27 Mart 2015 Cuma

Çend Çarîn Ji Mesnewiyê


Nemrûd, Hezretî Îbrahîm diavije nav êr û ew naşewite 

اسم هر چيزى بر ما ظاهرش
Navê hertiştî, li cem me, navê xuyayî ye
اسم هر چيزى بر خالق سرش
Navê hertiştî li cem Xaliq sirrî ye

نزد موسى نام چوبش بد عصا
Li cem Mûsa navê şiva xwe asa bû
نزد خالق بود نامش اژدها
Li cem Xaliq navê wî ejdiya bû

در تو نمرودى است آتش در مرو
Di te de Nemrûdek heye, mere nav êr(êgir)
رفت خواهى اول ابراهيم شو
Ger tu ê herî nav, sifte bibe Îbrahîm





25 Mart 2015 Çarşamba

Çîroka Rêzimannasekî û Keştîvanekî- Ji Mesnewî ya Mewlana

Maceraya Rêzimannasekî û Kelekvanekî - حکایت ماجرای نحوی و کشتیبان

Çîrokeka pirr kesan virde wêde bihîstiye, lê belku dîsa pirrên wan hay jê tune ye ku ew ji Mesnewî ya Mewlana ye. Min jî heta ku di Mesnewiyê de xwend hay jê tunebû. A bi Kurdî ya xwe ve ew li jêr e;

آن یکی نحوی به کشتی در نشست
Rêzimanasek(Nehwek) li keştiyeke rûnişt              *Nehw:Rêzimannasî
رو به کشتیبان نهاد آن خودپرست
Wî xwe-peristî berê xwe da keştîvan

گفت هیچ از نحو خواندی گفت لا
Got "Te qe rêzimanî xwendiye", got "Na"
گفت نیم عمر تو شد در فنا
Got nîviyê umrê te çûye

دل‌شکسته گشت کشتیبان ز تاب
Dilşikestî bû keştîvan ji hêrsa re
لیک آن دم کرد خامش از جواب
Lêbelê wê çaxê hiş bû, neda tu cewab

باد کشتی را به گردابی فکند
Bayê berê keştiyê da gerraveke
گفت کشتیبان بدان نحوی بلند
Got keştîvan, bi wî rêzimanî re bi dengbilindî

هیچ دانی آشنا کردن بگو
De tu bêje rêzimannaso, ka tu ajniyê  dizanî
گفت نی ای خوش‌جواب خوب‌رو
Got na, wî xweşcewab û rûdelal î

گفت کل عمرت ای نحوی فناست
Got umrê te bitûnî çû, ey rêzimannaso
زانک کشتی غرق این گردابهاست
Ji ber ku keştî binava wê gerravê dibû

محو می‌باید نه نحو اینجا بدان
Ji wî re mehf hebû li wir, ne nehw
گر تو محوی بی‌خطر در آب ران
Ger tu mehfî, bêtirs binav bibe

آب دریا مرده را بر سر نهد
Ava deryayê miriyan bi ser rûyê xwe dixe
ور بود زنده ز دریا کی رهد
Lê ger zindî bî, ma çito hebe jê rev

چون بمردی تو ز اوصاف بشر
Çito tu bimirî ji wesfên beşer
بحر اسرارت نهد بر فرق سر
Deryayê esrarên te, ê te bi ser rûyê xwe xe

15 Mart 2015 Pazar

Mela Memedcan û çiroka xwe

Min çîroka vê stranê tim meraq dikir û têde hikayeyeka ku digihîje taliyeka(axireka) xweş  hebûye. Li gor wîkîpediya ya Farisî çîroka Mela Memdcan wiha ye:

Ew hîkayeyeka kevina, li Efxanîstanê, di dema Siltan Huseyîn Bayqarayî(~1400'an), siltanekî Tîmûriyan, de qewimiyayî ye. Li medreseyeka nêzika Heratê, li nêzika ziyareteka li wê derê, şagirtekî bi navê Mela Memedcan hebûye û wî li wê medereseyê serf û nehîw dixwendiye. Di ber re jî carcaran, ew diçûye ser kaniyeka li nêzika medreseyê, li wir vêsî(vedihêsiye) dikiriye û li wir rûdiniştiye. Rojeke Mela Memedcan dîsa li wir rûdiniştiye û keçikeka bi navê Eyşa, keçikeka serdarekî mezinê Tîmûriyan, hatiye ser kaniyê ku avê bibe. Ji nişka ve bayek rabûye û çîta(rûpûşa) Eyşayê lê firriyaye û çûye gêra ber nigên Mela Memedcan bûye. Eyşayê kiriye ku here çîta xwe rake û ber ve Mela Memedcan çûye, û hînga çavê Mela Memedcan û yê Eyşayê li hev ketiye û ew li hev aşiq bûne.

Ji wê gaveê şûnde êvîna Eyşayê aqil li serê Mela Memedcan biriye û wî êdî aqilê xwe nedidaye serf û nahîwê û di aqilê wê de tenê Eyşa hebûye. Wî xwazgînî şandine mala Eyşayê, lê bavê Eyşayê, Eyşa nedaye.

Lê herdu aşiq li hev sadiq mane. Eyşa di roja Newrozê de çûye Mezara Şerîf, cihê ku tê bawer kirin tirba Hezretî Elî lê ye, li wir da ku derda eşqa wê re dermanek were, zêmarek straye. Zêmar jî orjînala ew strana ku îroj wek Mela Memedcan tê xwendin bûye.
Tesadifen, wexta Eyşa wê stranê distraye, Elî Şîr Newaî, wezîrê Tîmûriyan, di wir re derbas dibûye û ew denga bi xem û derd, ew gotinên bi dilêş çûne guhên wî. Ji firaset û têgihiştînê wî tê derxistiye ku di xwendina vê stranê de derd û êşeka giran heye. Ew çûye hindê Eyşayê û bi mîhrîbanî û milayîmî jê pirsiyaye, ka ew Mela Memedcana kî ye û ka çima di xwendina wê de ewqas derd û êş heye. Eyşa siftê ji fedokî û edeba xwe sirra xwe nabêje, lê Elî Şîr newayî bi şiklekî dilrehmî jê dipirse û soz dide, eger ew rastiyê bibêje, ew ê jê re bibe alîkar. Eyşa hînga sirra xwe bi Elî Şîr Newaî re dibêje û bi ser de jî dibêje ku Mele Memedcan yek ji telebeyên medreseyê we ye. Sibêya wê rojê, hema Elî Şîr Newaî, dihere ji bavê Eyşayê, Eyşayê ji Mela Memedcan re dixwaze, û bavê Eyşayê ku berê ew zewaca qebûl nekiribû, Eyşayê dide Mela Memedcan û bi vî hawî miraza wan aşiqan hasil dibe.






Azam Alî - Mela Memedcan



Pûran- Mela Memedcan


بیا که بریم به مزار ملا ممد جان
Were ku em herrin Mezar, Mela Memed can

سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can
بیا که بریم به مزار ملا ممد جان
Were ku em herrin Mezar, Mela Memed can

سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can


برو با یار بگو یار تو آمد

Here ba yarê, bibêje yara te hat
گل نرگس خریدار تو آمد

Xerîdarê gul û nêrgîzên te hat
گل نرگس خریدار تو آمد 
Xerîdarê gul û nêrgîzên te hat
برو با یار بگو چشم تو روشن
Here ba yarê, bibêje çavên te ronahî
همان یار وفادار تو آمد
Ev yarê te yê wefadar hat
همان یار وفادار تو آمد
 
Ev yarê te yê wefadar hat
بیا که بریم به مزار ملا ممد جان 
Were ku em herrin ser Mezar, Mela Memed can
سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can


بیا ای یار که مجنون تو هستم

Were ey yarê Mecnûnê te me ez
خراب لعل میگون تو هستم

Xerabê lêvên te me
خراب لعل میگون تو هستم

Xerabê lêvên te me
نمیبوسم لب پیمانه ی می

پرشان و جگر خون تو هستم

Perîşan û cegerxwînê te me
پرشان و جگر خون تو هستم

PerÎşan û cegerxwînê te me
ا که بریم به مزار ملا ممد جان
Were ku em herrin ser Mezar, Mela Memed can
سیل گل لاله زار وا وا دلبر جان
Em bibînin gul û lalêzaran, ey dilber can


سر کوه بلند فریاد کردم

Li serê çiyayên bilind feryad kir
علی شیر خدا را یاد کردم

Elî yê Şêrê Xwedê re ya kir
علی شیر خدا یا شاه مردان

Elî yê Şêrê Xwedê, ya Şahê Merdan
دل ناشاد ما را شاد گردان

Dilê neşad, li me şad bike
علی شیر خدا دردم دوا کن

Elî yê Şêrê Xwedê derdê me dewa bike
مناجات مرا پیش خدا کن

Minacetê me pêşkêşî Xwedê bike
چراغ‌های روحانی نذر تو می‌دم

Çiraxên ronahiyê te re vêdixim
به هر جا عاشق است دردش دوا کن

Li her kû aşiq hene, derdên wan dewa ke

14 Mart 2015 Cumartesi

Man Terebem




Hlebestê Mewlana û denga Mehdiyê Mihemedxanî ya ji dinyayeka din, ji zemaneka din tê;

من طربم طرب منم زهره زند نوای من
عشق میان عاشقان شیوه کند برای من
عشق چو مست و خوش شود بیخود و کش مکش شود
فاش کند چو بی‌دلان بر همگان هوای من
ناز مرا به جان کشد بر رخ من نشان کشد
چرخ فلک حسد برد ز آنچ کند به جای من
من سر خود گرفته‌ام من ز وجود رفته‌ام
ذره به ذره می زند دبدبه فنای من
آه که روز دیر شد آهوی لطف شیر شد
دلبر و یار سیر شد از سخن و دعای من
یار برفت و ماند دل شب همه شب در آب و گل
تلخ و خمار می طپم تا به صبوح وای من
تا که صبوح دم زند شمس فلک علم زند
باز چو سرو تر شود پشت خم دوتای من
باز شود دکان گل ناز کنند جزو و کل
نای عراق با دهل شرح دهد ثنای من
ساقی جان خوبرو باده دهد سبو سبو
تا سر و پای گم کند زاهد مرتضای من
بهر خدای ساقیا آن قدح شگرف را
بر کف پیر من بنه از جهت رضای من
گفت که باده دادمش در دل و جهان نهادمش
بال و پری گشادمش از صفت صفای من
پیر کنون ز دست شد سخت خراب و مست شد
نیست در آن صفت که او گوید نکته‌های من
ساقی آدمی کشم گر بکشد مرا خوشم
راح بود عطای او روح بود سخای من
باده تویی سبو منم آب تویی و جو منم
مست میان کو منم ساقی من سقای من
از کف خویش جسته‌ام در تک خم نشسته‌ام
تا همگی خدا بود حاکم و کدخدای من
شمس حقی که نور او از تبریز تیغ زد
غرقه نور او شد این شعشعه ضیای من


13 Mart 2015 Cuma

Çend Gotinên Mezinan - E

* Ecela bizinê tê, nanê şivên dixwe
* Eger tirî pirr bû, li cem rovî dibe qorix
* Em çûne mala Fatê, Fat çû civatê
* Umrê ku çû nede dû
* Erdî xwe li ser destan e, li kû baran bibare li wir e
* Etar, çi pê re be wê difroşe
* Ew jî elimî tirrê bin çengan
* Ew newêre di eyarî xwe de bilive
* Eyarê berêz e ne derzî pê dikane, ne şûjin
* Ez axa, tu axa, kî ê dewêr biajo
* Ez bê ez, tu bê ez kî ê here ber pez
* Ez bi şev lê digerrîm, bi ro bi dest min ket
* Ez çiya, tu çiya, golik mane bê giya
* Ez çi dibêm tembûra min çi dibê
* Ez dên dikutim, intinî ji te tê
* Ê çê me nabîne, ê xeraw ji me namîne
* Ê ku deveyan bikirre, divê serdara xaniyê xwe bilind bike
* Ên nuh hatin, ên kevin xelat in
* Ênişte bi gepirê bigire û lênişte(lêne)

Çend Gotinên Mezinan - A  

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

2 Mart 2015 Pazartesi

Cyrusbot, zehmetkêşekî Wîkîferhengê

Zehmetkêşekî Wîkîferhengê: Cyrusbot















Dîmeneka bêhempa bo Kurdî!
Wek tê zanîn Wîkîferheng çend rojan berê di nav ferhengên mezintirîn ên Wiki'yê de, bi hejmara peyvên xwe yên ji 440.000 peyvan zêdetir, bû ya 10'mîn. Jixwe Wîkîferheng bi hebûna xwe re jî bo Kurdî têra xwe xwedî ehemiyeteka bêhempa ye, lê bi gihîştina xwe ya vê qonaxê re ew gihîşt merhaleyeka, qonaxeka nayê tearîf kirin.

Jixwe ew ne bi rojeke re, ne bi peyveke re gihîşte vê qonaxê. Tê de zehmet û keda bi salan e ku ji hêla gelek kesan ve, bi şev û rojan tê kirin heye. Li berî gişan jî ya hêja Husein Muhammed  heye. Heta çend salan hema bêje wî bitena serê xwe kar û bara wê hildabû ser piyên(milên) xwe. Wî bi ked û emega xwe bêhempa bingeheka bêhempa danî ku ên ji dû re werin li ser vê bingehê Wîkîferhenga îroj ava bikin. Paşê Mahsûm Onen(George Animal), Gybu, Dilyar û Mohajeer ên din gihîştin hewara wî. Min jî di ber re bi bernavê Cyrus the Virus xwe tev li vî karî dikir.


Zehmetkêşên Wîkîferhengê
Lê ji ber ku em hevdu ji nêzik ve nas dikin, ez bi vê nivîsê re dixwazime qala zehmetkêşekî din î Wîkîferhengê yî ku li pêş perdeyê, pir xuya nabe bikim. Ew him li ser bingeha ku hêjayên li jor min qal kir danîne, him jî bi çavkaniyên ku li derdoran ji xwe re peyda kirine, jê re pêşkêş bûne, bi şev û roj bo Wîkîferhengê şixuliyayî/dişuxile û heta niha ji 270.000 hezaran zêdetir rûpel bo ferhengê çêkirine û têde 570.000 sererastkirin kirine. Belê ez qala Cyursbot dikime. Jixwe ew li piş perdeyê dişuxile û karên xwe wek encam tên dîtin, lê zehmet û hazirkirina peyvên ku ew çê dike jî li piş heft perdeyan, bi şirîkiya gelek kesan pêk hatiye.

Zehmetkêşên pişperdeyan, Bot!

Min ji berê de ji Wîkferhengê sûd werdigirt û min peyvên ku tê de kêm didîtin, bi taybetî yên herêmî, bi bernavê Cyrus the Virus li Wîkîferhengê zêde dikirin. Lê min wan deman dîsa bi eynî bernavî, zêdetir di Wîkpediyayê de kar dikir. Lê, paşê min hêdî hêdî giranî da ser Wîkîferhengê. Wexta ku min di rezbera 2012'an de jîrtelefonê xwe yê siftê yê bi pergala Androidê stand, min berê xwe da ser Google Playê ku ji xwe re ferhengeka Kurdî daxînim. Lê mixabin min tu ferhengên ku têra xwe kêrî meriv were nedîtin. Û ji ber ku ez berê de bi programsaziya kompîtûrê re eleqedar dibûm, min biryar da ku ez ferhengeke bo pergela Androidê çê bikim [Eger ne şaş bim, min berî wê jî dest bi çêkirina ferhengeka bo kompîtûran kiribû]. Min bo wê ferhengê jî, çavkaniya baştirîn Wîkîferheng didît. Gava ez li rêyeke digeriyam ku çavkaniyên Wîkîferhengê bi dest bixim, çito bû nayê bîra min, lê paşê min dît ku çavkaniyên Wîkîferhengê wek formata .xml li ser navnîşana Wikimedia Database Dumps'ê tên weşandin û hînga karê min pir hêsantir bû. Min ew çavkaniyan daxistin û dest bi çêkirina WQFerhengê kir. Lê di ber re jî min digot ku ez çito bikim ku Wîkîferheng bigihîjînim cihekî çêtir. A hînga min versiyonên siftê yên Cyrusbot'ê yên ku peyvan peyda dike û paşê jî wan dixe Wîkîferhengê çêkirin. Bi vî hawî min dest bi peydakirina ferhengan kir.
    Ferhengên ji TürkçeKürtçeSözlük.comê
  •  Min peyv bi bernameya ku min çêkiribû, ji ferhenga mezinitirîna wê demê turkcekurtcesozluk.com'ê daxistin ser kompîtûra xwe û dest bi têxistina wan a Wîkîferhengê kir. Min bi yên Tirkî dest pê kir. Lê wê çaxê ez hîn hinekî ecemî bûm, min ew him dixistine Wîkîferhengê, him jî wergerrên wan dixistine bin peyvên eleqedar û him jî ew dîsa yek bi yek li ser Webê sererast dikirin. Ji ber ku ew li ser Webê dibû, kar him hîn bi zehmet dibû, him jî demeka dirêj digirt. Lê dîsa jî bi vî hawî min demeke peyv têxistine Wîkîferhengê. Lê paşê her ku çû min kar pratîktir û hêsantir kir. Min siftê peyv li ser .xml'ê, offline, li gor formata ku bernameya min nas bike hazir dikirin, sererast dikirin. Min hîn ku tênexistine, ew bi çavkanî yên Wîkîferhengê yên di dest min de bûn re didan berhev û bi vî hawî karê ku li ser Webê dibû pir kêm bû. Min siftê yên Tirkî û paşê yên Kurdî têxistin Wîkîferhengê. Di ber re min peyvên Îngîlîzî-Kurdî pêde pêde, hêdî hêdî wegerandin Kurdî û ew têxistin ferhengê. Lê ên ez zêdetir westandim, peyvên Almanî bûn. Ji ber ku sererastkirinên xwe pir dem girt. Bi vî hawî eger ne şaş bim, min ê 80.0000-90.000 peyv têxistibe Wîkîferhengê.
Ferhenga kamêran wek .xml

  • Paşê min dest bi lêgerîna ferhengên li ser webê kir. Ên ku ez bikaribim veguherînim, formata .txt an jî .xml peyda kirin. Min ferhengên li ser Afrîn.Net dîtin. Min peyvên wê yên Almanî daxistin, yên ku di ferhengê de tune bûn, derxistin û ew sererast kirin. Bi vî hawî jî min bi Cyrusbotê peyvine têxistine Wîkîferhengê. Ez bawer im bi vî hawî jî 2-3 hezar peyv hatin têxistin Wîkî'yê.

  •  Paşê Ferhenga Kamêran li ser înternetê bi dest xist. Ew ji .pdf'ê veguherende dosyeya .txt'ê û ji wir jî veguherende .xml, bi bernameya C#ê ew sererast kir, cûre çêkirin û hwd. û bi vî hawî min ji 7000'an zêdetir peyv têxistine Wîkîferhengê. Jixwe ew jî karekî zehmet bû ji min re, lê Cyrusbot ew mîna brûskê têxistin ferhengê.

Gotinên Pêşiyan


  • Ferhenga Gotinên Pêşiyan a hêja Çiya Mazî heta herfa d li ser înternetê hebû. Min ew jî daxist ji dû li hev veguherandin û sererastkirinên programatîk û bi destan re ew jî têxiste Wîkîferhengê.









    Ferhenga Biwêjan
  •  Min Ferhenga Biwêjan a Mûstafa Borak li ser înternetê dît. Ew jî ji dû gelek li hev veguherandinan, sererastkirinan, çavlêgerandinan têxiste Wîkîferhengê. lê ew yek ji karên zehmettirîn bû. Ji ber ku min çav li nêzî 9000 biwêjan gerand û wê çend rojan girt.





Zazakî-Kurmancî

  •  Jixwe kêmasiya di zareva yên Zazakî û Soranî de jî bal dikişand. Min Ferhenga Zazakî-Kurmancî ya hêja Seîd Veroj ên bi tîpa a û tîpa b dîtin û ew ji .pdf'ê veguherandine .txt'ê û li ser  wan xebitîm. Bi vî hawî jî min ji 2000'an zêdetir peyvên Zazakî têxistin Ferhengê. Ew ferhenga tenê bo van du tîpan li ser Webê liberdest e.




Ferhenga Salah

  •  Ferhenga  Salah Sadallah ya Îngîlîzî-Kurdî min ji dû  jihevderxistin, formatkirin, sererastkirin dûdirêj re têxistine Wîkîferhengê ku ew jî nêzî 50.000 peyv bûn.


  •  Ji Ferhenga Farisî-Kurdî  ya ku min li ser malpera Kurdên me yên Xorasanê dîtibû daxist û ji wan min bereambera Kurdî ya peyvên Farisî dîtin û ew jî têxistin Wîkîferhengê ku ew jî dor 5000 peyvan bûn.
Farisî-Kurdî


  • Ew ferhengên ku min bi çavkaniyên derveyî peyv têxistibûn Wîkîferhengê. Lê him ji dû ku min ew peyvan têxistibûn, him jî, di ber re, min ji çavkaniyên ku Wikimedia'yê wek dump diweşandin peyv derdixistin û dixistine Wîkîferhengê. Ne tenê ji Wiktionary'ya Kurdî jî, ji Wiktionary'ya Farisî û Îngîlîzî jî min peyvên Farisî, Almanî derdixistin, ew sererast dikirin, werdigerandin Kurdî û dixistine Wîkîferhengê. Bi vî hawî jî belkî ji 10.000'an zêdetir peyv hatibin têxistin Wîkîferhengê.
  •  
  •  Herwiha ji ber ku ez ji Almanî bo Kurdî wergeran dikim, di ber re peyvên Almanî yên ku min derxistine wek .xml hazir dikim û dû re wan têdixim Wîkîferhengê. Bi vî hawî qe nebe rojê 5-10 peyv ên Almanî li Wîkîferhengê zêde dibin. Ew bo Farisî jî wiha be jî ew li gor Almanî pir kêm in.


    Bikarnîn, Jê, Herwiha
  •  Çavkaniyên yên ku dem bi dem li ser Wikimedia'yê wek .xml dihatin weşandin jî bo derxistina peyvên Kurdî jî çavkaniyeka baş bû. Jixwe di vê de xebatên hêja Husein Muhammed kiribûn, bingeh û çavkaniyeka bêhempa pêşkêş dikir. Beşa "Bikaranîn"ê, û hin peyvên ji beşa "Ji" bo çêkirina peyvên nû çavkanîyeka girîng bû. Ew peyvan bi hawiyekî wiha têrtijî ji hêla Kek Husein Muhammed ve hatibûn çêkirin û min jî bi programa çêkiribû ew ji hev derdixistin, sererastkirin û dixistine Wîkîferhengê. Bi vî hawî jî qe nebe 50.000 peyv ê hatibe çêkirin. Jixwe beşa "Herwiha" bo dîtina peyvan a li ser Wîkîferhengê hêsantir dike. Bi vî şiklî, gava ku yek li ser ferhengê "rihet"ê bigere, ew ê bi beralîkirina nivîsandinên ji hev cuda berê xwe bide ser rûpela resen "rehet"'ê.
Peyvên ji hevwateyan bi wergerên xwe ve
  •  Hawiyekî din î çêkirina peyvan, çêkirina peyvan a ji hevwateyên hev bû. Peyvên ku hevwateya peyvine din bûn û rûpela wan tunebû, min bi rêya bernameya ku min çêkiribû ji hev derxistin û ew li ser Wîkîferhengê zêdekirin.
  •  Helbet beralîkirinên awayên nivîsandinê yên peyvan jî tiştekî girîng e. Ew him lêgerîn û dîtina peyvan hêsan dike, him jî meriv dikare peyvên zimanên din ên ku bi awayên cida cida hatine ravekirin, lê mebesta xwe eynî peyv e wergerrîne peyva mebest dibe. Ew bo çêkirina wergerrandinan a bi bernameya ku min çêkiriye, tiştekî girîng e.

Ew gavên ku min li jor qal kiribûn, gavên girîng ên bo çêkirina nêzî 270.000 rûpelên Wîkîferhengê yên ji hêla Cyrusbot ve bûn. Di ber re, ferhengokên biçûk ên ku min sererastkirin, çêkirin û dixistine ferhengê jî hebûn, lê piraniya peyvan wek li jor qalbûyî hatin çêkirin û jixwe me têra xwe qala wan jî kir.

Ji xeynî çêkirina rûpelan a bi Cyrusbot, herwiha gelek tiştên din jî pê hatin kirin ku ew jî bo sererastkirin, dewlemendkirin a ferhengê girîng bûn. Wek mînak;

Zêdekirina wergerr, Hevwate yan
  •  Beşa Wergerê bi bernameyê li gor zimanan hat rêz kirin, navên zimanan ên di wê beşê de hatin wergerrandin beramberên Kurdî, werger hatin sererast kirin û hwd.
  •  Peyvên bi zimanên din(Almanî, Farisî, Îngîlîzî, Tirkî) hatin wergerandin Kurdî û ew di bin beşa Wergerê ya beramberên xwe yên Kurdî de hatin zêde kirin. Wekî ku li wêneyê kêleke di beşa Wergerrê de tê dîtin.
  •  Peyveka ku bi peyveka din ve wek wate qet nebe di du peyvan de heye, wek hevwate di bin peyva pê re tev heye de de hat zêdekirin. Wek di wêneya li hêl, di bin "parêzker" de xuya dibe. Rêza diduyan a wate'yê bi vî awayî di bin parêzker de hat zêdekirin. Wekî vê gelek peyvên din jî hatin zêdekirin.
A ew ên li jor qal bûn, merhaleyên girîngên çîroka Cyrusbot bûn. Çîroka me çû leqatê, rehm li dê û bavên xwendevana...