13 Eylül 2014 Cumartesi

Wîkîferheng bû 12'emîn

Belê çi kêf e ku dîsa carekî din hewce bû ku em li ser Wîkîferhengê bisekinin û çend agahiyên bi mizginî bidin. Cara paşin, nêzî du mehan berê bû û hînga di Wîkîferhengê 348.000 peyv hebûn, ku em li ser sekiniyabûn. Di vê navberê de, di ferhengê nêzî 60.000'an peyv zêde bûn û niha têde nêzi 412.000 gotar hene û ew di nav hemû projeyên Wiki-yan de, ya 12'emîn e. Lîste li vir dikare bê dîtin: Lîsteya Ferhengan

Helbet, dîsa ne tenê hejmara peyvên wê, lêbelê naveroka peyvên wê jî zêde bûn, sererastkirin li wan hatin kirin. Lêbelê ya ku ez dikim li ser bisekinim, zêdetir, zêdebûna di hejmarên peyvan de ye.

Vê carê zêdebûna tewrî(herî) mezin di hejmara peyvên Îngîlîzî de bû. Nêzî 40.000 peyv ji Ferhenga Salah Sadallah hat têxistin ferhengê [ên ku di Wiktionary a ÎngÎlîzî de hebûn, ji ber ku dîjîtalîzekirina wê de hin şaşî hene]. Herçiqas, ez bawer im, ew ferhenga tewrî dewlemend a Kurdî-Îngîlîzî ya ku heta niha hatibe kirin be jî, him zimanê wê navbera Kurmancî û Soranî de maye, him jî peyv zêde nehatine şirove kirin. Pirr peyv tenê bi şiroveyeka tenê ve mane. Lê dîsa jî ew gotaran, ê ji niha û şûn ve hêdî hêdî bên sererastkirin û dewmelendtir kirin.

Nêzî deh hezaran peyv li Farisî hatin zêde kirin ku ew jî ji Ferhenga Kurdî-Farisî ya Koma Zimanê Kurdî hatin têxistin. Ew ferhenga Kurdî-Farisî bû, loma peyvên Farsiî ji beramberên wan, ji şiroveyên wan hatin derxistin. Lêbelê yên zêde dirêj nehatin têxistin ferhengê. Ji ber ku ew ne ferhenga Farisî- Kurdî bû dîsa têde kêmasî hene.

Herwiha di wara Kurdî de jî nêzî deh hezaran peyv hatin zêde kirin. Ew ji peyvên ku di nav şiroveyên peyvên Tirkî, Îngîlîzî, Farisî de hebûn bi destê [Cyrusbot] hatin derxistin. Dîsa ji nav wan peyvan peyvên ku wek navdêr, rengdêr, lêker ji hinekan hatine çêkirin hatin derxistin û hatin têxistin ferhengê.

Dîsa di ber re di Erebî, Almanî de jî çend sedek peyv zêde bûn û bi vî hawî ferheng têkete rêza 12'emîn di nav hemû ferhengan de. Li lîsteya kêleka hejmera peyvan a li gor zimanan dikare bê dîtin.

Nivîsê berê yên li ser Wîkîferhengê;

http://fethironi.blogspot.com.tr/2014/07/wikiferheng-li-devdevinezi-350000.html

http://fethironi.blogspot.com.tr/2013/09/wikiferheng-wikiferheng-nenikekaeynika.html