18 Ocak 2015 Pazar

Ey Av û Av

Feqiyê Teyran ne tenê li Teyr û Tilûran û çûkan guhdarî kiriye û xwendinên wan, ên ji zimanê wan, ji me re (ve)gotine, wî herwiha guhdarî li deng û awazên li derdora me yên ji me re xef, lê ji wî re eyan jî guhdarî kiriye û ew ji me re kifş û beyan kirine.

A li vir bi xwendin û dengdana cenabê Nejatê Zivîngî helbestê Feqiyê Teyran "Ey Av û Av". Wekî ku Feqî di guhê me de bixwîne deng dide.



Çarînek ji helbestê Feqî, bûbû sernivîsa beşeka "Sefernameya Hezar û yek Fersengî" jî

..Vê îlletê beyan bike
Tu vê sirrê penhan bike
Carek li min e'yan bike
Da seh bikin hîkayetê

Binyadbûna menzelê
Dewran û çerx û xîvetê..