13 Kasım 2014 Perşembe

WQFerheng bo Windowsê

WQFerheng nêzî du salan berê, di 22'ê Mijdara 2012'a de, ji bo pergala Androidê, li ser Google Playê hat weşandin û hat pêşkêşî Kurdîhezan kirin. Û niha, ji wê du salan şûnde, li ser daxwazan, ew bo Windowsê jî hat çêkirin. Êdî hûn dikarin WQFerhengê li ser kompîtorên xwe yên bi pergala Windowsê dixebitin jî saz bikin û jê him peyv û biwêj û gotinên Kurdî yên şîrîn, him jî peyv û gotinên zimanên din bibînin, bixwînin, bielimin.
Di WQFerhengê de di sernaveke de him bo gelek zimanan mehne, him jî bo zimanekî gelek mehne dikare bê dîtin.
WQFerheng bi bingehgirtina dane(agahî)yên Wîkîferhengê hat çêkirin û carcaran agahîyên WQFerhengê bi yên Wîkîferhengê ve tên wekhev kirin. Loma ew bi her nûkirinê re hîn mezintir û dewlemendtir dibe. Ew jî helbet bi xêr û ber, bi zehmetkêşiya tevkarên wê yên wek cenabê Husein Muhammed û hêja yên din e. Dîsa spasî malavayî ji wan re.

WQFerheng bi xêr û zehmetkêşiya kedkarên Wîkîferhengê têra xwe tijî û dewlemend e
WQFerheng ferhengeka pirrzimanî û pirralfebeyî ye. Têde nêzî 30.000 peyvên bi Elfabeyên Erebî yên ji Farisî, Soranî, Erebî û Mazenderanî, Hewramî hwd. hene. Helbet ji bona lêgerrîn û lêkolan û dîtina wan peyvan hewceya Elfabeya Erebî heye. Wek versiyona WQFerhengê ya mobîl, di versiyona wê ya sermaseyê de jî Klavyeya Erebî heye.

Klavyeya Erebî lêgerrîna bi herfên Erebî mimkûn dike
 Dîsa di vê versiyona ferhengê de jî peyv li gor zimanan û li gor cûreyên wan dikarin bên lîstekirin û yek bi yek bên dîtin.
Lîsteya Zimanan a li gor cûreyên peyvan

 WQFerheng bi van hemû taybetî xisûsiyetên xwe ve liberdest e û hazira sazkirina we ye. Hûn wê dikarin ji vê adresê daxînin û li ser kompîtûra xwe saz bikin. Lê ji bo ku ew bikaribe bê xebitandin, hewce ye ku li kompîtûra we .NET Framework 4.0 hatibe saz kirin. Hûn dikarin wê ji lînka min dayî, ji malpera Microsoftê daxînin û saz bikin. Lê bona sazkirina .NET Frameworkê dibe ku Windows Imaging Component bê xwestin ku ew jî li vir e. Made bi made

1 ) WQFerhengê bo Windowsê ji vir daxînin û biceribînin ku saz bikin. Jixwe eger hewce hebe ew ê madeya 2'em bixwaze:
2 ) Eger .NET Framework 4.0 bê xistin, wê li vir daxînin û saz bikin û vegerine madeya 1'em
3 ) Eger bo sazkirina .NET Framework 4.0'ê WIC(Windows Imaging Component) bê xwestin, wê jî li vir daxînin (tenê 1-2 MB e) û saz bikin. Paşê jî ewil madeya 2'em, dû re jî madeya 1'em bikin û xelas!.


2 Kasım 2014 Pazar

WQFerheng 3.8

Bo nûkirina carekî dina WQFerhengê re merheba Kurdîhezno!. Mîna carên berê dîsa danegeha(Database) ferhengê bi ya Wîkîferhengê ve hat wekhev kirin. Bi vê wekhevkirinê re nêzî 75.000 hezar sernavên(peyv, biwêj û hwd.) nû ketine ferhengê ku va zêdebûna, zêdebûna tewrî(herî) mezina bi careke re ya heta niha ye. Vê carê, giraniya zêdebûna peyvan di Îngîlîzî de ye(~40.000). Dû Îngîlîzî re zêdetir di Kurdî (~20. 000) de, di Farisî de (~10. 000) û di Almanî(~600) de, di Erebî (~300) de û hwd. zêdebûn heye. Ferqên di navbera versiyona berê û ya niha li resmên jêr dikarin bên dîtin.

V3.8
V.3.7














Dîsa hewldanek bo wergerrandina peyvan a zimanên din hat kirin û dîsa gelek peyv di beşa Wergerrê de hatin wergerrandin Tirkî, Almanî, Îngîlîzî û Farisî. Êdî wergerra nêzî 40.000 peyvan a Tirkî, nêzî 21000 peyvan a Îngîlîzî, nêzî 15 hezar peyvan a Almanî, nêzî 13 hezar peyvan a Farisî dikare di beşa wergerrê de bê dîtin. Hejmara peyvên ku hatine wergerrandin, dikare li resmê kêleke bê dîtin.

Hejmera
Peyvên wergerrandî
Wergerr bo peyvan
di beşa Wergerrê de















Vêcarê di navrûyê(interface) WQFerhengê de çend guherînên biçûk hatin kirin. Li hindê zimanên Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî, Almanî yên ku bo bikaranînana Ferhengê li berdest bûn, zimanê Farisî jî li bernameyê hat zêdekirin. Êdî kesên ku bixwazin dikarin zimanê navrûyê bernameyê bike Farisî û bernameya wiha bikar bîne.
Herwiha, bo hêsantirkirina bikaranîna bernameyê, tîkandina bi ducaran  an jî bi tîkandina  dirêj a a ser beşa zimanekî re êdî ew beşa tê girtin, da ku meriv hêsantir bikare li nav beşên zimanan bigerre.
Herwiha, menûya "Derbar"ê hinekî hat guhertin û ya Alîkarî hat rakirin. Êdî di beşa "Derbar"ê de zêdetir agahî li ser bernameyê, li ser nûtiyên versiyona dawîn, li ser alîkariyê û di derbara min (programçêker) de dikare bê dîtin.
Herwiha hejmara peyvan li gor cûreyan û li gor herfan di lîsteya zimanan, mîna ku li resmê jêr xwiya dibe, de dikare bê dîtin.

Hejmera Peyvan
Bi Farisî



Di vê navberê de hejmara daxistinên WQFerhengê yên li ser Google Playê hema hema gihîşte 70. 000'an û nirxandinên bo wê jî ji 1000'î derbas bûn. Wek Belê bi van baştir kirinan re WQFerheng li ser Google Playê li ber destên Kurdîhezan e.