12 Eylül 2013 Perşembe

رباعی شمارهٔ ۵۵۵ (Rûbaiyat a Jimara 555'a)

اسرار ازل را نه تو دانی و نه من
وین حرف معما نه تو خوانی و نه من
هست از پس پرده گفتگوی من و تو


چون پرده در افتد نه تو مانی و نه من


"Esrara ezel ne tu zanî ne ez zanim,
Ew herfên mieme ne, ne tu dikarî bixwînî ne ez,
Li piş perdeyê guftûgoya min û te
Çer ku perde li ber rabû, ne tu dimînî ne jî ez

11 Eylül 2013 Çarşamba

غزل شمارهٔ ۲۰۵۴ (Xezala Jimara 2054'a)

  
Ew yek ji xezalên Mewlana Celaledîn ên tewrê (herî) navdar e. Min ew wergerande Kurdî


-MEKE ( TU NEKÎ )-

بشنیده‌ام که عزم سفر می‌کنی مکن
مهر حریف و یار دگر می‌کنی مکن
تو در جهان غریبی غربت چه می‌کنی
قصد کدام خسته جگر می‌کنی مکن
از ما مدزد خویش به بیگانگان مرو
دزدیده سوی غیر نظر می‌کنی مکن
ای مه که چرخ زیر و زبر از برای توست
ما را خراب و زیر و زبر می‌کنی مکن
چه وعده می‌دهی و چه سوگند می‌خوری
سوگند و عشوه را تو سپر می‌کنی مکن
کو عهد و کو وثیقه که با بنده کرده‌ای
از عهد و قول خویش عبر می‌کنی مکن
ای برتر از وجود و عدم بارگاه تو
از خطه وجود گذر می‌کنی مکن
ای دوزخ و بهشت غلامان امر تو
بر ما بهشت را چو سقر می‌کنی مکن
اندر شکرستان تو از زهر ایمنیم
آن زهر را حریف شکر می‌کنی مکن
جانم چو کوره‌ای است پرآتش بست نکرد
روی من از فراق چو زر می‌کنی مکن
چون روی درکشی تو شود مه سیه ز غم
قصد خسوف قرص قمر می‌کنی مکن
ما خشک لب شویم چو تو خشک آوری
چشم مرا به اشک چه تر می‌کنی مکن
چون طاقت عقیله عشاق نیستت
پس عقل را چه خیره نگر می‌کنی مکن
حلوا نمی‌دهی تو به رنجور ز احتما
رنجور خویش را تو بتر می‌کنی مکن
چشم حرام خواره من دزد حسن توست
ای جان سزای دزد بصر می‌کنی مکن
سر درکش ای رفیق که هنگام گفت نیست











در بی‌سری عشق چه سر می‌کنی مکن




























Min bihîst ku qesda terka me dikî, meke
Meyla dost û yarên din dikî, meke

Tu ê li xurbeta diyara xerîban çi bikî
Tu qesda kîjan dilxesteyî dikî, meke

Xwe ji me medize, mere bîganeyan
Tu rû ji yên te diziyayî ba didî, meke

Ey meha ku çerxa felek jê re serebinî bûyî
Tu me bi xwe re serebinî dikî, meke

Te çi we’d da û te çi sond xwar
Sond û qeraran tu ji bîr dikî, meke

Li kû soz li kû we’da ku te dayî
Rû li qewl û qerara xwe ba didî, meke

Ey hebûna ji hebûnê zêdetir û wara ademê
Şaşiya terka hebûna xwe dikî, meke

Ey kesê bihuşt û dojeh jê re xulam
Tu bihuştê li me dikî dojeh, meke

Tu ji nav şekiristanê jahrê dibî
Wê jahrê bi şêkir ve dikî yek, meke

Canê min wek argun e, agirê har meke
Rûyê min ji firaqê çiqas zer dikî, meke

Çir ku tu rû ji hîvê badî, ew tarî dibe
Tu qesda tarîkirina hîvê dikî, meke

Lêv ê li me hişk bibin, çir ku tu hişk bibî
Çavên me bi hêsiran şil dikî, meke

Çito taqeta aşq li te tune ye
Li şopa aqil şaş metal dibî, meke

Helawê bi dest nexî bi renckêşiyê
Tu rencê li xwe zêdetir dikî, meke

Çavên min ên heramxwar dizê çavên te ne
Cano, cezaya diziyê eyan dikî, meke

Serê xwe rake hevalo, ne wexta gotinê ye
Sermestiya eşqê tu çi şorrê dikî, meke


غزل شمارهٔ ۲۰۵۴

10 Eylül 2013 Salı

شهزاده ی قصه ی من (Şehzadayê Çîroka Min)


شهزاده ی قصه ی من

دیدم تو خواب وقت سحر
شهزاده ای زرین کمند
نشسته بر اسب سفید
می اومد از کوه و کمر
می رفت و آتش به دلم می زد نگاهش
می رفت و آتش به دلم می زد نگاهش
کاشکی دلم رسوا بشه دریا بشه این دو چشم پر آبم
روزی که بختم وا بشه پیدا بشه اون که اومد تو خوابم
شهزاده ی رویای من شاید تویی
اون کس که شب در خواب من آید تویی تو
از خواب شیرین ناگه پریدم
او را ندیدم دیگر کنارم به خدا
جانم رسیده از غصه بر لب
هر روز و هر شب در انتظارم به خدا
دیدم تو خواب وقت سحر
شهزاده ای زرین کمند
نشسته رو اسب سفید
می اومد از کوه و کمر
می رفت و آتش به دلم می زد نگاهش
می رفت و آتش به دلم می زد نگاهش

Şehzadeyê Çîroka Min

Min bi berbangî di xewna xwe de dît
Şehzadekî kember zêrîn
Sîwarê hespê spî
Ji çiya û çolan dihat
Radiborî û bi nihêrînên xwe agir berdida dilê min,
Radiborî û bi nihêrînên xwe agir berdida dilê min,
Bila dilê min riswa bibe, herdu çavên bibin derya 
Ez rojeke bi bext bibim ku ew kesê ku hatî xewna min bibînim
Şehzadeyê xewna min belkî tu bî
Ew kesê ku ketî xewna min tu bî
Ez ji xewa şîrîn rabûm,
Min ew nedît, Xwedêyo ew ne li hindê min e
Canê min ji diltengiyê dihere
Xwedêyo ez her roj û şev li bendiyê me
Min tu berbangî di xewna xwe de dîtî
Şehzadeyê sîwarê hespê spî
Ji çiya û çolan dihat
Radiborî û bi nihêrînên xwe agir berdida dilê min,
Radiborî û bi nihêrînên xwe agir berdida dilê min,


9 Eylül 2013 Pazartesi

Wîkîferheng

Wîkîferheng, nênikeka(eynika) bo nîşandana îmkan û firsendên ku înternet pêşkêşî Kurdan dike ye, bes ku meriv li wê binihêre û bibîne. Înternetê pirr firsend derxistine pêş Kurdan, pirr îmkan berpêyên wan kirine. Hinek ji wan berba dibine, bi ro de diherine, lê hinek jî mîna Wîkîferhengê heta ku bibe hatiye bi kar anîn.
Belê, wîkîferheng niha ji kesên ku li ser înternetê ferhengan digere re, çi kesî ku hîn nû bi Kurdî hîn dibe, çi kesî ku şareza û pisporê zimanê Kurdî û zimanan re çavkaniyeka têrtijî ye. Lê, li piş wê ne pirr, lêbelê ked û emega çend kesan heye.
Ji herkesî zêdetir zehmetkêş û Kurdîhezê Husein Muhammed ked û emega bêhempa li wê xerc kiriye. Di salên 2006'an de bigire heta salên 2010'an min carinan wîkîferhengê dinihêrî û didît ku Ferhengvan, leqeba Husein Muhammed a di wîkîferhengê de, mîna dîn û şêtan lê gotaran çêdike û naveroka wê tijî dike. 
Belê ew ked û zehmetkêşiya wê demê ya ku pirr hindik kesan ve dihat dîtin û pesandin tiştekî bêhempa bû. Wî wîkîferheng heta dorê 50.000'a hema bigire bi tena serî xwe anî. Paşê hêdî hêdî çend kesên din tev li vî karî bûn, lê ew karan li ser bingeha ku Ferhengvan danî bilind bû û hîn jî dibe. 
Niha Wîkîferheng ne tenê bi hejmeran gotaran ve yek ji Ferhengên Wiktionary yên herî mezin e. Lêbelê bi naveroka xwe ve jî di nav Wiktionary'an de bêhempatir e. Spas bo kesên ku ked û emeg dayî ew xebata hêja. Bêguman Kurdî bi wê ve xurttir û bihêztir e.

4 Eylül 2013 Çarşamba

Nûçexane

Nûçexane, aplîkasyoneka bo pergela Android hatiye çêkirin e. Bi wê ve meriv dikare nûçe û xeberên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî bişopîne.

Eger ew malperên ku tên şopandin xwedî RSS(Rich Site Summary)'yê be xeberên dawî yên ku li RSS'yê tên lîstekirin jî dikarin bên şopandin.
Tiştê tewrî balkêş î bo Nûçexaneyê ev e ku, malperên Soranî, ango ên bi herfên Kurdî-Erebî, dikarin bi herfên Kurdî-Latînî jî bên şopandin. Gava ser li malpereka bi herfên Kurdî-Erebî hat xistin Nûçexane bixweberê dike ku nivîsên li ser malperê veguherîne herfên Kurdî-Latînî û eger ew bikare nivîsan veguherîne ew malpera resen û ya veguhertî tev nîşana xwendevan dide.


Hûn dikarin Nûçexaneyê ji Google Playê daxînin.

WQFerheng

WQFerheng, ferhengeka bo pergela Androidê ye. Hûn dikarin wê ji ser Google Playê daxînin ser telefon û tableta xwe. 

WQFerheng cara siftê di 22'ê kewçêrê ya 2012'a de li ser Google Playê hat bar kirin û wê çaxê têde 135.000 peyv hebûn. Ji wê virve WQFerheng çend caran hat rojane û nûkirin û bi her rojanekirinê re zengîntir û xweştir bû. Niha bi rojanekirina dawîn a di 24'ê gelawêjê re, di wê de ji 182 hezaran zêdetir peyv hene. 
WQFerheng, Wîkîferhengê ji xwe re wek bingeh digire. Lêbelê hin peyvên (wek tewandinên lêkeran) ku di wîkîferhengê de heyî, bi mebesta ku cihê ku WQFerheng li ser dîskê digire pirr zêde nebe jê tên derxistin. 

Peyvên bi hemû zimanan di WQFerhengê bi kurdî tên şirove kirin û maneya wan tên dan. Lêbelê wergerra peyvên Kurdî jî di bin wê de wek beşek tên dan.

Niha di WQFerhengê de nêzî 70 hezarî bi Kurdî(jê nêzî deh hezaran bi Soranî û Zazakî ne), nêzî 60 hezarî bi Tirkî, nêzî 20 hezaran bi Îngîlîzî, nêzî 13 hezaran bi Almanî, nêzî 6 hezaran bi Farisî peyv hene. 
Di WQFerhengê de ji 9 hezaran zêdetir biwêj û maneyên wan jî hene. Ji ber ku bi versiyona 3.0 virve peyv dikarin li gor zimanan, li gor cûreyan wan jî bên lîstekirin, ew dikarin wek lîste bên dîtin û li maneya wan bên mêz kirin.


Ji ber ku di ferhengê de hejmereka hêja ya peyvên bi herfên Alfabeya Erebî heye, Klavyaya bi herfên Erebî jî di ferhengê de li ber dest e. Meriv dikare bi wê di nav peyvên Farisî, Soranî, Erebî de lêgerrînê bikin.

Eger bikarhêner bixwaze dikare Ferhengê ji xeynî zimanê Kurdî bi Almanî, Îngîlîzî û Tirkî jî bi kar bîne. Ew hilbijartina dikare bi menûyê bê kirin. 
Herwiha naveroka peyvan jî bi peyvên Erebî-Kurdî dikare bê dîtin, da ku kesên ku bi xwendina alfabeya Erebî-Kurdî re aşîna hîn rihettir naveroka peyvan bixwînin.
Herwiha bo nasandina û aşînabûna çêtir hûn dikarin li vê vidyoya li ser Youtube'ê jî temaşe bikin. 


Hûn dikarin ji Google Playê WQFerhengê ji xwe re daxînin.

Di bin siya dara Biyê de, li ber çemekî, li kêleka Rê


Ew xeyal û xewneka min e. Xeyala min e ku ez li dereka wihanî rûnim û geh guh bidim ser gujeguj û ximexima avê, geh çav bidim rêwîyên ku di rê re derbas dibin. Em bi rêwiyan ve silavê li hev bidin qal û bal de deng bikin. Geh têkevim xewnên ku bi gujeguja avê ve min di ser çiya û deştan re, di nav newalan re kaş dikin dibin her cihê ku çilkên ava çêm digihîjin. Va dera jî ji min re hinekî ew cîhê ku di xewn û xeyalê min de ye. Da ku ez di rêwiyên bi bihorîna dem û dewranê re di hindê min re derbas dibin re qal û bal de tiştinan bibêjim. Ez ê carcaran payî û hişyar, carcaran ber xewan ve, pesta ve ji rêwiyên ku di hindê min re radiborin, ên li hindê min disekinin re tiştinan bibêjim. Carcaran jî ez ê bi çerxa felekê ya di nav taritiyê de wenda dibe re, bi ava di kêleka min re dibuhire re bibêjim, dibe ku Feqiyekî Teyran guh bide ser gotin û tiştên ew di xwe de vedişêre.
Ez çend rojan li vir, li vê siyê rûnim, çend rojan tiştinan bibêjim, silavê li rêwiyan bidim, nizanim. Lê heta ku hewesa dilê min vemiriye ez ê li vir tiştinan bibêjim.
Li ser Xêrê be.