28 Mayıs 2014 Çarşamba

Çend Gotinên Mezinan - C

* Camêra gayek û nanek li cem yek e
* Can dihere, teb'et nahere
* Can şêrîn e
* Carekê li mêx dixe, careke li sim dixe
* Cêh dide genim jê distîne
* Cîranê nêzik ji birayê dûr çêtir e
* Ciyê ku agir
* Cotkaro çi diçinî? Ku hêşin bû tu ê bibînî!
* Çar hesp bi singekî nayên girê dan
* Çav bi çavan dikevin, çiya bi çiya nakevin
* Çav dibîne, dil dihebîne
* Çav li gêrmiyê kir, silav ji bîr kir
* Çavê li deriyê xelkê, tim birçî ye
* Çavê kul, ji yê kor çêtir e
* Çavê nalbendan li simê hespan e
* Çavên reş kildanê naxwazin
* Çayir rabû bosta, şagirta da ser hosta
* Çê kir ji xwe re, xerab kir ji xwe re
* Çêlkên mehran bêjahr nabin
* Çiqas xweş bimînî, ewqqs ecêba dibînî
* Çira ji koran re, dahol ji keran re çi dike
* Çûyî bajarê koran, çavekî xwe bigire

24 Mayıs 2014 Cumartesi

Sefername ya Hezar û Yek Fersengî

"Toz û dûmanek li hêlê roava bi banî ket û wê toz û dûmanê bi xwe re tîrêjên roj li ser dinê birîn û sîh û tarîyek li ser dinê dianî. Ew toz û dûmanê ku bi xwe re ewrên reş li asmên pêk aninî, ji nalinên suwarîyan der diket."
Ew hevoka(cûmleya) min bo romana xwe şaş sal û nîvan zêdetir bûye ku nivîsandiye. Ne şaş bim, çiriya paşin(Kasim) a 2007'a bû. Ew hevoka siftê(ewilîna) ya ku min bo roman a ku çend royan berê, bi navê Sefernameya Hezar û Yek Fersengî ji Weşanxaneya Lîsê derketiye bû û ew di kîtêbê de hevoka destpêke ya beşa - Li Dor Gola Teberiyeyê - ye.
Ew nêzikî du salan a ku min kîtêb teslîma weşanxaneyê kiribû û ew li wir li ber çapê bû. Li berî we, nêzî 4 sal-4 û nîv'an ez li ser şixulîm. Min lêkolîn kir, li ser miajaran xwend, cih û derên ku roman tê de dibuhire geriyam û min stêr raçav kirin û hwd.
Çend rojan berî 5. pêşengeha kîtêban ya Amedê kîtab hatibû çapkirin û loma li fûarê me dikir panelek a bi navê "Seyahetnameya Selahadîn", bi Lokman Ayebe ve li dar bixista. Lê mixabîn, ji ber ku ew bi panela İsmaîl Beşikçi ve hatibû eynî demê, me panel mecbûr betal kir. De li ser xêrê be.

13 Mayıs 2014 Salı

Ji Mesnewî ya Mewlana


بشنو این نی چون شکایت می‌کند
Guh bide vê bilûrê ku ew çito şikayet dike
از جداییها حکایت می‌کند
Ji cidabûnên xwe hîkayet dike;
کز نیستان تا مرا ببریده‌اند
Ez ji bilûr-istanê hatim dûr xistin vir ve 
در نفیرم مرد و زن نالیده‌اند
Ji nifirên min mêr û jin dinaline
سینه خواهم شرحه شرحه از فراق
Dixwazim sîneyê parçe parçe bikim ji firaqê
تا بگویم شرح درد اشتیاق
Da ku bibêjim derdê îştiyaqê
هر کسی کو دور ماند از اصل خویش
Her kesê ku dûr maye ji eslê xwe
باز جوید روزگار وصل خویش
Digere li dû rojên gihîştina xwe
من به هر جمعیتی نالان شدم
Ez di her cimatê de naliyam
جفت بدحالان و خوش‌حالان شدم
Ez bi xweş-hal û bed-halan re bûm heval 
هرکسی از ظن خود شد یار من
Her kes ji zena xwe bû yara min 
از درون من نجست اسرار من
Nedît, ji hindura min, esrara min
سر من از نالهٔ من دور نیست
Sirra min, ne dûr e ji nalîna min
لیک چشم و گوش را آن نور نیست
Lê nîne ev nûr, di çav û guhên min de
تن ز جان و جان ز تن مستور نیست
Ten ji can, û can ji ten ne veşartî ye
لیک کس را دید جان دستور نیست
Lê nîne destûr ji kesî re, ji dîtîna can re
آتشست این بانگ نای و نیست باد
Ne ba, lê a(gi)r heye di banga vê bilûrê de
هر که این آتش ندارد نیست باد
Her kî ku nîne pê re ev ar, nîne nefes(can) jî tê de
آتش عشقست کاندر نی فتاد
Arê eşqê ye, ew dera ku bilûr têde
جوشش عشقست کاندر می فتاد
Coşîna eşqê ye ew dera ku mey têde
نی حریف هرکه از یاری برید
Bilûr dost e, ji her kî yê ku yar jê hatiye birin re
پرده‌هااش پرده‌های ما درید
Perdeyên wê, perde dirrand li me
همچو نی زهری و تریاقی کی دید
Kê dîtiye jahr û tiryaq a mîna bilûrê
همچو نی دمساز و مشتاقی کی دید
Kê dîtiye heval û hewesdarekî mîna bilûrê
نی حدیث راه پر خون می‌کند
Bilûr qal ji rêya tijî-xwîn dike 
قصه‌های عشق مجنون می‌کند
Qal ji eşqa Mecnûn dike
محرم این هوش جز بیهوش نیست
Mehrema vî heşî ji xeynî bêheşan eyan nîne
مر زبان را مشتری جز گوش نیست
Ji zimên re, ji xeynî guh mişterî nîne
در غم ما روزها بیگاه شد
Ji xema me, roj bûn bêwext
روزها با سوزها همراه شد
Roj bi dilşewatê re bûn heval
روزها گر رفت گو رو باک نیست
Ger çûn rojên me, metirs, mede dû
تو بمان ای آنک چون تو پاک نیست
Tu bimîne, ey tu kesê ku mîna te pak nîne
هر که جز ماهی ز آبش سیر شد
Her kes, ji xeynî masiyan, têr bû ji ava wî
هرکه بی روزیست روزش دیر شد
Her kî ku bedbext e re, dereng ma bexta wî
در نیابد حال پخته هیچ خام
 Tê nagihîjin tu xav, ji halê wî yê kamil
پس سخن کوتاه باید والسلام
 Axir, gerek biqedin gotin, wesselam

11 Mayıs 2014 Pazar

Çend Gotinên Mezinan - B

* Ba berî baranê tê, ta berî mirinê tê, ken berî girî tê
* Ba ji tehtê çi dibe?
* Bar n(ah)ere ber kerê, ker dihere ber bêr
* Bar ket ji xwediyê xwe pê ve kes tune
* Baran li kû dibare, konê xwe li wir vedigire
* Barê zana, li piştê nezana
* Baş kiro, bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro
* Bav qorix dixwin, diran li lawan ditevizin.
* Bavê rezek da lêw, lawê goşiyek neda bavê
* Bavê te hat kuştin, çi siwar kuşt, çi peya kuşt
* Bê havêyn şîr nameye
* Behr bi devê kuçikan naherime
* Beleya xelkê ji çol Û çiyan tê, ya min li ber lingên min tê
* Berê(Kevirê) giran di ciyê xwe de giran e, gava leqiya ma ne bi du peran e
* Berf dihele erd dimîne
* Berf jî spî ye, lê kûçik bi ser de mîz dike
* Berfa êvarê, qirê tîne li debarê
* Bergîr digirin hev, ker li ortê pîna dixwin
* Berx li berên tê
* Berxa mirî ji gur natirse
* Berxê xelkê, ji meriv re nabin beran
* Berxî çê di kozê de belî dibe
* Bext hebe, text ê bixwe bê(were)
* Bextê sêwiyan hebûya, roya eydiyê zik nediêşan
* Bi elastinê zik têr nabe
* Bi baqila re kinca bişo, bi dîna re daweşîne
* Bi dêna dên sax nabin
* Bi derziyê me(he)re ser şûjinê
* Bi destekî çepik lênakevin
* Bi destê dînan sirî(strî) derxistin
* Bi dinê bişêwire, dîsa bi ya xwe bike
* Bi dizî hat nêrî, aşkere za
* Bi girî, venagerin mirî
* Bi gur re dixwe, bi şivên re şînê digre
* Bi kevçî kom kir, bi heskê belav kir
* Bi kerê nikane, dibeze kurtên
* Bi mirîşkê re gotin li ser sergoyê meçêre, got çi bikim xûyê min e
* Bi pariyê xelkê zik têr nabe
* Bi nermî mar ji qulê tên derxistin
* Bi pirsê meriv digihîje mala Xwedê
* Bi qereza kes nagihîje miraza
* Bi qurşekî kûçik dixesîne, bi çara qurişan destan dişo
* Bi sebrê qorix dibe tirî
* Bi xatirê xatiran, merî dihere ser dînê kafîran
* Bi zêran zo-lê-ferê dilîze
* Bibe xulamê zana, nebe mîrê nezana
* Bibe çêlikê gura, mebe çûçikê bira
* Bihar hat, rûmeta kincên zivistanê helhat
* Biharê pez, payîzê rez
* Bila dil bi dil be, tûrê parsê li piştê be
* Bila dilê te geş be, nan ji ceyê reş be
* Bila sax be, li bîra be, li piş heft çiya be
* Bir bi derziyê nayên kolan
* Biroşê got binî min zêr e, heskê got ez ji bin te têm
* Bizinê ling hilanî, karê li şûnê dianî
* Bizinê hişk didoşe, şîr tune rûn difroşe
* Bûye masiyê ku av li ser hişkbûyî
* Bûk bi dilê zave ye, çi kar bi gundî û cîranan e
* Bûk hat dawet hilhat
* Bûk li ser hespê, kes nizane nesîbê kê
* Bûkê tune zar û ziman, xasiyê tune dîn û îman
* Bûn nokên li ser tehtan
* Bixwe wek mêran, rabe wek şêran
* Bûye pisika bi mişk dilîze
* Bûye mîrîşka serjêkirî
 
 


10 Mayıs 2014 Cumartesi

Çend Gotinên Mezinan - A

* A xoce azan e
* A(gi)r bi mala derewîna ket, kesî jê înan nekir
* A(gi)r bi serê min ketiye, tu jî firîgê xwe li ber dikî
* Axa destekî, li destekî din namîne
* Encax meqes di ber cêw re bigihîne
* Aqil derxistine firotinê, herkesî dîsa yê xwe kirriye
* Aqil taca zêrîn e, li serê herkesî nîne
* Aqilê sivik barê giran
* Ar û pîşo li ba hev nabin
* Arê sergoya ye geh vêdikeve, geh vedimire
* Aş çûye bi dû çeqçeqê dikeve
* Aş digere qeraş xwe dipesîne
* Aşê dînan bê av digere
* Aşekî bihêle ku arvanê xwe lê bihêrî
* Ava bi mista, ramûsanên dosta, têr nakin kesa
* Ava bîra, bi tedbîra
* Avê da ser, çi bostek, çi tiliyek
* Ax çiqas pirr be, mar bi qinyat dixwe
* Axa bibe ker, têrra xwe çemeke ser
* Avê aş biriye, tu bi dû çeqçeqê dikevî

9 Mayıs 2014 Cuma

Ji Gulistan a Sedî yê Şîrazî


.
.
ابر و باد و مه و خورشید و فلک در کارند
تا تو نانی به کف آریّ و به غفلت نخوری
Ewr û ba û hîv û roj û felek, li ser kar in
Da ku tu nan bi dest bixî û xeman nexwî.
Giş ji bo te digerrin û fermanberê te ne
Ma ne bes e ku werî însafê û şukir bikî
.
Ey çûkê sibehê, ji eşqê perwaneyê bielime
همه از بهر تو سرگشته و فرمان بردار
شرط انصاف نباشد که تو فرمان نبری
.
ای مرغ سحر عشق ز پروانه بیاموز
کان سوخته را جان شد و آواز نیامد
.
Ew dişewite, can dihere, lê nalînek jê dernayê
.
گل همین پنج روز و شش باشد
Hemû gul pênc-şeş rojan dimînin
وین گلستان همیشه خوش باشد
.
Lê va gulîstana ê hertim xweş bîmîne
.
جهان ای برادر نماند به کس
Dinya, birayê min, namîne ji kesî re 
دل اندر جهان آفرین بند و بس
Dil girê bide bi afrînerê cîhanê û bes 
مکن تکیه بر ملک دنیا و پشت
Bawer meke bi milk û dinyayê
که بسیار کس چون تو پرورد و کشت
چو آهنگ رفتن کند جان پاک
چه بر تخت مردن چه بر روی خاک
.
وقت ضرورت چو نماند گریز
دست بگیرد سر شمشیر تیز
Çima ku pirrên mîna te kuştin û kirin ax
Çer ku banga çûnê da canê pak
Çi li ber text bimrî, çi li ber ax
.
Gava nema îmkana filitînê
Dest dihere devê şûrê tûj

7 Mayıs 2014 Çarşamba

WQFerheng û 50.000 Daxistin

Daxistinên WQFerhengê yên li ser Google Playê ji 50.000'an raborî. Ew hejmera daxistinên ku heta niha hatine kirin e. Helbet hinekan(ya rast, pirrekan) ji wan ew şûnde ji telefon, an tabletê xwe rakiriye. Niha ji 10.200'î zêdetir kes wê li ser telefonê xwe bi kar tînê.

Ew sal û nîveke ku min WQFerheng li Google Playê(22.11.2012) bar kiriye. Gava ku em qonaxên ku Google Playê, bo bernameyan daniye mêze bikin, ew bo WQFerhengê wiha ne: Ew ji 1000 daxistinan 20 rojan, ji 5000 daxistinan di nêzî 4 mehan de raborî. Ji 10.000 daxistinan 7 mehan, Ji 50.000 daxistinan di sal û nîvekê zêdetir de, di 19 mehan de, raborî. Helbet her ku ew ji qonaxeka ku Google Playê nîşandayî radibore, hîn zêdetir tê daxistin, hîn zêdetir tê nirxandin. Wê lomê, daxistin li gor demê bi rêjeyeka sabît dewam nakin.

Daxistin li gor welatan, siftê di nav Kurdîstana Başûr(Kurdîstana Iraqê) de zêdetir bû. Lê dû re Almanya û Tirkiye ketin pêş. Ew heta demeka bi hev re parelel zêde bûn, lê paşê pê de pê de giraniya Tirkiyê ya di daxistinan de zêdetir bû. Niha ji nîvî zêdetir a 50.000 daxistinan, 26.500 daxistin, li Tirkiyê hatine kirin. Xwiya ye, ew rêjeya ê hertim zêdetir bibe. Ji pêncan yek(1/5) a hemû daxistinan, 10.500 daxistin, li Kurdîstana Başûr(Iraqê) hatine kirin. Nêzî 6.500 nîv daxistin li Almanyayê hatine kirin. Dûre Îngîlîstan tê û welatên din, ên ku daxistinên xwe li gor ew ên ku min siftê qalkirî pirr kêmtir in, li gor rêzê wiha ne;Awistirya, Holenda, Swîsre, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Swêd, Îran û hwd. Kêmbûna daxistina yên li Îranê hêjayî balkêşiyê ye. Helbet ew daxistinan di derheqa berbelav(ne)bûna bikaranîna telefon ên biaqil jî fikreke dide meriv.

Gava meriv li daxistinên aktîf dinihêre, meriv dibîne ku hejmerên tewrî(herî) zêde li Tirkiyê ne û ew ji 6.600'î zêdetir in. Bi gotineka din ji sedî 25'ên(% 25 ) ku li Tirkiyê bernameyê dadixin, wê di telefonê xwe de dihêline û ew bikarhênerên sadiqtirîn in ! :). Dû re 1826 daxistinên aktîf ên li Kurdîstanê hene ku ew jî dike rêjeyeka ji sedî 18 (%18). Dû re 858 daxistinên akîf ên li Almanyayê hene k ku ew jî rêjeyeka  %13'ê ye.

Ji bo ferhengê 670'yî zêdetir nirxandin hatiye dan û şukir ku pirraniyê wan pozîtîf in. Înşella ew ê ji Kurdîhezan re faydedar be û ji zêdebûna hezkirina wan a Kurdî re, qasî pozî derziyê be jî, bibe wesîle.

6 Mayıs 2014 Salı

Ji Rûbaiyata Xeyam


.

.
اسرار ازل را نه تو دانی و نه من
وین حرف معما نه تو خوانی و نه من
Esrara ezel ne tu dizanî ne ez
Herfên mieme, ne tu dikarî bixwînî ne ez
Li pişt perdeyê guftûgoya min û te
Çer ku perde rabû, ne tu dimînî ne jî ez
.
Heyran im çerxa feleka ku em tê de
هست از پس پرده گفتگوی من و تو
چون پرده در افتد نه تو مانی و نه من
.
این چرخ فلک که ما در او حیرانیم
فانوس  خـیال  از  او  مـثالی   دانیم
خورشید  چراغ  دان  و عالم  فانوس
Wek fanûseka xeyalî dizanim
Roj çirax e û alem fanûs e
ما  چـون  صوریم  کاندر او  گردانیم
Em jî mîna sîyên ku tê de digerrin
.
پيش از من و تو ليل و نهاري بوده است
.
Li pêş min û te şev û roj hebûn
گردنده فلک بر سر کاري بوده است
Çerxa Felekê li ser karê xwe bû
زنهار قدم به خاک آهسته نهي
Bila tu pêyê xwe hêdîka daînî ser axê 
کان مردمک چشم نگاري بوده است
Dibe ku ew resimê merivekî bû.
.
آن قصر که بهرام درو جام  گرفت
روبه بچه کرد و شیر آرام  گرفت
بهرام که گور می گرفتی دایم
امروز نگر که گور بهرام گرفت
.
Ew qesra ku Behram têde kase girtî
Rovî têde za, Şêr têde aram bû
 Behramê ku tim gur digirtî
Niha xwiya ye ku go(u)rê Behram girtiye