27 Şubat 2014 Perşembe

Wergerr û Kafka

Wergerr û wergêrî mîna mazoşîzmê ye. Meriv pê re çiqas bi zikêşê keve jî, êş û gêjî têkevine serê meriv jî, wergerandina peyvan, qelibandina wan a bi zimanekî din zewqeka mezin dide meriv. Nihêrîna li tiştan, li qewimînan, li dinê ya bi çavekî din, ango bi zimanekî din, tim û tim kifşên nû dide meriv. Jixwe kifş tucaran hêsan nabin. Bi destpêkirina wergerandina romana Franz Kafka ya "Kele"yê[Das Schloß] re ez bi vê mazoşîzmê re dîsa rû bi rû bûm.

Franz Kafka nivîskarekî bêhempayê ku xisûsiyet û taybetiya roman û hîkayeyên xwe di lîteratûra dinê de cih û payeya xwe girtiye ye. Di 2010'a de kurteçîroka wî, "Veguherîn", bi wergerra min ji Weşanên Lîs'ê derketibû. "Gregor Samsa" yê ku di bin zext û zora derdora wî ya ku êdî nikare tehemûlê bike, sibeyeke wek kêzikekî ji xewê radibe. Lê zext û zor helbet bi veguherînê re venaguherine kêf û şadiyê. Ew tim û tim berdewam e û
naqede..






"Li Koloniya Cezayê", min ji saleke zêdetir e radestî Lîsê kiriye, lê ew hîn jî li bendiya çapbûnê ye. Efsarekî şkencehezî ku bo hêsankirina şkenceya li ser bedena mirov makîneya xisûsî çêkirî, ew şahesera xwe bi me dide nasîn.
"Çeqel û Ereb", "Hunermendê Birçîmanê" kurteçîrokên din ên serekeyên Kafka'yên ji wê kîtabê ne.




Çend rojan berê, min sererastkirina Dehwe(Der Prozess) ya Kafka qedand. K. yê ku sibêyeke ji nişkê ve tê girtin, heta paşiyê jî nizane, ka ew çima hatiye girtin û ka çi sûc û tawan li wî tên kirin.



Ez hêvîdar im em wan herduyan jî di demeka nêzik de çap bikin.

Min duh jî dest bi wergerandina "Kele" [Das Schloß]'a Kafka kir. De Xwedê bide ya bi xêr.







13 Şubat 2014 Perşembe

Şeva Enter

Di nav Kurdan de berê teqwîma Rûmî li kar bû. Li cem me, bi wê re dibêjin "Hesabê Kurmancî" jî. Li gor wê salnameyê, zivistan bi Qereqişê re dest pêdike. Çima ku Salnemaya Rûmî 13 royan, li pê Salnameya Mîladî ye, li gor teqwîma mîladî, yanê teqwîma ku niha resmiyetê de heyî, ew rasta 13'ê Berfanbarê(Aralık) tê. Paşê, di 10'ê Berfanbarê(23'ê Aralık) de, çileyê pêşin dest pê dike. Çileyê pêşin, mîna ku navê xwe yî li ser e, çel(çil) royan dewam dike. Ji wî çel royî şûnde, çel royên çileyê paşin dest pê dikin û bi vî hawî 90 roj zivistan temam dibe û 13'ê Adarê de bihar dest pê dike.

Qereqiş[10 ro](14-23'ê Berfanbarê(Aralık))-Çileyê Pêşin[40 ro] (24'ê Berfanbarê-1'ê Çileyê Pêşin(Ocak))-Çileyê Paşin[40 ro] (2'ê Sibat'ê.-13'ê Adarê(Mart))
           

Çileyê pêşin, li gor teqwîma Mîladî, bi 24'ê Berfanbarê(Aralık) re dest pê dike û bi 1'ê  Sibatê re xelas dibe û bi 2'ê Sibatê(Şubat) re Çileyê Paşin dest pê dike. Li ser xelasbûna Çileyê Pêşin û kêmbûna sermayan çîrokeka ku di nav xelkê Semsûrê de qal dibe heye;

Li gor rîwayetê Kerwanvanekî bi navê Enter hebûye. Wî debara mala xwe bi birin û anîna kerwanan dikiriye. Helbet di kerwanvaniyê de hesabkirina wextê pirr muhîm bûye. Kerwanekê ku bi rê ve rasta zivistanê, hele hele çileyê zivistanê pûg û berf û baranê were, nikare bifilite.

Bavê Enter, di destpêka çile de çel mewîj dane Enter  ku her royeke yekê ji wan bixwe û bi vî hawî 40 royên çileyê zivistanê bihêjmêre û di taliya çile de bi kerwana xwe ve derkeve rê. Wî her ro mewîjek ji beriya xwe derxistiye û xwariye. Lê de were ku rojeke ew an qesten du mewîjan bi hev re dixwe, an jî gava ku ew mewîjê dixwe pê nahese ku du mewîj bi hev ve zeliqiyane û axirî li şûna mewîjeke, du mewîjan bi hev re dixwe. Bi vî hawî hesabê wî şaş dibe, ew rojeke zûtir dibêje qey Çileyê Pêşin xelas bûye. Yanê bi hesabê me yê jor, li şûna 1'ê Sibatê, di 31'ê Çileyê Pêşin(Rêbendan-Ocax) de derdikeve rê.  Bi rê ve, firtenek xwe li wî digire, ewrên reş li ser wî digerrin, şev qîr û reş dibe, erd û ezman tên hev, baran û pûg dide ser wî, lê de were ku êdî ew derketiye rê û nikare vegere mal jî. Ew fehm dike ku hesabê wî şaş bûye, lê çare tune. Ew kerwanvanekî xwedantecribe bûye, zikê deveyeke diqelêşe û xwe di nav hûrê deveyê disitirÎne û di wir de xwe germ dike. Bi vî hawî ew xwe ji pûg û firtene û sermayê diparêze û xelas dike û bi silametî vedigere mal. Ew şeva paşin a çileyê zivistanê re dibêjin "Şeva Enter".



Di kovara Semsûrê de Şeva Enter