Ew cara pêşin e ku min Kurdistan a azad bi çavên serê xwe dît. Di ser rêya Entab, Riha, Wêranşar(Viranşehir), Qoser(Qiziltepe), Nisêbîn, Cizîr, Sîlopiyê re em derbasa başûr bûn. Derbasbûna ji bakur de ber bi başûr ve nisbeten, li gor ya ji Kurdistanê ya ber bi Tirkiyê ve, ne çetin e. Nêzî seeteke de meriv dikare miemeleyan çê bike û di hidûdê re derbas bibe. Di wexta çêkirina miemeleyan de me bi "Xwedêda" yê Diyarbekirî re û hevalekî ji Wanê re sohbet kir, li ser halê Kurdistanê û berambera wê ya li Tirkiyê. Xwedêda hinekî çapika deng dikir û li Dihokê jî rast li min hat.
Li dû miemeleyan re em bi "Pismam tu bi xêr hatî" yan ve derbasa Kurdistanê bûn. Siftê Zaxo, paşê Dihok û paşê jî Hewlêr(Erbil). Rêyên li ser vê îstîqametê hîn cih bi cih çêdibin. Wê lomê li hin deran rê pirr teng in.
Rêyên di navbera bajaran de, di navbera Dihok û Hewlêrê de, hinekî teng bin jî, cadeyên li nav bajêr pirr fere ne. Cade û ziqaqên Hewlêrê pirr modern in. Li gor bajarekî ku di vê dawiyê de mezinbûyî re pirr bi nîzam û întîzam in. Ew nisbeten bo Dihokê jî wirg e.
Ez sibêya îniyê gihîştim Hewlêrê. Min digot qey navbera Hewlêr û Dihokê pirr ne dûr e û ez ê herim Hewlêrê û ji dû ku min, bi Evdile ve, hevalê xwe ve hev dît re ez ê hema vegerim Dihokê û beşdara(tev li) "Dîdar a Edebiyat a Kurdî ya Bakur-Rojava" bibim. Lê navbera Dihok û Hewlêrê ji texmînên min zêdetir bûye û rêyê nêzî 2:30 nîvan girt. Him jî, gava ku min teqsî girt, ez rastî Kurdekî ku xwe kirî qurbana Amerîkayê hatim. Wî qoltixên teqsiya xwe giş bi beyraqên Amerîkayê girtibûn.
|
Şoforê xwe kirî kûçikê Amerîkayê |
Wî bi xizekî ewqas zêde diajot ku êdî bi rê ve me dikir di yaxeya hev du re bigirta. Xiza xwe ji 130'î-140'î kêmtir nedikir û tim û tim erebeyên din bi hawiyekî bi talûke derbas dikirin. Her ku min ew hişyar dikir û digot hinekî hêdî biajo, tu pirr bi lez diajoyî, ew bi ser de bi hêrs dibû. Êdî, gava ku dîsa erebeyek bi talûke derbas kir min got Tu bi talûke erebeyan derbas dikî û di navbera me de ew dialoga derbas bû:
-"Ez bi aqilê xwe diajom, na tu bawer î ji min ziyatir diajoyî, were tu biajo"
-"Temam bi aqilê xwe biajo, lê hinekî hêdî biajo"
-"Belê, ez time hana diajom, wekî din rê di 3-4 seatan de jî xelas nabe"
...
-"Tu çend salî yî"
-"25 salî"
Werhasil me hinekî bi hev re minaqeşe kir. Wî dîsa di erebeyê de cixareya xwe vêxist û dewama rêya xwe kir. Lê bi eynî xizî.
Dihok
Axirî, û hezar şukir ji Xwedê re, em bi silamet gihîştin Dihokê. Şoforê xwe kirî qurbanê Amerîkayê ez li nav bajêr dianîm. Min seyareyaka(teqsî) din girt û ez pê çûm "Yekitiya nivîskarên Kurd a Dihokê" û ez gihîştim paşiya rûniştina li berî nîvro ya Dîdarê. Selim Temo û Çiya Mazî pirsên ku ji temaşevanan tên dibersivandin. Di navbera nên de min Mîran Janbar, yê ku min ew ji berê de nas dikir, dît û em li halê hev pirsiyan. Ji dû sohbeteka kurt re me ji hev xatir xwest û ez bi nav ziqaqên bajêr ketim. Nêzî çar seetan navber hebû û ev firsendek bû ku ez li nav bajêr bigerrim.
|
Li pêş "Mem û Zîn", li kêleke "Vîn" û li piş "Hawar" |
Ya ku li nav bajêr hema, tavilê bala min kişandî, bajerekî bi her quncî xwe ve Kurdewar, bi her goşeyî xwe ve bi xemlên Kurdiya şîrîn xemlandî bû.
Navên hema hema giş dûkanan, firoşgehan, kargehan bi Kurdî ne. Firina "Rêber", Firoşgeha "Xebat", Otêla "Jotyar"... hwd. û otela "Xanî". Li ber Otêla Xanî jî heykelê Ehmedê Xanî hebû. Ez bi vê dîmenê kêfxweş bûm.
Paşê, mîna ku min ji berê de pilankirî, ez li weşanxaneya Spîrêz a ku ji Înternetê nêv dizanim gerriyam. Min li ajovanekî teqsiyê pirsiya, ez li teqsiyê siwar bûm ku em pê lê bigerrin. Em bi wî ve çend deqîqeyan gerriyan lê me ew nedît û bi min re got em li vê ziqaqê derbas bibin, ez ê ji te pereyan zêde bistînim, min got: "çima" û wî got: "Ez vî karî dikime". Min got "temam" û ez ji erebeyê daketim.
|
Ehmedê Xanî li Dihokê |
Ez li nav bajêr bi peya vir de wê de gerriyam û bi rê ve li ber çayxaneyeke rastî Xwedêda, yê ku em bi otobêsê tev hatibûn, hatim. Em rûniştin û wî ji min re çayek xwest û pê re jî ez hişyar kirim "Li vir çayê heta nîvî, tijî şekir dikin", Rast jî me çiqas got şêkir hindik têkin jî, wan qasî ku di bin de tiliyeke bigire, şekir avitine çayê. Me bi Xwedêda ve dîsa li ser îşê wî yê ku wî 1996'a de kirî û nikarî pereyan bistîne sohbet kir. Paşê me xatir ji hev xwest û ez dîsa bi nav bajêr ketim. Ez vegeriyame bînaya "Êkitiya Nivîskarên Kurd a Dihokê". Min li wir Roşan Lezgîn dît û min xwe pê da nas kirin. Xwedê jê razî be, bi dilgermî eleqedar bû û em tev rûniştin û me tev guh da ser gotaran. Bi taybetî, Berken Bereh bi Kurmanciyeka zelal û şîrîn qala helbesta Kurdî ya li bakur kir.
Paşê, ji dû navbereke re, dor hat helbestxwendinê. Şaîran bi helbestên xwe, bi dengên xwe, bi helbestxwendinên xwe em mest kirin. Li ber xelasbûna dîdarê ya wê rojê li derve baraneka şên dest pê kir û kareba (ceyran) bo gaveke çû. Em gaveke di tariyê de man û paşê jenerator şixuliyan û em ji tariyê xelas kirin. Baran heta sibeyê barî û bajar di bin lêhiyê de ma.
Roja din ez dîsa çûm dîdarê û vê carê Roşan Lezgîn û Xalîd Sadînî derketin pêş temaşevanan. Wan gotara xwe pêşkêş kir. Ya ku meriv kêfxweş dike li hember hemû mişkûleyan û tevliheviyên siyasî, yekbûna dilê Kurdan bû.
Ji dû gotaran re navber bo nên hat dayîn. Kek Roşan ez dawet kirim ku em "kîsa dewletê" herrin nên bixwin. Em çûn li xwaringeheka mezin û xweş rûniştin. Kek Roşan ez bi ber lepên xwe xistibûm û dikir ku min asîmileya Zazakî bike, lê ew helbet bi nanekî tenê nabe :)). Di ber re garsonan xwarinên me, "Qeliya Şivanan" anîn. Lê min tucaran şîveka ewqas şorr nexwariye. Xwedêyo ew çito şorrbûn, çito bixwêbûn bû. Dîsa jî me "kîsa camêran" zikê xwe têr kir, ji vê re jî şukir.
Em ji sifreyê rabûn, min silavek li Xalîd Sadînî, yê ku min li ber derî dîtî, jî da û paşê min ji dostan xwest û min teqsiyek girt ku min bibe cîhê ku teqsiyên Hewlêrê radibin.
Hewlêr(Erbil)
|
Çay e? Şerbet e? Lê xweş e ! |
Li wir me berê xwe da Hewlêrê. Bi rê ve baran dibarî û şukir vê carê şofêrê me him ne dîn bû, him jî xwe nekiribû qurbana Amerîkayê. Lê, vê carê jî em ji seeteke zêdetir li ber (deriyê)dergeyê Hewlêrê êgle bûn. Axirî me xwe gihande Hewlêrê hevalê min bi telefon deng kirî hat ez rakirim.
Em bi Evdile ve derketin û em çûne "Family Mall"ê. Belê li her goşeyî Hewlêr "Mall" hene. Em hinekî têde geriyan û em çûne "Îskan"ê ku em çayê vexwin. Li Îskanê (dibe ku navê xwe ji Îskanê hatibe), Îskan(berdax)ên çayê yên ku heta nîvî tijî şekir kirî hatin pêşiya me, me dendik jî danîn pêşiya xwe û dest bi şkênandina wan kir. Belê çayê xweş bû, lê xwezî ku ew ewqas ne tijî şêkir bûya.
|
Heykelê Mileyê Cizirî |
Sibeha din, em rabûn û bi nav Hewlêrê ketin û me, bi rêberiya Evdile, siftê berê xwe da Parka Mînarê û ez li wir rast li çend nasên berê hatim. Şerefxanê Bîtlîsî, Ehmedê Xanî, Mileyê Cizîrî, Yilmaz Güney, Haci Qadîrê Koyî û hwd. Parkeka xweş a ku meriv here lê bigere û rûne.
Lê çi hikmet e seet dehûyekan şûnde jî kes lê tunebû. Belê li Kurdistanê şixul netiştekî ku pirr bûye edet e. Jixwe(Tabî) milet ne hewciya şixulê ye jî. Hikumet qasî ku xelk pê îdareya xwe bide parê ji hatinên neftê(petrolê) dide xelkê. Çê ye xerab e nizanim, lê ya aşkere va ye ku xelk pê zexel û teral dibe. Ji wir şûnde em çûne çarşiya li derdora qeleyê. Li Kurdistanê ji xeynî çend tiştan (mîna tiştên elektronîk û cixare û çend tiştên din) tişt ji yên Tirkiyê bihatir in. Dîsa jî tiştên ku meriv li wir bibîne û nikare li Tirkiyê bibîne hene. Mîna şal û şapik. Firsenda ku em derkevine qeleyê nema, ew jî bila bimîne carekî din.