê de hatin wergerrandin beramberên Kurdî, werger hatin sererast kirin û hwd.
  •  Peyvên bi zimanên din(Almanî, Farisî, Îngîlîzî, Tirkî) hatin wergerandin Kurdî û ew di bin beşa Wergerê ya beramberên xwe yên Kurdî de hatin zêde kirin. Wekî ku li wêneyê kêleke di beşa Wergerrê de tê dîtin.
  •  Peyveka ku bi peyveka din ve wek wate qet nebe di du peyvan de heye, wek hevwate di bin peyva pê re tev heye de de hat zêdekirin. Wek di wêneya li hêl, di bin "parêzker" de xuya dibe. Rêza diduyan a wate'yê bi vî awayî di bin parêzker de hat zêdekirin. Wekî vê gelek peyvên din jî hatin zêdekirin.
A ew ên li jor qal bûn, merhaleyên girîngên çîroka Cyrusbot bûn. Çîroka me çû leqatê, rehm li dê û bavên xwendevana...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder