13 Kasım 2014 Perşembe

WQFerheng bo Windowsê

WQFerheng nêzî du salan berê, di 22'ê Mijdara 2012'a de, ji bo pergala Androidê, li ser Google Playê hat weşandin û hat pêşkêşî Kurdîhezan kirin. Û niha, ji wê du salan şûnde, li ser daxwazan, ew bo Windowsê jî hat çêkirin. Êdî hûn dikarin WQFerhengê li ser kompîtorên xwe yên bi pergala Windowsê dixebitin jî saz bikin û jê him peyv û biwêj û gotinên Kurdî yên şîrîn, him jî peyv û gotinên zimanên din bibînin, bixwînin, bielimin.
Di WQFerhengê de di sernaveke de him bo gelek zimanan mehne, him jî bo zimanekî gelek mehne dikare bê dîtin.
WQFerheng bi bingehgirtina dane(agahî)yên Wîkîferhengê hat çêkirin û carcaran agahîyên WQFerhengê bi yên Wîkîferhengê ve tên wekhev kirin. Loma ew bi her nûkirinê re hîn mezintir û dewlemendtir dibe. Ew jî helbet bi xêr û ber, bi zehmetkêşiya tevkarên wê yên wek cenabê Husein Muhammed û hêja yên din e. Dîsa spasî malavayî ji wan re.

WQFerheng bi xêr û zehmetkêşiya kedkarên Wîkîferhengê têra xwe tijî û dewlemend e
WQFerheng ferhengeka pirrzimanî û pirralfebeyî ye. Têde nêzî 30.000 peyvên bi Elfabeyên Erebî yên ji Farisî, Soranî, Erebî û Mazenderanî, Hewramî hwd. hene. Helbet ji bona lêgerrîn û lêkolan û dîtina wan peyvan hewceya Elfabeya Erebî heye. Wek versiyona WQFerhengê ya mobîl, di versiyona wê ya sermaseyê de jî Klavyeya Erebî heye.

Klavyeya Erebî lêgerrîna bi herfên Erebî mimkûn dike
 Dîsa di vê versiyona ferhengê de jî peyv li gor zimanan û li gor cûreyên wan dikarin bên lîstekirin û yek bi yek bên dîtin.
Lîsteya Zimanan a li gor cûreyên peyvan

 WQFerheng bi van hemû taybetî xisûsiyetên xwe ve liberdest e û hazira sazkirina we ye. Hûn wê dikarin ji vê adresê daxînin û li ser kompîtûra xwe saz bikin. Lê ji bo ku ew bikaribe bê xebitandin, hewce ye ku li kompîtûra we .NET Framework 4.0 hatibe saz kirin. Hûn dikarin wê ji lînka min dayî, ji malpera Microsoftê daxînin û saz bikin. Lê bona sazkirina .NET Frameworkê dibe ku Windows Imaging Component bê xwestin ku ew jî li vir e. Made bi made

1 ) WQFerhengê bo Windowsê ji vir daxînin û biceribînin ku saz bikin. Jixwe eger hewce hebe ew ê madeya 2'em bixwaze:
2 ) Eger .NET Framework 4.0 bê xistin, wê li vir daxînin û saz bikin û vegerine madeya 1'em
3 ) Eger bo sazkirina .NET Framework 4.0'ê WIC(Windows Imaging Component) bê xwestin, wê jî li vir daxînin (tenê 1-2 MB e) û saz bikin. Paşê jî ewil madeya 2'em, dû re jî madeya 1'em bikin û xelas!.


3 yorum:

  1. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  2. Malî ava ji bo vê keda pîroz û bikêrhatî. Gelek gelek spas dikim. Destên te neêşin birêz Fethî.

    YanıtlaSil
  3. gelek spas ji bo keda we, ji bo me ev bername serkeftineke mezin e.

    YanıtlaSil