4 Ağustos 2014 Pazartesi

Min Navê Xwe Kola li ser Zinarekî

Li pêş Qûnç, li paş Soqiya Hemê Îmo
 Li ser zinarê li kêleka qûnçê, û wekî din jî li dor paş qûnçê, tehtên dûz hene. Li ser wan tehtan navên kesên ku li wan deran ewarebûyî û êglebûyî hene. Kesên ku mekra(bona) şivaniyê li wir wext derbas kirine, xwe dane ser wan tehtan û navê xwe, û her çi tiştê dinê ku dilê xwe dixwaze, li ser wan tehtan çêkirine. Û bi van nexşandinên xwe, kirine ku bibêjin; Em hatin li vir êgle bûn, sekinîn, me wextek lê derbas kir û hûn jî bizanin ku em li vir bûn. Ma ne ku mezinan gotiye "Ba ji tehtê çi dibe!"

Min navê xwe kola li ser tehteke.. (FATİH A. 12.5.1995)

Min jî nêzî 20 salan berêi, di 12.5.19915'ê de, di doweyên(noweyên) naxirê de navê xwe li ser tehtan kola bû. Çend royan berê di eydiya rojiyê de, bi wesîleya noweya pêz, dîsa rêya min bi wan deran ket. Nivîsa min li ser tehtê nexşandibû hîn jî li ser tehtê bû û wê nivîsê ez birime 20 sal berê. Ez birime salên min ên zarokiyê yên ku ber bi xortaniyê ve diçûn.

Belê di vê navberê de, çerxa feleke bîst caran li ezmên geriyabû, ew dewr û gerrên bêsekn li ser rûyê erdê pirr tişt nav diranên xwe yên bêeman de hêrabûn. Ew kesên ku di wê demê de li derdora wan tehtan digerriyan, li ser wan navên xwe dinexşandin, li ser rûdiniştin, mîna nokên ku li ser tehtan dikevin, ji hev belav bûbûn û her yek bi hêleke de pekiyabû. Werhasil, bayê zemanê pirr tişt mîna pelçên ber bayê, virde wêde avitine, ji hev belav kirine, lê nivîs hîn jî hema hema mîna berê ye, eyan beyan li şûna xwe ye. Mîna ku mezinan gotiye, ma "ba ji tehtê çi dibe!". Belê ba ji tehtê tiştekî nabe, lê bayê zemanê ku bi çerxa feleke re radibe, ji her tiştî, pirr tiştan dibe.

Helbet ba nebe jî baran ji tehtan pirr tiştan dibe. Nav û nexşên ku berê li ser tehtan eyan û aşkere bûn, niha nebelî û nezelal bûne, pirrek ji wan wenda bûne. Min resmên hinekên wan kişandin, lê hinek êdî wenda bûne. Hey zemano, tu çiqas zalim î.

Recep Hatun
???


Haydar Aydın
Mehmet Aydın


Mustafa Dündar
Osman Aydın


Bilal - 04.08.2010
28.12.2011