29 Aralık 2014 Pazartesi

Stêra Beytelehêm(Bethelem)




"Ji rojhilat Mûxan hatin Orşelîmê û pirsîn; "Ka Padîşhaê Cihûyan, yê ku bi rûyê dinyayê ketiye, li kû derê ye? Me li rohelat stêra wî dît û em hatin ku wî biparêzin"




26 Aralık 2014 Cuma

Esrara Ezel- Umer Xeyam (عمر خیام)



اسرار اَزَل را نه تو دانی و نه من
وین حرفِ معمّا نه تو خوانی و نه من
هست از پس پرده گفت‌وگوی من و تو
چون پرده برافتد، نه تو مانی و نه من

"Esrarê ezel, ne tu zanî, ne ez
Ew giş herfên mieme ne, ne tu dixwinî ne ez
Li piş perdeyê, heye guftûgoya min û te
Çir ku perde li ber rabû, ne tu dimînî ne ez"



Ew çarîna Umer Xeyam sernivîsa beşek ji Sefernameya Hezar û Yek Fersengî bû.

Û li vir jî strandina Elî Riza Qurbanî û Dorsef Hemdanî ve çarînê ji Konserta Xeyam a ku meriv pê sermest dibe;






20 Aralık 2014 Cumartesi

Şeb-î Yelda(شب یلدا) - Şeva Yelda - Şeva Çile


Îşev (şeva 21'ê Qanûnê) Şeva Yelda, Şeva Çile, yanê şeva tewrê(herî) dirêj a salê bû. Ew ji peyva Samî weled, ango bûnê hatibûye. Bi vê şevê re êdî kurtbûna rojan û dirêjbûna şevan temam dibe, ronî dîsa dest bi hikumkirina li şevê dike û roj û ronahî dîsa dest bi dirêjbûnê dikin. Pê re jî, pê de pê de tîna sarma ya zivistanê êdî serberjêr dibe.
Ew cejneka qedîm a ku ji demên berê de tê pîroz kirin e. Cejn, cejna çûna hikumraniya tarî û sarmayê, vegerrîna ronahî û germahiyê ye. Şev çiqas bi tarî zulmet be, çiqas sar û dirêj be, dîsa jî axir lê heye. Wek Sadî yê Şîrazî dibêje;

هنوز با همه دردم امید درمانست
Hîn jî heye omîdî, ji hemû derdên min re
که آخری بود آخر شبان یلدا را
Çito ku axirbûn heye, ji Şevên Yeldayê re


نظر به روی تو هر بامداد نوروزیست
Her awirê li rûyê te Sibê ya Newrozê ye
شب فراق تو هر شب که هست یلداییست
Her şeva bi fîraqa te, Şeva Yeldayê ye


هر که مجموع نباشد به تماشا نرود
.
یار با یار سفرکرده به تنها نرود
.
باد آسایش گیتی نزند بر دل ریش
.
صبح صادق ندمد تا شب یلدا نرود
.
بر دل آویختگان عرصه عالم تنگست
.
کان که جایی به گل افتاد دگر جا نرود
.


و گر شمشیر برگیری سپر پیشت بیندازم
.
که بی شمشیر خود کشتی به ساعدهای سیمینم
.
برآی ای صبح مشتاقان اگر نزدیک روز آمد
.
که بگرفت این شب یلدا ملال از ماه و پروینم
.
ز اول هستی آوردم قفای نیستی خوردم
.
کنون امید بخشایش همی‌دارم که مسکینم
.


سعدی




17 Aralık 2014 Çarşamba

گفتمش بيا (Goftameş Biya)- Min got Were



گفتمش بيا عاشقم هنوز
Min got were, hîn jî ez aşiq im
خنده كرد و گفت در غمت بسوز
Keniya û got, bişewite di nav xema xwe de
هر چه مي كشم اي ياران از جفاي اوست
 Herçi ku ez dikşînim, ey yaran, ji cefaya wê ye
گريه هاي من اي ياران از براي اوست
Girînên min, ey yaran, ji rûyê wê ye
در فراق او عاشقان خسته جان شدم
Ji fîraqa wê, ey yaran,bûm dilnexweş
اين ترانه را چگونه سر كنم كه بي زبان شدم
 Çito bi serî bikim, vê kilamê  ku ez bêziman ketim
مي شود بهار عاشقان جاودان از او
Bihar tê, ey yaran, bi hebûna wê re
پس دگر مپرس چرا بدون او چنان خزان شدم
Jê şûnde mepirs, çima bê wê xizan ketim
رفته اي کنون چون جوانيم
Niha çû ew, mîna ciwaniya min
طي شد اين چنين زندگانيم
Niha çû ew, mîna umrê min
در دلم هنوز اي ياران اشتياق اوست
Di dilê min de, ey yaran, hîn jî  îştiyaq ev e
ناله هاي من اي ياران از فراق اوست
Nalîna min, ey yaran, ji fîraqa wê ye
در فراق او عاشقان خسته جان شدم
Ji fîraqa wê, ey yaran, bûm dilnexweş
اين ترانه را چگونه سر كنم بي زبان شدم
Çito bi serî bikim, vê kilamê  ku ez bêziman ketim
مي شود بهار عاشقان جاودان از او
Bihar tê, aşiqno, bi hebûna wê re
پس دگر مپرس چرا بدون او چنان خزان شدم
Jê şûnde mepirs, çima bê wê xizan ketim

12 Aralık 2014 Cuma

Ateşî Dil




آتشی در سینه دارم جاودانی
A(gi)rek di sîneya min de ye, bêdawî
عمر من مرگیست نامش زندگانی
Umrê min ê ku navê xwe jiyan e, dibe dawî
رحمتی کن کز غمت جان می سپارم
Li min were rihmê ku can didime, ji xema te
بیش ازین من طاقت هجران ندارم
Ji vê zêdetir, li min taqet nîne, ji hîcranê re
کی نهی برسرم پای ای پری از وفا داری ؟
Kîçax tu ê daînî pêyê xwe ber serê min, ey perî, bi wefadarî,
شد تمام اشک من بس درغمت کرده ام زاری
Bes min hêsîr barandin, ji eşqa te, bes nalîn û zarî
نو گلی زیبا بود حسن و جوانی
Guleka xweşik û rindik bû, delalî û ciwanî
عطر آن گل رحمت است و مهربانی
Bîhna wê gulê him rehmet e û him mihrîbanî
ناپسندیده بود دل شکستن
Razî nedibû dil bi şkestinan
رشته الفت و یاری گسستن
Sist bû, benda dostî û yariyê
کی کنی ای پری ترک ستمگری ؟
Kîçax tu biterikînî zilumkariyê, ey perî?
می فکنی نظری آخر به چشم ژاله بارم
Û axirî, awireke li çavên min ên şil bidî?
گر چه ناز دلبران دل تازه دارد
Gerçi naza dilberan diltaze dike
ناز هم معبود من اندازه دارد
Him naza me'bûda min bi hesab e
حيف گر ترحمی نمی کنی بر حال زارم
Heyf, eger hîç rihmê nakî ji ber hal û zara min
جز دمی که بگذرد از چاره کارم
Berî wexta ku dereng be ji xelasiya min re
دانمت که بر سرم گذر کنی ز رحمت اما
Lê, dizanime ku bi dilrehmî tu ê derbas bibî
آن زمان که بر کشد گیاه غم سر از مزارم
Ew wexta ku li ser tirba min gil û giya hêşin bibe
از نظرهای تو بی‌مهری عیان است
Ji nihêrînên te bêdilî eyan e 
جان‌گداز است آن نظر کارام جان است
Canbêzar e ew nihêrînan, ji can re ezyat in
سیل اشکم با زبان بی‌زبانی
Cokê hêsîran li zimanê min, bi bêzimanî
با تو گوید راز عشقم گر چه دانی
Bi te re dibêjin, razên eşqa min, egerçi tu zanî

11 Aralık 2014 Perşembe

Derya-Dil: Mehdiye Mihemedxanî

Dengeka mîna aveka zelal, sewteka ku di dilê meriv de, mîna kevirên spiyên di bin aveka zelal de li ber çavên meriv birq didin, deng dide, di dilê meriv de, mîna pêlên deryayên nermika li beravan didin, nermika deng dide..

Mehdiyê Mihemedxanî
Deryay-î Dil

"Dilê'm derya ye, sahîl li kû ne?
Dilê'm, çem e, menzîl li kû ne?"


 

دلم دریا ست ساحل ها کجاید
دلم ره جو ست منزل ها کجایید
رسوم دلبری اموختم من
شمارا جویم ای دلها کجایید
لب دریا صفای روح وجان است 
دل دریا جهان بیکران است 
خورد موجی سر موج دگر را
ولی دریا روان است وروان است 
مرا بر روی دریا منزلی هست
مرا از کشت دنیا حاصلی هست 
به دریا میزنم دل تا بداند 
که اندر ساحلش دریا دلی هست
همه مانند ما شیدا نیاییند 
بهار وتیر مر یکجا نیایند 
اگر دریادلی را برد دریا 
دگر مردم لب دریا نیایند
دلم دریاست ساحل ها کجایید
دلم ره جوست منزلها کجایید


9 Aralık 2014 Salı

Kurdî û Osmanî

Kurdê ku dile xwe bi lalbûna zarokên xwe ya li hember bav û kalên xwe tewr* neşewite, heyfa xwe qet ji kerrbûna zarokên xwe ya ji zimanê bav û kalên xwe re nayê, korbûna li xwendina zimanê dayika xwe dilê wî/wê hîç neêşîne, xema xwe li pûçbûn û korbûna "bîr"eka qedîm qet tune be, berhewabûn û birodeçûna** çîrok û bîranîn û gotinên hezarsalan tucar jêre nebe derd, lê rabe bi tijiya dilê xwe bi Zimanê Osmanî bişewite, heyf û giriyê xwe pê were, jê re bibe kul û derd. Dilê meriv bi Kurdî yan jî bi Kurdan bişewite nizanim!

Ha tabî ji van gotinan qesda min ne ev e ku bila zimanê Osmanî nayê elimandin. Zerara zanîn û elimînê nabe. Hatta özelde Osmanlıca'ya, genelde geçmişin hafızası dile ilgisizliğin merak edilmemesini yaklaşık 6 yıl önce(Şubat-2009'da) şurada yazmıştım; osmanlıca öğrenmek 

Ben insanların bu ilgisizliğine hakikaten şaşıyorum. dün de Kürtçe bilmemenin bir eksiklik olmadığından dem vuruluyordu. düşün güneydoğu da bir şehire gittiğinde insanlar yanında konuşurken hiçbir şey anlamayacaksın ve bunu bir eksiklik olarak görmeyeceksin. ya da, daha 70 yıl önce ilga edilmiş bir dilde yazılmış bir derya, bir hafıza duruyor ve insanlar bunu bilmemekten rahatsızlık duymuyor. bunu ikinci bir kaynaktan okumaktan, duymaktan rahatsızlık duymuyor. eski bir haritaya bakarken hiçbir şey anlamamak. dediğim gibi ben şaşıyorum bu aymazlığa. misal bu haritaya bakıp hiç bir yer ismini okuyamamak o devirde nasıl adlandırılıyordu, yazılıyordu diye merak etmemek ilginç olsa gerek.

*   qet, hîç
** bi avê re çûn, berhewabûn

8 Aralık 2014 Pazartesi

Çend Gotinên Mezinan - D

Dinya xan e û man e, hin çûne û hin mane, ê
mayî jî mêvan e


* Dar li ser koka xwe hêşin dibe
* Dara ku jê dixî, lê miqayit be
* Darê hişk, zû dişkê
* Dê û dotê şerr kir, aqilkêma jê bawer kir
* Dayikê merivan tim lawan nîne
* Dêla sor tê teleb, kûçik tê ji Heleb
* Dema ker têkeve herriyê, ji xwedî zexmtir kes tune
* Dema ga dikeve, kêr lê pirr dibin
* Dengê ezmana, nîşana baranê
* Dengê kerê, bi kerê xweş tê
* Der çiqas hene, wiqas jî derman hene
* Derd di ser derdan re hene
* Derdê dilan hûr e, kûr e, dûr e
* Derdê feqîran nan e, derdê axa kêf û dîlan e
* Deriyê xeratan bi benan girêdayî ye
* Deriyê gomê vebe berx ber bi meşînê, kar ber bi bizinê dihere
* Deriyê xwe bigre û darekî bi paşxe, cîranên xwe diz dermexe
* Derveyî min xelkê dişewitîne, hundirê min min dişewitîne
* Derwêş dizane, çi di hebanê derwêş de heye
* Derya bi devê kûçikan naherime
* Dest di ser destan re hene, heta mala Xwedê
* Dest dizane kûder dixure
* Dest ji me, sebeb ji Xwedê
* Destê rihet li ser zikê birçî ye
* Destî xwarinê dirêj e
* Destê xwe mexe her qulê, qul hene mişk têde, qul hene mar têde
* Devê xwe hû meke virran, qula xwe hû meke tirran
* Devî te tije xwîn be, li ba kesî tif neke.
* Dew birayê mêst e
* Dew tune rûn difroşe
* Dewî meriyan ji hespê xelkê çêtir e
* Dewran tim bi dor e, geh li jêr e, geh li jor e
* Di destekî de ar, di destekî de pîşo ye
* Dil heye, taqet tune ye
* Dilî şivên bixwaze, ê telemê ji nêrî çêke
* Dinê bi dor e, ne bi zor e
* Dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje
* Diz ji dizan dizî, erd û ezmên li hev pirsî
* Dizên havînê, payîzê belî dibin
* Du aqil nakevin seiyekî
* Du caran bipîv, careke bibirr
* Du serî di biroşeke de nakelin
* Duh ji hêkê derketiye, îro(huro) dîkaniyê dike
* Dûma hertiştî heye, dûma zilmê tune ye
* Dinya kê dot? Kê kirrî û kê firot
* Dinya lêhatin e, ne jêhatin e
* Dinya mestî-meyan e, mîna xewnên şevan e, her
gav felek yarê hinan e, Xweda mîrekî mezin e ji
hina distîne, didê hinan e.
* Dinênedî, gava dît bi xwe de rît
* Dinya qenc e ji şêra re, xweş milk e ji mêra re,
ava bûye ji xêrê re.
* Dinya sersiya dara ye, geh li vira ye, geh li wira ye.
* Dinya xan e û man e, hin çûne û hin mane, ê
mayî jî mêvan e.
* Dûr gerî nêzîk dît.
* Dûro, bi nûro
* Dûvê qantirê ye, ne kin dibê, ne dirêj dibê.
 


Xewa li derve ya havînan



Xewên stêrk bi ser de dirijin
Xewnên stêrk bi ser de dibarin