24 Ocak 2022 Pazartesi

Dîsa Li Dû şopa Rê û Rêçên Puchstein û Wergera Berhama wî ya Giranbiha


Berga Kîtabê, Horoskopa Nemrûdê
Min berhema Carl Humann û Otto Puchsteina bi xêra lêkolîna di derbara çiyayê Nemrûdê de, bi tesadifî  dît (Ew nivîsa min a sêyemîn e, ên berê li vir in). Gava min dît, gelek tiştan bala min kişand û min ewil dest bi wergerandina beşên pirtûka wan ên di derbara kifşkirina Nemrûdê û Sesûnkê de  kir. Lê her ku min ew wergerand û ew beş xwendin, ez bi agahiyên wan ên bi hûrgilî re hîn zêdetir heyirî mam. Ji ber ku agahiyên wî bi hûrgiliyên gelek baş û diyar hatibûn nivîsandin, meraq û baleka hîn zêdetir li cem min bo vê berhemê çêbû. Berhem geştên wan ên di salên 1882-1883'an kirine tomar dile.


Ji ber ku ev agahiyên di berhemê de saet bi saet, cih bi cih, gav bi gav bi hûrgilî û pîvanên teknîk hatibûn qeyd kirin, li gor geştname û seyahetnameyên min heta niha xwendine, rûyekî niwaze û cida pêşkêşî meriv dikir. Jixwe nivîskarên kÎtabê kesên têra xwe zane bûn, di dest wan de halet û hacetên bona qeyd û pîvanên teknîk hebûn û, bi ser de, wan dixwest rê û rêçên ku ew tê re derbas dibin bi hûrgilî qeyd bikin û dû re pêşkêşî ber destên zane û pisporan bikin. Wek mînak wan, berî derketina xwe ya seyahetê, bo nexşeyan him ji Kiepert alîkarî xwestine û him jî dû re ew agahiyên di dest xwe de pêşkêşî wî kirine. Yanê ew agahiyan dû re ji bo derxstina nexşeya cihên ku ew tê re derbasbûne bûne çavkaniyên giranbiha. 

Min wergera ku bo çend rûpelan, bitaybetî yên di derbara Sesûnkê de re, dest pê kir hêdî hêdî berfirehtir û zêdetir bû. Axirî min biryar daye ku ez kîtaba di derbara Kurd û Kurdistanê de wergerînim Kurdî. Detay û hûrgiliyên berfireh, meriv li siwarê hespekî kêleka wan dike û li kêleka wan derdixe rêyên çetin ên di nav deşt û çiyayan re. Li jêr nexşeya ku wan bona rêyên xwe çêkiriye. Min navên Kurmanciyên cihên ku wan bi prianî rast lê bi Almanî nivîsandine nivîsandin. Nivîsên hêşin ji aliyê min ve li nexeşyê hatin zêde kirin.
Nexşeya Derdora Sesûnkê, gundê min, rêyên berî wan hatin şopandin


Wek tê dîtin wan di dema rêwitiya xwe de gund û çiya û çem û şetên tê re derbas bûne bi hûrgilî qeyd kirine. Bo min û jixwe ew kesên meraq dikine re ew çavkaniyeka bêhempa ya bo rewş û erdnigariya sedsala 19'an a bêhempa ye. 

Lê tiştekî din bo min şexsen taybet jî ew e ku gelek qeyd û tomar di derbara cihên ku jiyana min lê derbas bûne de, di derbara rê û rêçên ez bi sedan car tê re derbas bûme, ez wek kefa destê xwe dizanime de ne. Tu ê bêjî qey min ew kîteba 140 salan berê bixwe nivîsandiye. Jixwe ger min kîtabek bixwesta binivîsanda min ê eynî bi vî hawî binivîsanda. Loma bi hawiyekî din jî wê dêhn û bala min kişand ser xwe û min nekarî xwe ji hewesa wergerandina wê dûr bihêlim. Wek mînak beşên di derbara Îskenderûnê û derdora wê de ya ku vaye 15 sal in ez lê me, wer wergera reşwergera sererastnekirî li jêr e.


Rêya Baxçe, Osmaniyê, derbendê Şêran(Arslanboxaz) û çiyayê Kurdan de, dîsa bi reşwergera hîn sererastnekirî li jêr e.

Ew jî tabloya saet bi saet li derdora Qerecdax-Diyarbekirê hatiye girtin. Ew jî wek reşwerger li jêr e.
 









12 Eylül 2021 Pazar

Sesûnk, serdana 2021'an, berhevdayînek bi dîmena 1883'an re


Sesûnk, abîdeya ku min çavê xwe li vê dinyayê vekirine û li dor xwe gerandine vir ve li pêş çavên min bû. Wek min li vir jî qal kiribû, dîmeneka wê ya xweş a ji heyata mala me xay dike heye. Wek li vir jî xay(xuya) dibe, min li vir ew nû kir. 


Ji zû ve ye min ser lê nedabû. Belku nêz'i 20 salan bûye. Min bi xwendin û lêkolînên di van demên dawîn kirine re min xwest ez carekî din ser lê bidim û xwendin û dîtinan li hev qiyas bikim. Min ji dû gera xwe ya li ser çiyayê Nemrûdê re dest bi xwendin û lêkolîna wê kiribû. Bi van xwendinan re min tesadifan kîtêba Otto Puchstein dît û di wê de gelek agahî di derbara Sesûnkê de dîtin. Bi vê gerê re firsend bû ku ez dîmenên berê bi yên niha re qiyas bikim.

Em bi xweng û xwarzê/a û biraziiyên xwe ve ketin rê û me sibê zû da riya Sesûnkê. Sibê zû em bi wesaîtê heta cihê ku rê heye çûn. Li cihê ku êdî wesaîta me li rê nikare here, em ji wesaîta xwe peya bûn û me li wir wê de bi peya dewama rêya xwe kir. Gava em bi rê diçûn, me carcaran wek bêhnvedan çavên xwe li menzereya bakur û başûr digerand. Li bakur gundê me Soqî, Zormixare, Xozgaşîn û gundên din, li başûr jî bilindiyên derdorên Xelfetiyê.
Li vir wê de encax bi peya


Sesûnk li dûr xayî dibe

Ji dû rêçûna saeteke re em gihiştin ser girê Sesûnkê. Saet heftên sibê bûn, lê dîsa jî roja gulanê germa xwe hêdî hêdî li ser rûyê erdê belav dikir. Sesûnk 2000 sal in li cihê xwe yê bilind, li şûna xwe ya rê pê nakeve li ser xwe maye. Ji serdana min a dawîn vir ve jî zêde guherîn lê çênebûne. Helbet xezînegeran xwe lê ceribandine, kirine ku zerarê bigihînin, lê ji ber ku rê pê nakeve encax qasî ku bikanin bi destên xwe zerarê bigihînin wê, zerar gihandine wê. Ango di çûna min a dawîn û vir ve zêde guherîn çênebûne. Me berê digot qey ew abîdeya berê bi awayekî bêkêmasî hatiye temam kirin û paşê hatiye hilweşandin. Lê, bi xwendina dîtinên Puchstein re min fehm kir ku esasen ew abîdeya temam nebûye. gelek tişt, gelek peyker stûn abîde wek temam nebûye li şûna xwe ya jêder mane. Loma bi teqîbkirina latên giloverên berbela re em çûn gihîştin cihê ku wek kan hatiye teraş kirin.

Dîsa me berê digot qey van latên giloverên berbelav ji ber birûskan wiha belav bûne, heta cihên jêrên abîdeyê çûne. Lê bi dîtina kanê re meriv fehm dike ku esasen ew ji wir dihatine birin jor, lê negihÎştine cihê meqseda xwe. Êdî ku çi bûye ew loxên qesda jor bûne, li nîverê mane. Ew ên li nîverê mane êdî hazir in, lê dîsa jî negihîştine cihê meqsedkirî. Ew ên hazir lê neighîştine mexseda xwe li wênya jêr in.


Bi teqîbkirina kevirên gilover re em digihîjin kana keviran,  cihê ku kevirên birî lê hatine derxistin. Ew hema li jêr abîdeyê, li bakur rohelata sesûnkê dikeve. Têde gelek ferşên kevir jê hatine birîn, gelek latên hatine tiraş kirin lê temam nebûne tên dîtin. Çima ew karê bi zor û zehmet nehatiye temamkirin, cihê balkêşiyê ye. Jixwe meiv di gelek tiştên din de jî nîşan û elamtên temamnebûnê dibîne. 

Kana Keviran a Peykeran

Latên li Kana Peykeran

   
Latên berbelav

Meriv dikare bibêje ku sitûna bakur rohelat jixwe di eslê xwe de jî wek temam nebûbe xuya dibe. Ji ber ku beramberî herdu cotstûnên din, emîna ku w tenê bi stûneke bêjin ku ew tenê hatibe çêkirin xuya dibe. Gelo ew di plana xwe de, wiha hatibû plan kirin, an jî gelo ew li hember plankirina mîna yên din nehatibû temam kirin meriv nikare fehm bike. Lê ji ber gelek kêmasiyên din em dikarin bêjin ku ew dibe ku mîna yên din hatibe plan kirin, lê ji ber hin sebaban nehatibe temam kirin.

Li stûnên din di demên dawîn de zêde guherîn çênebûne. Dergûşa ser cotstûnên başûr roava di salên nodî de hatibû teqandin.  ji xeynî wê, cotstûn, girikê tûmûlûsê, derûdor hema bêje wek berê, wek serdana mina dawîn e.

Dromos, ango têketina biniya girik, biniya tûmûlûsê dîsa nemimkûn bû. Kurm û kêzî û perwane yan di ber têketina teng de vingeving bû. Jixwe klostrofobiya min jî heye û cihê ku meriv bikare dikeve jî gelek teng bû. 



Da ku ez bikaribim cihên kana keviran, cihên kevir lê hatine birîn gişan kifş bikim min ez li derûdora Sesûnkê geriyam. Jixwe jêdera bingehîn, ya kevirên zêdetir lê hatine derxistin min berê qal kiribû wêneyên wê li jor xayî dikin. Ji xeynî wê, li roava cihekî dinî kortkirî heye ku mihtemelen ew jî dibe ku kaneka keviran be. Mixabin min wêneyê wê negirtiye.



Peykerên li erdê jî gumana temamnebûna abîdeya Sesûnkê piştrast dikin. Ji ber ku peykerê qertelan an bi bihorîna demê re wiha gilover bûbû an jî peykertiraş ew qet temam nekiribû. An jî ji dest peykerê ecemî encax ew hunera derketibû. Wek Humann û Puchstein jî qal dikin, nigekî wî şkeştiye.. Gava meriv radike ser lingan jî seriyê wî tune ye. Lê bi vî halî xwe jî xuya ye ew ne karekî bi balûdêhn e. Peykerekî dinî wek meriv bikare bibêje yê Şêran heye. Lê çi bûye, çi qewimiya, çi pêk hatiye meriv nizane, lêbelê li her tiştî nîşana nîvcomayîneka ji nişkê ve heye.
Lê helbet ew nîvcomayîna, eleqeya wê ya bi Nemrûd û Qereqûşê re, çîroka kevirtiraş, kevirkêş û xelkên derûdor bêguman meraqa min celb dike. Kî dizane belku rojeke bikaribim dên û bala xwe bidimê û romana wê binivîsim.











16 Ocak 2021 Cumartesi

Îzolasyona Neçar û Bedawî- Girava Tristan


Di sala 2020'an de em ketin îzolasyon û jihevdûrketineka ku em nizanin ka ê kîçax dawî le were.. Şewb û bêtara koronayê, bi çûnûhatin û sosyalîzasyonê belav dibe û çare û dermanê niha di dest me de heye tenê izolasyon û jihevdûrmayîn e. Bi havînî qet nebe meriv dikarî li derve hevdu bibîne û îzolasyoneê tehemilbar bike. Lê zivistan bixwe nehatibe ji îzolasyon û reşetariyeka ji hersal tîrtir bi xwe re anî. Kî bixwe nexweş dikeve, kî bi nexweşiya hezkiriyên re xemgîn dibe, kî bi koçkirina hezkiriyên berdilê xwe xemgîn dibe. Çend roj berê jî nasekî min î ciwan, hîn salên xwe yên ciwaniyê de bi ve bêtarê re rihmet kir. Mirin bi navê xwe re çiqas giran e, bi hatine re hîn girantir dibe, gava bo ciwanan te jî hîn girantir fetisokî dibe..

Min sersala 2021'an bi vê xeberê re û bi xemgîniya wê  derbas kir. Dibe ku him îzolasyona ji sala çûyî ji me re maye, him jî ji ber xemginiya bi vê xeberê re min çav li cihên ji çavan, ji merivan dûr gerand. Siftê li ser Youtube'ê min çav li vîdyoyên cihên bi zivistanê re, bi berfê re dikevin nav îzolasyonê gerand. Cihên bi sarma û seqem, cihên bi barîna berfê re bêrê û bêdirb dimînin. Di nav van vîdyoyan de ez rast li gundê Oymyakon. Oymyakon gundekî li Komara Saxayê, Rûsyayê ye ku ew cihê sartirînê ku meriv lê dijîn e. Nifûsa xwe tenê 500 meriv e û ji bajarê nêziktirîn(Yakûtsk) 680 km dûr e. Bo gihîştina wê derê meriv hewceya 2 roj û şêvan li ser cemed û qeşayê here.  Dereceya termometreyê di 1924'an de heta -71 C'an daketiye. Tiştekî dûraqil e, lê meriv li wir dijîn. Li vir vîdyoyek heye, lê mexseda min ne qalkirina Oymyakonê ye. Ez bi Oymyakonê re li ser cihekî din hûr bûm. Birastî jî bo dîtina wê gerek meriv hûr lê binihêre.



HEta demeke berî niha Kurd gelekî bi piranî li gundewariyan dijîyan bûn. Ew rewş çend deh salên dawîn de guheriyaye û gund û warên Kurdan çi ji ber sebebên aboriyê, çi bi zordariya dewletê re vala bûn. Kurd ji warên xwe yên di nav çiyayan de, ji cihên îzolê derketin û berê xwe dane cihên qerebalix. Îzolasyon, gund, çiya ji berê de tişten ku Kurd pê nas bûn. Bavikî min ji min re gelek caran qala îzolasyona qismî ya gundê me yê biçûk dike. Di dem û dewranên ku çûnûhatin hîn bi wesaîtan ne hêsan bû û meriv bi heywanan diçûn û dihatin deran de, rêwîtî pircaran çend rojan didomiya. Pircaran gava diçûna bajaran, bo danûstandinan, bo serdanan, bo şahî û şînan, çend rojan bi rê diçûne. Carcaran li gundên li ser rê şev derbas dikirine û bi sibê re dîsa diketine rê û diçûne. Ango Kurdan îzolasyona ji ber neçariyê kêmzêde hinekî dizanî. Jixwe ne hewceye meriv qala gund û bajarên Serhed û Botanê yên ku bi zivistanê re, bi barîna berfê ji dinyayê qut dibin bike. Lê niha ew îzolasyona, qutbûna ji dinyayê êdî siviktir û hêsantir bûye. Êdî meriv di rojê de dikare 1000 km here û were...Çi bi rêya esmanî, çi bi rêya reşahî..

Ez dixwazim şorê bînim ser cihekî li Okyanûsa Atlantîk.. Cihekî dûr î li nav deryayên kûr. Em werin ser îzolasyona bêdawî û bêdermana Girava Tristan, bi navê temamî Tristan da Cunha...

Ez ji dû Oymyakonê re li Tristan da Cunha'ya ku min navê wê berê jî gelek caran min bihîstiye qelibîm. Lê dibe ku ji ber psîkolojî û derûniya min a van rojan vê carê min zêdetir da dû çîroka wê. Ew wek cihê îzoletirînê li ser  rûyê dinyayê tê nasîn. Lê çi îzolasyon!!. Wek li wêneyê li kêlekê tê dîtin, axa nêziktirîna vê giravê ya ku meriv bi berdewamî li ser dijî, girava Saint Helena ya û ew jî 2000 km'an dûr e. Parzemîna nêziktirîn girava Afrîqayê, bajarê nêziktirîn, bajarê Cape Townê 2.400 km dûr e. Lê tiştên ku îzolasyona wê ya bêkêmasî bêhempatir dike ne vana tenê ne. Ew giraveka gelek biçûka hema bêje gilover e. Ew mîna daîreyeke ye ku çapa wê dora 12 km e. Ango meriv bi rêçûneka normal re dikare ji beraveke de bigihîje berava hêla din. Nifûsa giravê demdemî bi ser 500 merivî ketiye jî niha nagihîje 300'î, tenê 275 meriv e. Herçiqas girav ji hêla Tristao da Cunha ve di sala 1506'an de hatiye kifş kirin jî, girav ji sala 1810'an vir ve bi şênî ye... Ango çîroka wê gelek dişibe gundekî biçûk î Kurdistanê... Gundên me yên ku sedsala dawîn hatine ava kirin, bi cihûwar bûne.. Demeke nifûsa wan gundan jî zêde bûye û paşê hêdî hêdî şêniyên xwe jê bar kirine... Gundên ku li cem şêniyên xwe wek navenda dinyayê dihat dîtin.. 

Her ku ez di derbara wê de agahdar bûm, çîroka wê hîn zêdetir bala min kişand û pê re ji jiyana gundê me yê biçûk anî bîra min.. Min li çend vîdyoyan temaşe kir, lê zêdetir kîtaba ku ji hêla polîsekî li gund jiyaye hatiye nivîsandin, çend kîtaben din bala min kişandin... Ez ê qala çend paragrafên wê yên ku bala min kişandiye bikim. Lê em hinekî din qala agahiyên balkêşên giravê bikin...

Girav beşek ji axên Brîtanyayê yên Serderyayî ye. Loma zimanê Îngîlîzî tê axaftin. Meriv bi keştiyê encax bi ajotineka 6-7 rojan digihîje giravê. Û ew jî hertim nemimkûn e...Tiştê ku wê ûnîk û yekta dike jî jxwe ev e. Ger ew ghîjbar bûya, wê qet ev bala nedikişand ser xwe...Ango wek paradoksa Gîrîtê, gihîjbariya giravê jî paradoksek e..Û ew paradoksa hîn heta niha jî ji hev venereşiye...

Berî ku ew bi berdewamî niştecî bibe, korsan û talanker tên ser wir û diherin. Di 1810'an de korsanekî Amerîkan Jonathan Lambert bi du hevalên xwe yên din ve ji Rio de Jenerio'yê tê ser giravê û li wir dimîne. Lêbelê ew bi mayînê tenê namîne, navê giravê diguhere û navê wê dike "Refreshment"(nûbûn). Xwe wek xwediyê giravê dide nasîn, alayeke bo giravê çê dike. Heywanên ji derve bi xwe re anîne li wir xwedî dike û şitl û toximên bi xwe re anîne li giravê diçîne. Lê kûzê avê li rêya avê dihere. Saleke şûnde ew gava dihere masîgirtinê bi sê hevalên xwe ve difetise. Lê ew jî riwayeta kesê tenê yê ku li dû wan maye ye. Thomas Corrie, hevalekî Lambertê Îtalyan vê dibêje, lê rastiya wê encax Xwedê bizane. Li gor riwayetan dibe ku wî bixwe ew kuştibin û xezîneya ku di dest de ye jî li cihekî giravê veşartiye.

Niştecihbûna berdewama li ser giravê bi leşkerekî Skotî William Glass re dest pê dike. Niştecihbûna wê esasen bi sirgûnkirina Napolean Bonapart a ser girava Saint Helenayê re eleqedar e. Gava Napoleon bi wendakirina şera Waterloo'yê re ji hêla Îngîlîzan ve tê sirgûn kirin ser girava Saint Helenayê, bo parastina girava Saint Helenayê, Îngîlîstan li ser vê giravê jî tîmeka leşkerî bi cih dike. Da ku Frensî bi rizgarkirina Napolean vê giravê bi kar neînin. Jixwe Napoleon berê ji girava Elba'yê, ji irgûnê reviyabû û dîsa vegeriyabû ser texta xwe. Garnîzon di sala 1815'an de tê ava kirin. 

Napoleon li sirgûna li girava Saint Helena
Gava garnîzon tê Tristanê, korsanê berê Thomas Currie hîn jî bi berdewamî li ser giravê bûye. Wî garnîzon ziyaret dikiriye, bi zêr û pereyan tişt ji wan distandiye û qala Lambert û mirina wan dikiriye. Wî tim qala xezîneya xwe ya veşartî dikiriye û digotiye ew tewrî zêde ji kê hez bike, ew ê cihê xezîneya xwe bi wî re bibêje.. Lê gava ew di sala 1817'an de dimire wê sirê li xwe dihêle. Leşkerên li giravê çiqas lê digerin jî nikarin xezÎneyê bibînin.  

Gava di sala 1817'an de garnîzon tê belav kirin, William Glass misade dixwaze ku bi jina xwe ve li ser giravê bimîne. Misade tê dayîn û bi vî şiklî akincîbûna berdewamî ya li ser giravê dest pê dike. Du hosteyên keviran, Samuel Bunrell û John Nankviel, ên bo çêkirina avahiyên garnîzonê hatibûn giravê jî dimînin. Ew li giravê dest bi jiyaneka komûnal û wekhev dikin. Êdî li wê şûnde jiyaneka bişêniya bênavber dest pê dike. Keştiya ku garnîzona Brîtanî ji giravê vedigerîne, gayekî, mangeyeke û çend meşînan wek diyarî dide Glass..Glass û jina xwe 8 lawik û 8 keçikan tînin dinyayê

Rêya deryayî ya li ber û dû Qenela Sûezê
Nifûs geh zêde dibe, geh kêm dibe. Xweşî û nexweşî, şîn û şadî mîna li her cihên ku jiyan  heye li wir jî bi hev re xuya dibin. Jixwe şev dide dû rojê, roj dide dû şevê.. Hin salan keştî li dû hev tên giravê û hin salan kes danagere giravê. Hin caran keştî li derdora giravê serebinî hev dibin, merivên li ser difetisin, şêniyê giravê wan ji mirinê xelas dikin, hin caran ew bo demeke li wir dimînin û dibin nişteciyên demkî. Lê di sedsala 19'an nifûsa daîmî nagihîje 100 kesî.  

Girav herçiqas ji dinyayê îzole be jî guherînên li dinyayê bandorê li wan jî dikin. Vekirina qenela Suweyşê rêyeka kurttir pêşkêşî keştiyan dike û êdî keştî bêyî ku rêyeka dirêj bidin ber xwe, xwe ji Asyayê, Efrîqayê digihînin Ewropayê. Loma Girava Tristanê nabe îstgeheka mecbûrî ya li ser rêya wan a dirêj. Di dema Şerên Cîhanê de, gava dinê û alem bi hev dikeve, goştê hevdu dide ber diranên hevdu jî Tristan da Cunha di nav deryayan de ji bîr dibe. Ne rê pê dikeve, ne jî dirb.. 

Girav ji dû Şerê Cihanê ya duyemîn re rojên xwe yen baştirîn dibîne. Xelk li erdên xwe yên patatîsan çandiniya xwe dikeve, patetîsên xwe digihîne û çav li pêşeroja ronîdar dike. Şîrketek bo kevjalên(crayfish) li derdora Tristanê tê dîtin tê ava kirin û bi wê re ekonomiya giravê gelek pêş de dikeve. Bi pêşketina aboriyê re pêşerojeka geştir li ber girave xuya dibe. Heta ku roj li ser giraviyan di naverojê de reş bûye. 

Di sala 1961'an de volkana ku çend sedsal in bêliv û bêtevger bû dest bi tevgerê dike. Ew him bi rastî, him jî bi mecazî wek ewreka reş dadikeve ser giravê. Giravî neçar dimînin ku ji giravê derkevin û herin Cape Townê. Ew ji dû mayîna çend rojan a li wir re diherin Brîtanyayê. Hînga ew bi vê derketine bi şokeka kulturî ya li derveyî giravê re rû bi rû dibin. Gelekan ji wan heta wê demê çavê xwe ji xeynî girava xwe ya di nava Okyanûsê wêdetir li tiştekî din venekiribûn. Lê ew niha bi car de ketibûn nav dinyayeka qerebalix û bi kefteleft û xirecireka bêdawî.    

Jixwe kesên wek me yên li gundan mezin bûne, bi çûna bajêr û bajarên mezin re li her tiştî diheyirîn. Carcaran meriv dikeve Şokeka Kulturî.. Lê gava min ew derketina Tristaniyan xwend, ew şoka me ya Kulturî li hinde ya wan mîna mesqereyan dimîne. Conrad J. Glass, polîsê giravê, tekane kîtabnivîsarê giravê qala wan rojan dike ku ew ketine nav şokeka çito. Ew li girava xwe ya ku herkes mîmarê malê xwe ye, xwediyê malê xwe ye diherin dinyayeka ku kes nikare xwedaniyê li xwe bike...

Jixwe çend sal şûnde giravî dîsa dikarin vegerin giravê, dikarin şûnde bigihîjin malên xwe yên ku çavên wan li dû mane  Lê jixwe êdî ew pergala berê namîne û girav nikare bigihîje wan rojên xwe yên bi pêşerojeka geş. Lê dîsa jî giravî hêdî hêdî bi xwe de tên û mal û warên xwe şên dikin. 

Girav niha jî bi îzolasyona xwe ya berê ve li ser girikê xwe yê dûr e. Ew îzolasyona bi teknolojiyên nû re hinekî siviktir bûbe jî, ji aliyê erdnîgarî ve zêde neguheriyaye. Polîsê tenê ye giravê carcaran bisîkletajoyan hişyar dike, xwediyên mange û gayên dikevin nav erdê xelkê îqaz dike û tenê ew...

Çîroka Tristanê min gelek şibande çîrokên gundên Kurdan ên ji mal û malbateke ava bûne, gir bûne belav bûne û li hember zordariyên serdest û destarên serdeman daye... Çîrok û riwayetên ji xezîneya ji demên berê mane, îzolasyona ji bajaran û hwd..

20 Aralık 2020 Pazar

Sesûnk û Lêkolîna Carl Humann û Otto Puchstein a di sala 1883'an de -1

Sesûnk abîdeyeka ku ji dema Komagenê maye ye. Herçiqas hin lêkolînvan û zana wê wek bermayîyeka dibe ku ji Romayiyan maye didin nasîn jî ew îhtîmaleka pir mezin e ku ji dewr û demên Komagene de maye. Sesûnk di roja ku min çavên xwe li vê dinyayê vekirine vir ve li pêş çavên min bû. Ji gundê me,ji mala me, ji heyata mala me, li cihê ku ez tewrî zêde lêrûniştinê hez dikim, li ser tilikê xwe yê bilind, li pêş çavên me ye/bû. Menzereya Sêsûnkê ya ji gund û ji ser mala me li jêr tê dîtin.

    

Sesûn bi girikê xwe li ser tilikê çiyayê xwiya dibe

Sesûnk ji ser mala me

               

Niha li Sêsûnkê ji sê cot-stûnan tenê cotek li ser xwe maye, cotek ji wan nîvenîv li ser xwe ye û cotê sisê yan jî bitemamî li erdê belewela bûye. Jixwe navê xwe jî ji van sê cotstûnan digire. Herçiqas niha bi Tirkîfîze/Tirkkirine hertiştî re navê wê carcaran wek Dikilitaş tê nasandin jî[gundê Xozgaşînê bi vê mexsedê navê xwe yê kevin kiriye Dikilitaş], navê wê ji roja ku hatiye nasîn vir ve wek Sesûnk hatiye dayîn. Jixwe em ê  li rêzên jêr bi dûr û dirêjî qala wê bikin. Ji dema zarokiya min vir ve, dihat gotin ku ew stûnan di demeka nêzik de bi teqandina bi teqemeniyan hatine hilweşandin. Heta di wê derbarê de du-sê kes digotin ku ew kesên ku teqandine hîn jî xweş in, yanê zindî ne. Lêbelê gava meriv çav li dîmen û çavkaniyên berê digerîne, meriv dibîne ku wê abîdeyê ji dîmena xwe ya sedsalek berê kêm tişt wenda kirine û ew sedsalek berê jî hema bêje di hal û rewşa xwe ya niha de bûye. Humann û Puchstein jî, di lêkolîna xwe ya nêzî 150 sal berê de qalê dikin ku hin cot stûnên wê xirab bûne. Ew halê ku ew zanistan qalê dikin di çend wêneyên di demeka nêzik hatin kişandin de jî tê dîtin: Cotstûneka bi temamî li erdê belav bûye, yek bi çend latan li ser xwe maye, yek jî heta çend salan berê bi kêranê xwe yê li ser xwe ve li ser xwe maye. Lê qentirmeya wê di demeka nêzik de hilweşiyaye, tenê cotstûnên xwe li ser xwe ye. Wek di wêneyê li jêr tê dîtin, di sala 1982'an de kêranê cotstûna sêyem li ser e.


Sesûnk di 1982'an de, kêranê stûneke hîn jî li ser e

Sesûnk di 1982'an de kêranê hîn jî li ser e 


Sesûnk di 2012'an de kêranê sêyem êdî ne li ser xwe ye

Karl Humann û Otto Puchstein di rêya xwe ya ber bi çiyayê Nemrûdê yê ku ew dixwazin lêkolîneka kûr û dûr bikin de, di ber Ferêt re di hindê Qizilînê re derbas dibin. Hînga Sesûnka ku heta wê çaxê bala kesên xerîb nekişandibû, haya derdorên zanistî jê tunebû, bi cotstûnên xwe ve xwiya dibe û bala wan dikişîne.  Ew bi meraqdarî bo serdaneke berê xwe didin wir. Di wê serdanê de ew lêkolîn vedîtinên muhîm dikin. Jixwe hîn wê demê derdorên zanistî ji Komagenê zêde ne agahdar bûn. Humann û Puchstein ji dû vegera xwe re ew dîtinên xwe yên tevayî yên di derbara abîdeyên Komagene yên di serdana xwe ya salên 1882'an û 1883'an wek rapor diweşînin[ Reisen in Kleinasien und Nordsyrien: ausgeführt im Auftrage der Königlichen Preussischen Akademie der Wissenschaften, Geştên li Asyaya Biçûk û Bakura Sûrî:]. Di vê raporê de ew bi hin beşan li ser vedîtinên xwe yên li Nemrûdê, lihevqiyaskirinên Qereqûş û Sesûnkê disekinin. Li jêr rêya ku wan di dema serdana xwe de xwe lêgirtine tê dîtin. Li vir şûnde jî ez ê hin jêgirtinên ji wan rapora wan  biweşînim ku min ew ji Almanî bixwe wergerandin.


Nexşerêya Puchstein û Humann


"Ji dû rapor dana me ya sebeb û birêçûna gera me ya di salên 1882 û 1883’an de ya ku me li bakura Sûriyê kiribû û me di rûpelên 101’an de heta 157’an de qalê kiribû re, êdî em dest bi salixdana  dûrûdirêja peykerên antîkên li cihên me serlêdabûyî bikin ku heta niha navên wan tenê bi hawiyekî serpilkî  derbas bûbûn."

Puchstein û Humann esasen bona serdana çiyayê Nemrudê bi rê ketibûn ku Karl Sester hîn çend sal berî wê wextê ew ji hebûna wê agahdar kiribûn. Ew herdu serdanan di du salên li dû hev de hatibûn kirin..

"Peykerên mitawezîtirînên ji sê peykerên meşhûrên li ser tirban di 27’’ê Nîsanê ya 1882’an de bi tesadufî bala min kişandin. Gava ez bi hevaliya Sester, li cihekî ku Ferat berê xwe yê bi roava ve dikişe ji nişkê ve bi başûr ve badide bûm û di geliyeka pehn re bi qûntara çiyayê de heldikişiyam, min li ser çiyayê Qizildaxê yî ku bi rohelat-roavayî dirêj dibe, li hêla rohelat, li ser tilikê çiyayê, girikekî mîna tûmûlûsan dît. Wek min texmîn dikir du stûn li dor wî girikî bi cih bûbûn. Nexşeyên Kiepert ên ku meriv li van deran agahiyên têkûztir jê guman dikirin, qet tu abîde li vê deverê nexş nekiribûn. Herwiha, rêberê me yê ku bi erdnîgariya vê dere gelek nas bû û di wê nixtê de, ji vê dûriyê de jî dikarî girikê Nemrûdê yê li ser rêzeçiyayên Torosan nîşan bide, ji vê cihê çêkirî yê li ser vê bilindiyê qet ne agahdar bû. Lê çir ku em gavakî din li ser erdeki dûz rastî cotkarekî hatin, wî bi hawiyekî balkêş navê Sesûnkê(Sê-stûn) got û ji me re qala stûnên mîna minareyan ên li ser bilindiya wî çiyayî kir. Pirsa ka em ê bikaribin li wir kitabe û peykeran bibînin ku em bo wê gelek hewesdar bûn, wî bi vebirrî tesdîq kir. Ji ber ku gerek em hîn bi rêya xwe de biçûna, tûmûlûsa li ser girik li bakur heta Adıyamanê wek nixteya  sabîtkirinê ya pisûleyê wezîfe didît. Lê li hela rohelat, ew encax bi Tirûşê re li me xwiya dibû. Ez cara ewil di tîrmeha 1882’an de, di bakura qûntara çiyayê Qizildaxê re helkiştime wir  û min li wir berê xwe zêdetir da ser dîmena li bakur û deştên heta berwarên çiyayên Torosan bi xweşikî dirêj dibin. Li başûr, beşeka biçûka deşt û zozanên Mezopotamyayê li ber çavan dirêj dibû. Lêbelê wek me di gulana 1883’an de jî dîtibû hîn li piş Xelfetiyê girik bi stûnên xwe ve xwiya dibe. Ji me re firsend nebû ku em tecribe bikin, ka ew heta kû derê li devera bakur roava ya ku dirêj dibe wek nîşana erdnîgariyê xuya dibe. Lê bi dîmena mîna platoyan a di navbera Qizildaxê, rêzeçiyayên Torosan û çiyayên Kurdan(Kurddax)ê re meriv tê digihîşt ku ew abîdeyeka ku li başûr jî ji bakur ne kêmtir wek nîşaneka erdnigariyê balê dikişîne ser xwe ye . Cihekî wiha yî li dor xwe ji nav erd û zêviyên kûr jî xwiya dibe bêguman qestane bo abîdeyê hatibû hilbijartin, mîna cihê tirba Aşîles û Patroklos wiha yî li Helespontê. Bêguman di demên antîk de jî van çiyayên bi çetini û tijî kevir vala bûn û şivanan bizine xwe liv an deran digerandin" (rûpel 212).

Derdora Sesûnkê di nexeşya Kiepert de ya di sala 1858'an de



Karl Humann û Otto Puchstein gava tên Sesûnkê wêneyekî digirin ku bi xêra vê em dikarin dîmena Sesûnkê ya 150 sal berê û rewşa wê ya wê demê dibînin. Ew bo abîdeyeka ku hîn heta van deman jî lêkolîneka berfireh lê nehatiye kirin tiştekî gelek giranbiha ye. Dibe ku ew dîmena, dîmenê  kevintirînê derdorên me ye.

Dromos- Derbasgeh
"Dîmena fotografî ya abîdeyê ya li tabloya  XV'an tê dîtin û plana abîdeyê, gava em ji ber westabûnên cûr bi cûr ji haldeketî, ji hela başûr ve bi tilikên Qizildaxê de heldikişiyan, ji hela Humann ve di 30’ê gulanê ya 1883’an de hatin girtin. Wek di nexşan de jî biaşkereyî tê nîşan dan, abîde ji girikekî li dor xwe cotstûnên li başûr, bakur roava û bakur rohelat hatine bicih kirin pêk tê. Rêyeka têketinê ya binerdî(dromos) ya di nav zinaran de qelaştî, di hêla bakur re dikeve çaviya tirbê ya di bin girik de bicihkirî. Girikê ku di bintara xwe de di cihê xwe yê firehtirîn de bi çapeka 35 m. fireh, qûnçeka bi kevirên mezin hatiye çê kirin ku ew keviran mihtemelen li çiyayên mîna platoyan ên li derdor ji kevirên kilsî hatine kom kirin an jî bo wê hatine şkênan. Ew girikê tûmûlûsê êdî mîna berê bi eynî zopikiyê bi jor ve ne komkirî ye, serê wê di ortê de kortik bûye û tene 6 metre bilind e. Li ser cihê pehnê tûmûlûsê şivanan ji keviran ji xwe re nobetgehek çêkirine ku ji wê cihê bilind keriyên xwe çêtir raçav bikin. Gelo girik berê paşê de wiha nizm bû an jî paşê ji hela xezînegeran ve wiha hatibû li hev xistin? Ew îhtîmala dawîn tiştekî dûraqil e. Heye ku ew bixwardeçûna li ser tûmûlûsê ji ber wê ye ku arîka tirbê neqehîm û pir ne bimiqawemet bû û loma nekarîbû li ver barê lêbarkirî bisekine, hilweşiyabû û kevir û kûçên li ser, bi jêr de, bi valahiya çaviyê kolayî de, çû bûn xwar. Mixabin, têketina tirbê ya hilweşiyayî rê li ber taqîkirina van agahiyan girt. Egerçi me bi xwe re çend meriv bo vekolan û vedana wê têketinê bi xwe re anîbûn jî, ji ber ku di têketinê de tenê merivek dikarî bişuxile û di saetên me yên rojê yên hindik mayî de nedikarîn wê derê bitemamî vala bikin, bitaybetî jî ji ber ku xebatker ji tirsa mar û dûpişkên di nav xopanan de xwe veşartine re nedixwestin bişuxilin, me nekarî van agahiyan piştrast bikin. Bê şale rojeke rêbiwarekî din mayîneka çend rojan bispêre vê derê û karê ku me kêm hîştiye temam bike. Me tenê piştrastî li vê kir ku 5 gavan li bakura tûmûlûsê, zinarekî 5 m hatiye veqelaştin. Ew li bakur, ango li cihê xwe yê têketinê, 0,85 m fireh e, li dawiya bi hêla başûr a1,25 m fireh e ve bi xwar ve dihere (ew ne diyar e ka wek Tablet XVIII hatiye girtin tu nêrdewan hene an na) û hîn sê metro li jêr jî jî di bin xirbeyên keviran de dihere ku li jora wê deriyekî bi firehî ya 0,69m. xuya dibe. Bi vî hawî şikl û avahiyeka li Sûrî ne nedîtî ye, ango meriv li cihinên din jî dibîne, radixe pêş çavan"



Sesûnk di sala 1883'an de


Humann û Puchstein qala sarûnca li hindê girê Sesûnke jî dikin ku ew sarûnca niha bi keviran tijî bûye. Dihat gotin ku ew sarûnca di demeka nêzik de tijî bûye. Lêbelê Puchstein û Humann dibêjin ku ew sarûnca wê çaxê jî bi keviran tijî bûye.


"Sarûnceka dîwarên xwe amûdî ya bi firhebûna 1,65 m û bi dirêjiya 2,55 m heye ku ew ji têketina girikê(dromosê) 24 gavan dûr li hinda stûnên bakur rohelat ên tûmûlûsê ye. Herwiha ew jî bi kevir û kûçan tijî bûye û niha tenê metroyekê kûr e. Gelo ew digihîje çaviyê tirbê, an jî dibe ku ew li ser çiya yên bilind ên bêçavkanî û bêav wek sarûncekê hatiye çêkirin, meriv encax bi valakirina keviran re bizane."

Taybetmendiya xisûsî ya abîdeyê, cotsêstûnên ku hatine qal kirin in. Wek di planê de jî hatiye nişan dan, bi hawiyekî neyeksan, bi kertûkortiya erdê re, bi dûriya li gor îmkan û şertên zemînê re, ew li başûr, li bakurroava û li bakurroheleta tûmûlûsê bi cih bûne. Ji wan ya baştir maye, ya ji tûmûlûsê dûrtir cotstûna li başûr e. Ew li ser du qaîdeyên çargoşeyî yên rasterast li ser erdê hatine bi cih kirin bilind bûne. Ew qaîdeyên herdu stûnan  0,49 m dûrî hev in û bi hawiyekî wer hatine bi cih kirin ku berê wan î pêşî li başûr mêz dike. Mîna van qaîdeyan herwiha dîregên stûnan, ên bêniqirên bi jor ve zirav dibin jî ji kevirên kilsî yên li derdorê hatine necirandin. Ew li gor meziniya xwe ji heft an jî heyşt latên bi bilindiya 0,80 m, bi firehbûna 1,05-1,2 m. û bi dorhêleka 3.42, m. pêk tên ku doraliyên wan baş nehatine sût kirin, bi girtoxên kêlekê ve, bi hawiyekî zêde nebaldar li hev hatine danîn. Îhmalkariya kevirtiraşiyê û rizîna li ser wan nedihîşt ku meriv kevaneyîbûna(Entasis) mihtemel a stûnan derxîne. Baldariya bi tiraşkirina wan û sûtkirina re -herçiqas şiklî be jî- bi tengiya qirika bin ekînosên tacên(Kapitell) dorîk re berevajî dibû ku li wan dabeşbûneka jirêzê yên dema Yewnan a antîk dihat dîtin. Li ser herdu tacên stûnan ên bi kenarên abakûsî, du kêranên herdu tacan digihînin hevdu hatine bi cih kirin. Meriv wan ewqas wek yekpare dibîne ku ser nivîya abakûsan digirin û xwiya ye ew ji şûna xwe ya ewil hinekî hatine dehfandin. Kêranê li piş hrwiha hinekî bi ortê ve şkeştiye jî. Li erdê jî xirbeyên bi eynî rehendan(mezinahiyê yên) ên dîregên stûnan hene. Lê dîsa jî ev vedîtina meriv nagihîne wê encamê ku berê li hindê van cotstûnan, stûnekî sêyemîn jî hebû, herçiqas li erdê jî bona stûnekî sêyemîn cih hebû jî. Herwiha tu nîşanên kêranekî din î ser î ku berê li ser taca stûnan bû jî xwiya nabe.


Cotstûnên li bakur roava

Di wêneyê tablaya XV,1' an  de herwiha cotstûnên duyemînên li bakur roava yên girikê jî xwiya dibin ku ji wan stûnan yekî ji berê de latên xwe yên ser wenda kirine, yê din jî sê latên xwe û taca xwe jê kêm e. Herwiha van stûnan jî li ser qaîdeyên çargoşe(0,46m, 1,25 m) yên bi jihevdûriya 0,72 m'yan hatine bi cih kirin û ew jî berê bi kêranên li ser qubeyan bi hev girêdayî bûne. Yek ji kêranên wê hema li hindê qaîdeyan, yê din jî bi xirbeyên latan ve hinekî wê de li erdê ramediyaye. Li hindê kêranê dawîn latekî bûye çend parçeyan(,055m) heye ku ew mihtemelen qaîdeya fîgûreka rûniştî ye. Meriv ji xêzkirina me ya 35’an de(yê li jêr) dikare şiklê goliverê textê û nîşanên pêyên ew kesên rûniştî bibîne. Nêzikbûna van bermayiyan ên li hindê kêranan re, bi îhtîmaleka mezin tê têderxistin ku ew her du ji stûnan jêbûne û ew wek qaîdeya peykeran li ser hatibûbi cih kirin" (rûpel 215)

Fîgûra merivan a gêra erdê bûye


Va gumana bi vedîtinên cotstûnên dawîn ên li bakur rohelata girik re jî tê piştrast kirin. Li vir tenê latekî stûna bakur li şuna xwe ye, ên din giş li erdê li derdor berbelav bûne. Lê di nav wan de komeka heykelan a gelek peritiyayî û parçebûyî ya ji kevirê gilê heye ku şiklên wan binbandorî hunera Yewnanî ya dawîn tînin bîra meriv: li ser du kursiyên ji rêzê, du fîgurên kinclixwekirî yên li hindê hevdu runiştî yên serî li wan jêbûyî hene; yê li çepê wek jineke xwiya dibe û pêyê xwe yê rastê hinekî pêş de daniye û destê rastê yê bi kincan pêçayî daye ser hemêza xwe, merivê li rastê destê çepê daniye ser çoka xwe û di wî destî de tomareka kurt heye ku ew ne mîna fermaneka nivîsandî, lêbelê danasîna xwedawend û şahên komageneyî yên ku tên qal kirin di dest xwe de bigire xwiya dibe. Herwiha nizmtiya koma heykelan(1,10 m)  û firehbûna texmînî, bi rehendên kêranê ve hevdu digirin ku ew jî qebûla me piştrast dike ku ew herdu heykel ji ser kêranên li ser cotstûnan gêr bûne. Li hindê wan li ser kêranê herwiha şûna qerteleka aram rûniştî jî heye ku ew gelek jihevbelavbûyî ye û bi seriye şkeştî ji koma heykelan zede ne dûr, gêra nav qelşekê bûye û têde asê maye. 


Bermayiyên Qertelê?

Bermayiyên heykelekî












Nivîstekeka ku demeke bêguman li berdest bû û rêbiwarek bi tesadifî berê xwe bide ser cihê balkêşê abîdeyê, helkişe ser cihê bilind, agahiyên di derbara vê abîdeyê de yên veşartî me agahdar bike ê ne cihê şaşmayînê be. Ji ber ku mixabin kêmasiya nîşaneka niviskî heye ku ji me re di derbara agahiyên  va abîdeya balkêş, plana wê, di derbara çaviyê binerdiya di bin girikê  kevirîn de bide ku dora wê bi sê cotstûnên li serê xwe peyker hene ve dor lê hatiye girtin, û bi formeka wiha hatiye çêkirin ku ew qasî ku ez dizanim ne mîna tehm û hunera demên antîk e. Lê ji ber kêmasiya nîşaneka niviskî ya di derbara kesê/a li vir veşartî û bo temamkirina şikl û saziya heykelên şehitî ya heta radeyeke,  şert û merc ên abîdeya li mesafeya rojeke ya li bakura vira bi hawiyekî baştir hatiye parastin, meriv dikare bi qiyaskirina wan herduyan re dema çêkirina wê bi hawiyekî texmînî hesab bike û sêwirandineka çêtir di derbara şiklê wê yê berê de pêk bîne. 

Sêwirandina Humann û Puchstein a şiklê mihtemel a Sesûnkê

Bi vî hawî Puchstein û Humann lêkolîneka bêhempaya di derbara Sesûnk a ku wê demê hîn li derdorên zanîstî nehatiye bihîstin dikin ku bi xêra vê em ji dîmen û hal û rewşa Sesûnkê ya 150 sal berê agahdar dibin. Ew di berdewama lêkolîna xwe de Sesûnk û Qereqûşê didin ber hev. Min wergera wê kiriye û  em ê di nivîseka din de jî li ser wê bisekinin.




9 Eylül 2020 Çarşamba

Welat Çiqas Xweş û Rind e - Li dû şopa Nexşerêya Helmuth von Moltke

Çend sal in, ji dema ku min wergera Helmuth von Moltke bo Avestayê çêkiriye vir ve, niyeteka min a ku ez bi şopa Moltke ya ku nêzi du sed sal berê li dû xwe hîştiye de herim û dîmena îroj a bi ber çavê min dikeve bi ya wî du sed sal berê ji me re salix daye re berawird bikim, li hev qiyas bikim. Lê tiştê ku min bi umrê xwe yê nêzî çel salî re hû kiriye û tiştê ku yên berî me jî ji me re riwayet dikin re em dizanin ku, tişt hertim li gor plana meriv nameşin. Meriv gelek tiştan di dilê xwe re derbas dike, ji wan encax hinek tiştan plan dike, ji wan ên plankirî jî encax kêm tiştan bi şûn dike. Geşt û gera min a ser dû şopa Moltke jî encax îsal pêk hat. 

Helbet ne mimkûn e meriv di şert û mercên îroj de pêk bi pêk, gav bi gav, qulac bi qulac bide dû şopa wî ya ku wî du sed sal berê li dû xwe hîştiye. Rêya ku wî tê re geh berê xwe daye ser çiyayên asê û bin newalên kûr, geh di ser û nav avên şên re biriye, geh xwe di nav berfa bilind re derbas kiriye. Helbet îmkan û şertên niha ji wê demê pir çêtir in, lê meriv encax bi neçariyan re xwe di nav wan şert û mercên çetin re bike. 

Em berî gişê rêya ku Moltke di salên 1838-39'an de dabû ber xwe bi bîr bînin. Min nexşerêya ew tê re derbas bûye, dema min nameyên wî werdigerandin Kurdî derxistibû. Nexşeya xwe li jêr tê dîtin:

Rêya ku Moltke xwe lê girtibû

Herçiqas şert û mercên giştî yên îroj di dest min de ji yên nêzî du sed sal berê yên di dest Moltke de hebûn çendcarî çêtir bûn jî, şert û mercên min ên şexsî ji yên wî gelek şûndetir bûn. Ji ber ku ez bi zar û zêçên xwe ve ketibûm rê û bi me re Mîr Ferzanê me yî 9 mehenî yê ku em dikin hemêza xwe jî hebû. Loma, em nedikanîn ji xeynî otomobîlê zêde bigerin û em nedikanî ji rêyan dûr bikevin. Lê baş e ku rêyên du sedsal berê û yên îro teqrîbên nêzikî hev bûn. Heta meriv dikare bêje çend hezar sal in, rê zêde enguheriyane..

Me rêya xwe ya li şopa Moltke li Bazarcixê da dest pê kirin. Ji Bazarcixê di ser Heyderan re, di ser Golbaşiyê re, di ser Erkenagê re em gihîştin Celikayê. Helbet em bi rê ve carcaran disekinîn me bêhna xwe vedida, çavê xwe li dîmena derdora bêhempa digerandin, ava hûnika vir de wê de geh ji çiyayên Spî tê xwar, geh ji bin erdê tê der vedixwar. Moltke bi rêçûna xwe re him qala gundên deşta Bazarcixê û him jî qala Erkenagê dike. Lê wek min di jêrenota rûpela li jêr de jî gotiye, ew eşîrên Kurd ên li deşta Bazarcixê wek Tirkmen nîşan dide(rûpel 35). Lê gava qala mêvanbûna xwe ya cem Mîrê Sînemiliyan dike wek mîrê Kurdan qala wî dike (r. 36). 
Moltke di rûpela 173'an de jî qala raborîna xwe ya di Erkenegê re dike. Ew di derbara Kurdbûn an Tirkbûna bajêr de tu tiştî nabêje, lêbelê ew qala rêyên wê yên çetin ên bi berf, çiyayên wir ên asê dike.



























Şukir ku êdî rê xweş in, rê û dirb êdî mîna berê di derbend û zixurên teng re derbas nabin. Loma me ji serdana Celikayê şûnde dîsa berê xwe da Sûrgûyê. Him rêya çûnê re, him jî bi rêya vegerê re titûna Celikayê ya meşhûr a ku hîn di nav erdan de li ser darên xwe nîkotîna nav erdan dikişande nav pelçên xwe didît. Erdên heta ber qûntarên çiyayên spîyên ku li herdu hêlên newala pehn bilind dibin giş dabûn ber titûnê. Ji gund û warên dora çiyayên Spî, Erkenegê bigire heta Celikayê, ji wir bigire heta jorên Sûltansûyû yê, ji wir jî bigire heta gundên nêzî Nûrhaqê dabûn ber titûnê. Jixwe titûna Celikayê meşhûr e, herkes lê digere û encax bi vî hawî ê bikanin mişteriyên xwe têr bikin.


Li deşta Celîkayê erdên titûnê yên heta ber qûntarên Çiyayên Spî dikişin


Ji Sûrgûyê şûnde, meriv di dor çiyayên bilind re dizivire, berê xwe dide bakur û di kêleka çemê Beylerbeyi, di newala Sûltansûyû re giran giran serberjêr dihere ser deşta Meletiyê. Moltke qala xweşbûn û rindikiya derûdora wan deran dike. Lêbelê Sûltansûyû bi strana Metin Kemal Kahraman û bi kîtaba Evrîm Alataşa ku qala gundewarên derdora Sultansûyûyê dike jî di aqlê min de mabû. Min gotara lînkirî ya li ser vê blogê hîn ku salixdana Moltke nexwendibû nivîsandibû. Birastî jî kîtabê bandoreke gelek mezin li ser min hîştibû. Ji ber ku wê qala çîroka piş çiyayên Torosan, gundên Akçadaxê, çîroka çepgirên ku dixwestin Şoreşa Çepgir pêk bînin, çîroka destpêka hereketa Şoreşvana li wan gundan dikir. Çîroka ku gelek cihan de bi çîroka Kurdan ve li hev diqelibe, carcaran ji hev dûr dikeve, carcaran dihat/tê hember hev dikir. Me serdana Gölpınara gundê Evrîmê kir. Lê jixwe min dizanî mal û malbata Evrîmê ji zû ve bû ji wir bar kiribû, Ewrîmê jî deh sal bûbûn ku ji dinyaya me bar kiribû.... 

Moltke jî qala dîmena xweş a newala Sûltansûyû dike. qala dar û berên li derdora kanalê rêz bûne, bi ava Sûltansûyû re şên bûne dike. Jixwe balkêşiya vê newalê ji tezad û dijberiya wê ya bi derdora xwe jî tê. Newal, derûdora newalê û besterobarê, çiqas têra xwe kesk û şên in, gir û çiyayên derdor jî ewqas rengboz û rûtrepal in. Moltke salixdaneka xweş li ser vê dîmenê raberî me dike. Îro newala Sûltansûyû belku ji wê demê şêntir û firehtir bûye. Av belku bi îmkanên îroj re heta cihên hîn dûrtir tê birin. Lêbelê çem ji ber benda avê ya li jor hatiye çêkirin kêm bûye, hema bêje çikiyaye. Wê dîmena xwezayî şûna xwe berdaye dîmeneke sextî, dîmeneka endûstriyela çêkirî. Moltke dibêje newala Sûltansûyû heta Meletiyê, ango Batalgazî ya îroj dirêj dibe. Me jî di wir re berê xwe da Batalgaziyê. 



Jixwe Moltke jî qal dike ku Meletî berê li wir, li Batalgaziyê bi cih bûye û Asbûzû, ango şûna Meletî ya îroj wek havîngeh dihatiye cih û war kirin. Lêbelê dema Artêşa Osmanî, di dema şêwirmendiya Moltke de, bi hejmareka qerebalix tê Meletî, nişteciyên gund neçar dimînin ku ji mal û warên xwe derkevin û herin Asbûzûyê gundewarên jor, li ber çiyayê. Lê ew cihûwar kirina demborî, paşê berdewam dibe û bajar êdî bi wê hêlê ve mezin dibe. 

Me şeva xwe li Meletiyê borand û bi sibê re, me berê xwe da Kebanê. Jixwe Moltke jî qala çetiniya rê û dirbên ber bi Kebanê ve dike. Moltke di vê derheqê de zêde gotiye, lê kêm negotiye. Gava meriv ji dû helkişîna ser Torosan re, dîsa serberjêr dibe û xwe bera ser newala Kebanê dide, meriv dizane ku meriv dihere cihekî nedîtî. Jixwe ew newalên Moltke têde qal dike, niha bi piranî di bin ava perçifiyayî de mane. Ava rabûyî ew newalan heta cihbilindên wan tijî kirine. Lê dîsa jî heta ku meriv digihîje ser Kebanê çiyayên asê li dor meriv rêz dibin. Jixwe ne ji beraj û benda avê de be meriv li wir qet nikare debare xwe bi tiştekî bike. Li wan derdoran ne cihûwarên çandiniyê, ne darûberên keskahiyê hene, tenê çiya û zinarên bi havînî boz û rût repal, bizivistanî jî ji berfêaspî som dibin hene. 



Dema Moltke bi hevrêyên xwe ve tê vir, ew bi kelekê derbasî hêla dina çêm dibe. Ew qala şîpên şênên ku wan bi derbasbûnê re ditirsîne, xofa bi ber avê ketine dixe dilê wan dike. Îroj bendê rê li ber wan şîpên şên girtiye, hêrs li wan şkênaye, ew xamûş û aram kirine. Lê ji bendê şûnde hîn jî av mîna badonekan, mîna marên kovel xwe li hev werdide û bi xufexuf meriv vediciniqîne. Bendavên ku li jêr û li jor av perçifandine, nahêlin ku av di besta xwe de mîna berê bireve, di nav zinar û kendalan de xwe bi azadî û serbestî ba bide, çivan bie xwe. Ava çemê ya ku mîna pezkoviyan, mîna xezalên çiyayên çiv û çindik didane xwe, bi bendavan re kedî bûye. Lê helbet xofa çêm hîn jî meriv ditirsîne. Ji ber ku gundê me ne dûrî Ferêt e û ji zarokiya xwe vir ve her havînê min çend kesên ku di çêm de fetisiyane bihîstine... Heta pirekên wan jî qet nehatine dîtinê...


Li Kebanê, çem hîn jî bi lez û bez diherike, lê bendan hêrs lê şkênaye


Me ji Kebanê şûnda berê xwe da Xarpêt û Elazîzê. Rêya di navbera Keban û ElazXarpêtê, li gor ya di navbera Meletî û Kebanê baştir e. Meriv zêde di nav çiyayên asê re nahere. Ji ber ku rê li vir wê de, bi çiyayan ve paralel, bi eynî hêla çiyayan ve, bi roava-rohelat ve dirêj dibe, loma di ser çiyayên mîna bendan bilind dibin re derbas nabe. Elazîz esasen zêde ne dûrî Meletiyê ye, lê me rêya xwe di ser Kebanê re dirêj kir. Moltke di rêya Keban û Xarpêtê de dibêje "em ji dû daketina nav newalên asê re gihîştin rastedûzeka bilind a ku têde çend gundên Kurdan lê belav bûne". Moltke navên gundan nabêje, lê bi îhtîmaleka mezin ew gundên Çeqmaqê yên di navbera Keban û Elazîzê de dimîne ne. Rast jî ew gundên Kurdan in û Ji xeynî wan gundan tu gundên li dûzeke li hindê hev belav bûne nîn in.

 Elazîz jî mîna Meletiyê ji cihê xwe yê niha cidatir, berê li cihekî din bûye. Berê navenda bajêr li ser zinarên asê, li derdora keleya Xarpêtê bûye. Li şûna Elazîzê ya niha jî gunde Mezrê hebûye. Dema ku Moltke hatiye wir, wargeha artêşê li Mezrê hatiye danîn. Li bajêr, hîn jî bandora erdhêjê 2020'an xwiya dibe. Xaniyên xilûxirab bûne, malên valabûyî, xaniyên camlêşkeştî....

Xarpêt bi rastî jî li cihekî bêhempa û li çavan dûr hatiye çêkirin. Cihê xwe yê bilind birastî jî keleyeka bêqisûr e, ne cihekî bi hesanî dest bigihêje ye. Li wir ji berê de çend camî jî hatine çê kirin. Moltke wê demê jî qala xaniyên bi serbanên bilind(bi Tirkî, çati) hatine çêkirin dike. Moltke li wir bi Hafiz Paşa re hevdu dibîne...


Ji dû ku me şeva xwe li Elazîzê derbas kir re, me berê xwe da ser Dersimê. Rêya Dêrsimê jî me wekî Moltke di ser Pertagê re bir. Wek tê zanîn êdî bendava Kebanê ketiye navbera Elezîz û Dersimê. Loma yan meriv mecbûre di rêya di bin Gola bendavê re dizivire re here. An jî bi keştiyê di ser ava bendavê re derbas bibe. Rêya bi keştiyê, rêya kurttir e. Moltke dema derbasbûna xwe qala keleha Pertagê dike. Birastî jî wek keleya Xarpêtê li ser zinarekî mîna giravan î asê hatiye çêkirin. Jixwe bi rabûna ava bendavê re birastî jî ew îroj bûye giraveka di nav avê de... 
Meriv li gelek cihên welatê me dibîne ku dewlet bi hêza xwe ya zordar li wan deran dimîne. Lê ew li Dersimê zêdetir berbiçav e. Li ser her gir û tilê Dersimê an qereqolek an jî alayeka bilind a ku ne hêzê zêde, lê lawazbûnê nîşan dide hene. Li ser keleya Pertagê jî meriv vê tezadê dibîne. Belê dewletên kolonyal hertim bi hêz û xurtî xwe nîşan dane. Lê, wek hercar hatiye dîtin, ew tenê bi benekî sist li pê ne...........
Keleha Pertagê bûye giravek


Belê jî gelek qala Dêrsimê bûye, qala rindikî û xweşikiya xwezaya wê hatiye kirin û wek bihuşta li ser rûyê erdê hatiye salix dan. Lê heta ku meriv bi çavên serê xwe nebîne wê wek gotineka zêde dihesibîne. Gava meriv bi çavên serê xwe wir dibîne dibêje ew sêwirandina bihuşta li ser rûyê erdê,  şibandineka kêm e, lê qet ne zêde ye. Çiyayên Torosan ên li derdorên heta wê derê ji xeynî newalên çeman rût repal in, li Dersimê bi xemleka kesk ve dixemilin. Darên beriyan ji Xwedê de, bi hawiyekî xwezayî, bixweberê li ser çiyayan belav bûne. Di nav çiyayên Torosan ên çar hêl dor lê girtiye de, mîna bihuşteka veşartî, destpênebûyî, destlêneketî maye. Helbet birînên ku bi sedsalan e vebûne jî bi nav avên xwe de herikîne û hîn jî diherikin, hîn jî xwîn dibin. Meriv li vir kirdeyên van nerindî û neheqiyan hîn jî li her derî dibîne. Lê xwenîşandana bi vî hawî, meriv têra xwe dizane ku ne ji hêzdariyê, ji kêmhêziyê tê. Li Dersimê me yekser berê xwe da parka Seyîd Riza û me mezlûmên gelê me yê sedsala dawîn bi bîr anîn. Herçiqas meriv dizane xwenîşandayina herderî ji zeyîfiyê tê jî, xulqa meriv li navenda bajêr teng dibe. Loma me berê xwe da Ovacixê, Pûlûrê. Da ku em herin ser ziyareta Mûnzûr Baba. 

Hîn bi rê ve meriv fehm dike ku meriv di rê û dirbên bihuşta ser rûyê erdê re derbas dibe. Meriv di newala Mûnzûrê ya çiyayên asê yên hiş û aqilên meriv li serî meriv difirîne re xwe rast û çep badide. Darên berûyan, ên ku xwe bi çengek ax û qelşên zinarên asê re girtine, li herdu hêlên newalê ber bi ezmên ve rêz dibin. Bi min bêhempayî û bêhevtayiya vê newalê ji destlêneketîna wê tê. Ger heta niha mimkûn bibûya ku meriv destên xwe dirêjê bike, ew ê heta niha bihata talan kirin. Lê heta niha ew wiha xwezayî û veşartî maye.

Ji dû ajotineka dorî saeteke ya di nav newalên kûr ên ku hêdî hêdî bilind dibin re em gihîştin zozana biçûk a Ovacixê.  Wekî Cemîl Koçgirî distre "Ovacixê sero koyê Mûnzûrî, zelal zelal sono ava Xizirî

 

Çiyayên Mûnzûrê dûredûr tim biheybet xwe li me nîşan didan. Me di nav deşta Ovacixê re hinekî din ajot û em gihîştin ber gundê ziyaretê, cihê ku ava Mûnzûr, ava Xizirî lê dertê, ji erdê dizê û bi xumexum dikele. Ava wiha ji erdê bi xumexum dertê re "kelîn" tê gotin, lê ava Mûnzûrê bi cemidiyeka min di umrê xwe de nedîtiye ji erdê derdikeve. Gava meriv dikete nav, meriv nedikarî tehemila sarbûna wê bike, hestiyên meriv bi êş û janeka bêtarîf re dişewitîn. Belê hisa ku min di nav va va sar de di hestiyên xwe de his dikir şewatek bû. Derketina aveka ewqas şêna di cihekî viqas teng de encax meriv bi dîtina çavên xwe re înan bike.



Moltke gava li Meletiyê dimîne rojeke biryar dide ku berê xwe bide çiyayên Mûnzûrê yên ku bi heybet li iwr jî xuya dibin. Ew di ser Erebgirê re ber bi Êgînê ve dihere, ji ber çiyayên asê nikare bigihîje çaviyên Ava Mûnzûrê û ew li nîverê vedigere. Moltke li vir salixdaneke gelek bi teferûata tehmxweş dide. Loma ez dixwazim wê salixdanê raberî we bikim.









Gava ez derketim vê geştê niyeta min ev bû ku ez di ser Ovacixê re herim Êgînê. Herim cihên ku Moltke bi hûrgilî salix dane. Lê çiyayên Mûnzûrê li vir wê de tu rê û dirb nadin ku meriv di ser Ovacixê re here hêla Êgînê. Moltke bi hêsp, di ser çiyayan re, ji Êgînê xwe gihandibû Çemîşgezegê û di ser Pertagê re derbasa Xarpêtê bûbû. Lê em di ser Mamekiyê, Dêrsimê re, di ser Pertagê re derbasî Xarpêtê bûn. 
Bi vî hawî me çend qonax rêyên ku Moltke 180 sal berê dane ber xwe şopandin, çav li cih û warên ku wî salix dane gerandin....
 Nexşerêya me ya ku me li dû Moltke şopand